Roman
Şeytan xwedê ye û Xwedê jî şeytan ez hatim hînkirin ku herduyan jî bihewînim yekî bi babetekî yê din bi babetekî din lê babet her yek bûn ..... Gunnar Ekelöf
Weke bayên payîzên hersalîn îro jî ba tê, bi qasî çend rojên din, dibistan ê vebin, zarok ê dîsa li hewşên dibistanan bilîzin, qêrîn û giriyên zarokane ê bilind bibin. Ev serê salekê ye ku mamoste Kevanot li bendî bersivekê ye, ew bersiva ku wî bi dilpekîn dipa, îro nû gêhîştiye destê wî, anuha li bajêr, li ser sekûka eywana mala xwe rûniştiye, ew kaxeza bersivê girtiye destê xwe, bi tirseke bênav diricife û dixwîne, piştî xwendinê êdî bi çavên xwe jî ewle dibe ku ew wan tiştên li ser kaxezê rast dixwîne, ji nişka ve tiştekî weke tîrê xwe di serê wî de badide, ricifîneke bêmane bi laşê wî digire, dilê xwe bi xwe dişewitîne, lêvên wî dilerizin, av bi çavên wî dikeve û di dilê xwe de: "Rast e, ez bi kêrî hîndayînê nayêm. Serê min bûye weke hêkeke genî, tevgerên min êdî ne tevgerên mamosteyekî ne. Lê ez anuha têdigêhîjim. Ew gunda... av û kuçên wî gundî..." dibêje, wê kaxeza bersivê hêdîka datine kêleka xwe û bi raman vedigere ser wan salên xwe yên buhurî. ..... |