Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2009-01-01, Stenbol |
Préface : | Pages : 332 |
Traduction : | ISBN : 978-9944-382-80-9 |
Langue : Kurde | Format : 135x215 mm |
Code FIKP : Liv. Ku. 4856 | Thème : Dictionnaires |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Ferheng, kurdî – kurdî |
PÊŞGOTINGEK Kitêbxana Hawarê kitêba xwe a dudowan belav kir. Ji ber ko pêgotinga wê kitêbê ji me re berpêkirina elfabêya kurdî dide zanîn me ew guhastiye hir. "Bi şeş hejmarên Hawarê ên pêşîn me bin rûpelên elfabê belav kiri bûn. Bi wan rûpelan me hîmê Elfabeya Kurdî didanî û ji xwenda û zanayên kurdan, fikrên wan liser elfabêyê pirsiyar dikirin. Ji ber wan rûpelan sed û pêncih dest ma bûn. Min dil ne kir ko ew rûpelên ha winda bibin. Min ew dane hev û çend rûpelên din bi ser xistin, û pê kitêbokek hate pê. Ev kitêboka ha, bîra Elfabêya Kurdî a pêşîn e ko nifşên dawîyê lê fedkirin û pê bizanin ko pêşiyên wan di çi tuneyiyê de elfabêya pêşîn da bûn çap kirin. Ji bona pêkanîna çermê wê diviya bû ko çend rûpelên din bikevin pêşiyê. Bi vê hêncetê min dil kir ji xwedevanên xwe re berpêkirina elfabêya me bi kurtî gilî bikim. Ev elfabêya hanê ko îrû em zmanê xwe pê dinivîsînin paşiya xebateke salinen drêj e. Di sala 1919 de, me da bû çiyayên Meletyê. Em keti bûn nav eşîra Rewan. Mêcer Nowel (ingilîzek) digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe, û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min ji hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilevkirineke biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend, lê belê ez, heta ko min (û, و) ji (o, و) û (î - ى) ji (ê - ى) h.p. derdixistin, diketim ber hezar dişwarî. Ma çiman?.. Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdin minê bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê diwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê liser kaxezê dihat sekinandin. Lewra ko di Elfabêya Latînî de tinê (26) herfên serxwe hene û di zmanê kurdî de deng ji bîst û şeşan bêtir in. Gelek herfên hevedudanî keti bûn nav elfabêya min; weko: ch, ou, ai.... Ji xwe di zarotîya xwe de, wekê min di dibistanan de dixwend û hînî herfên erebî û latînî dibûm, tiştek hebû ko min di çavê xwe ra dikir û ji bona herfên erebî, di dilê xwe de digot: ev elfabêke welê ye ko dengin dide xwendin ko nayine nivîsandin, û latînî yekcar vajiyê wê ye, herfin dide nivîsandin ko nayine xwendin. Belê fikra min di babeta van her du elfabêyan de ev bû. Bawer bike bi vê fkra ko min ji zarotiya xwe ve di serê xwe de bixwedî dikir, kêfa min ji herfên hevedudanî re ne dihat. Hingî ji zmanên ko bi herfên erebî nayine nivîsandin min yûnanî, hinekî frensizî û elfabêya rûsî nas dikirin. Hema di çiyê de, rabûm herçî herfên hevedudanî ji elfabêya xwe derêxistin û li şûna wan ji elfabêya yûnanî û rûsî herfinen serxwe êxistin. Bi vî awayî, min elfabêyek bi sih û şeş herfên serxwe êxisti bû destê xwe. Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û fergengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kiri bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne ji ew ferheng îrû ne di destê min de ne. Di sala 1925 a de digel hin nivîsarên min ên din gehiştine heta pêşberê Mehkema Xarpûtê. Sala 1246 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê mêze kir û mideke xweş liser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc lihev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xirab dikirin. Jê pêve têde du herf hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêke bi sih û çar herfan û yekreng hate pê. Ez paşê bi elfabêya xwe mijûl dibûm. Lê hetanî ko tirk elfabêya xwe belav kirin ya me weke xwe dima û têde me tiştekî bingehî ne diguhart. Min her tiştên xwe pê dinivîsandin û nasên xwe re dida zanîn. Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hev in. Dengin hebûn ko tirkan ne bi wan herfên ko me nîşan kirine lê bi herfinen din nîşan kiri bûn. Herwekî me berê çend caran goti bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji kurdmancên Tirkiyê re, me dengên hin herfan bi hev guhartin û herçend hebû me ewçend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan. Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paşiya xebateke sêzdehsalîn e, gora zmanê kurdî, gora dengên zmanê me ye. Herê ev elfabe berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin û gora zmên û dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îrû. Berî û piştî belavkirina elfabêyê min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin. Di nav wan de mirovinen yekcar nexwenda hebûn. Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihesibînim û pêşkeşî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê herkesî hêjatir û spehîtir e." Bêîmze (Celadet Alî Bedlrxan) Hawar. Hejmar: 13 14 Çileyê-Berê 1932 Hêvî ji xwendevanan Ji bona Elfabêya kurdî Em, ji îrû pêve, elfabêya kurdî rûpel bi rûpel di komelê de belav dikin. Pêşdetir di şiklê kitêbê de bêt derêxistin. Ji vê belavkirinê qesda me ev e ko herçî xwenda û zanayên kurdan hene, rûpelên elfabê yek bi yek, xêz bi xêz, pirs bi pirs bixwînin, qenc bala xwe bidin û her çi kêmaniyan bibînin ji me re binivîsînin, da ko em wan kêmaniyan rast bikin. Jû pêve, ez ji wan tiştekî din jî hêvî dikim. Ji min re ji bona her rûpelê pirsinen nû peyda bikin û rêkin. Li rûpela pêşîn me sê herf danîne (a d r) û bi van çend pirs çêkirin. Dibe ko bi van herfan pirsinen din bên çêkirin. Di rûpela duwim de herfên me bûne pênc (a d r e m) me bi wan jî çend pirs dîtin. Heye ko hinekî din peyda bibin. Bi vî awayî xwendevanên me dikarin bi me re bixebitin û elfabêya me biedilînin û qenctir bikin. Bêîmze (Celadet Alî Bedirxan) Hawar. Hejmar: 1 15 Gulan 1932 Avesta piştî wefata wî bi 58 salan ferhenga mîrê kurmanciyê Celadet Alî Bedirxan bi serbilindî û kêfxweşî pêşkeş dike. Armanca vê ferhengê ew bû ko piştî belavbûna alfabeya latînî, derxistin û rawestandina kovara Hawarê, bibe pêdiviyek ji bo pêşveçûna zimanê kurdî û belavbûna vî zimanî li çar perçeyên Kurdistanê. Ez dikarim bêjim ko yekemîn ferhenga kurdî-kurdî bû. Lê mixabin ji ber koçkirina bavê min û piştî koçkirina wî, astengî ketin nav jiyana me de, ev ferheng belav nebû heya niha... Ev ferheng ne wekî hemû ferhengên asayî bi yek beşî, ji ber wan kêmasiyan ferheng bi sê beşan hate çapkirin. 1. Beşa Yekem şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e) Selah Sadallah 2. Beşa Duyem ferhenga Celadet Bedirxan 3. Beşa Sêyem ferhenga Kovara Hawarê "Elfabêya Kurdî" jî ku dîsa di Hawarê de çap bûbû, wek pêşek cî girtiye. Spasî Ferhenga Celadet Alî Bedirxan bi alîkariya rêzdar Celal Talebanî û xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed ji nû ve tê çapkirin. Em spasiya wan dikin. Sînemxan Bedirxan Diyarî ji bo Dr. Cemşîd Bedirxan... |