Pêlên bêrîkirinê
Ji nişka ve rabû ser piyan û li wê tahta ku ew li ser rûniştibû, nihêri. Li karê xwezayê ecêbmayî ma. Şopên salan û tesirên derbên ji her deveri yên ku taht ji formekê xistibû yeke din, li ber çavên wî mezin bûn û mîna ku dixwazin di derheqa rêya ber bi şikefta ku hemû rastiya vê tahtê tê de veşartîye diçe de, li xwe mukur bên, çavên wi di xwe de hefs kirin. Ew li hemû bûyerên ku ev taht ji halekî xistibûn halekî din fikirî. Li ser paraleliyeke muhtemel ponijî. Tu tişt ji hevdu dernexistin. Disa berê xwe da vê tahta ku çavên wê ji serma zivistana dirêj î dîjwar û bêrehm tirsiyabûn. Tev li ha¬tina havînê jî hîn bi ser hişê xwe de nehatibû. Tahta ku hise¬ke mîna diricife û ji bo ku neqefile, xwe civandibû ser hev¬du, bi mirovî re çêdikir, kar bi ryê xwe yê kortik kortikî û xiramokî li ber çavên wî biçûk ku bêhêvîtî jê diza, xuya kir.
Çavên bi kortçûyi û murûzekjî tirş, êrîşî wê piça hêviya ku mabû jî dikir.
Tew piştî kevza ku di qeliştekên wê de ji xwe re cih peyda kiribû dit, mîna ku bibêje: "Ka ew tahtên bi tavê re dikeniyan? Ka ew tahtên mirovî dikarîbû xwe lê bigirta? Ka ew tahtên ku hêvi jê difûriya?" li ber xwe nihêri û serê xwe bi kerb kil kir. Hiseke ecêb ew girt û berneda. Li gel hiseke nîv¬nefretî jî ji ber tunebûna şiyana xwenuhkirinê, li ber tahtê ket. Tev li ku di warê lêkolinên genên ku dê muhtemelen ji¬yanê dirêj bikin de, ji bo pêşerojê xwediyê hêviyeke xurt bû jî xwe ji fikra ku paraleliyek di navbera vê xusûsiyetê û qedera mirovatîyê de datanî, xelas nekir.... |