La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mehkûm


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2002, Stenbol
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 975-8637-36-3
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mehkûm

Versions:

Mehkûm

M.Ali K.

Avesta


M.Ali Kut -Di sala 1964an de li Zoravaya Nisêbinê çêbûye, di sala I983an hatiye Swêdê û aniha jî her li wir dimîne. "Mehkûm" kitêba wî ya pêşîn e ku di sala 1994an de li Swêdê di nav weşanên Welat de çap bûye.



Birayê ezîz!

Berî ku dest bi reşbeleka xwe bikim gelek silavên germ ji te re rêdikim, ji herdu çavên te ên reş radimîsim...

Lo birawo, ev bûn deh name ku min ji te re şandin, eva jî ya yanzda... Lê ji te, me hêj tu bersiv ne girt! Qe neba me bizaniya ku tu sax î, rehet î... Viya wê dilê me têxista cî, kêfa me bihaniya. Diya min bi girî herdu çavên xwe kor kirin! Heroj rûdine, saetekê digirî û dibê; "Saloxên min ji min re binin!" Pitepita bavê min bi ser min de, dibê; "Tu ji qezda wilo dikî! Tu naman jê re naşînî!" Ez fikirîm ku dibe te navnîşana xwe guherti be û ez çûm min navnîşanek hevalê te ji bavê wî tika kir. Li ser wê navnîşanê jî min çend name şandin. Lê dîsan jî, digel ku ev serê sê mehan e ku em bersivekê ji te dipên... bêfêde ye!


Mîrê Emgiónê
mîrekî kurd
Li Vlachernê girtî
Pêşkêşî agirê te dike vê axaftinê:
Dûşîza ku kesek ne xwedî ye
dûşîza ku ne xwediyê tiştekî ye
Ruhê min ji min re goti bû
ku ez ê li hemberî wan serî hildim
Ger ku serê min vê gavê
li ser darekî daçikandî li ber derî be jî
fikra min li ba te ye
Dûşîza ji Agir û ne ji tiştekî*

Gunnar Ekelöf

* Dîwana li ser Mîrê Emgiónê



Dilop

Dipa! Tarîtî, şev dipa! Li benda avaçûna royê û tarîtiya şevê bû. Ji bo ku bikari be derkeve der doş bibe, hinek hewa paqij bikişîne cîgerê xwe ev pêwist bû, ango avaçûna royê û tarîtiya şevê...

Tenê tarîtiyê dikarî bû ew veşarta, ew ji ber çavan winda bikira da tu kesî ew nedîta...

Gelek caran li reşikê şevê dikir hawar da hinekî din şevê dirêj bike, ji bo ku bikanî ba xwe bigihanda şikefta xwe. Te digot qey carina reşikê şevê dengê wî dibihîst û teşiya xwe hêdî hêdî dirist û giloka şevê dom dikir, şev dirêj dibû; wê çaxê ew jî berî rojhilat digihişt cihê xwe...

Di şikefta xwe de, li ser cihê xwe dirêjkirî diramiya: Di tarîtiya şikeftê de ronahî difikirî û di tenêtiya xwe de jî mirov... Li ser cihê xwe ramidandî dengê dilopên şikeftê dihatinê; şikeftê dilop dikir... li dilopan fikirî. Hinekî wisa domand fikirandina dilopan. Li xweşa wî diçû denge wan. Dilopan ew ji ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues