Mîrê Emgiónê mîrekî kurd Li Vlachernê girtî Pêşkêşî agirê te dike vê axaftinê: Dûşîza ku kesek ne xwedî ye dûşîza ku ne xwediyê tiştekî ye Ruhê min ji min re goti bû ku ez ê li hemberî wan serî hildim Ger ku serê min vê gavê li ser darekî daçikandî li ber derî be jî fikra min li ba te ye Dûşîza ji Agir û ne ji tiştekî*
Gunnar Ekelöf
* Dîwana li ser Mîrê Emgiónê
Dilop
Dipa! Tarîtî, şev dipa! Li benda avaçûna royê û tarîtiya şevê bû. Ji bo ku bikari be derkeve der doş bibe, hinek hewa paqij bikişîne cîgerê xwe ev pêwist bû, ango avaçûna royê û tarîtiya şevê...
Tenê tarîtiyê dikarî bû ew veşarta, ew ji ber çavan winda bikira da tu kesî ew nedîta...
Gelek caran li reşikê şevê dikir hawar da hinekî din şevê dirêj bike, ji bo ku bikanî ba xwe bigihanda şikefta xwe. Te digot qey carina reşikê şevê dengê wî dibihîst û teşiya xwe hêdî hêdî dirist û giloka şevê dom dikir, şev dirêj dibû; wê çaxê ew jî berî rojhilat digihişt cihê xwe...
Di şikefta xwe de, li ser cihê xwe dirêjkirî diramiya: Di tarîtiya ... |