PÊŞGOTIN
Dema ko di tîrmeha 2000-ê de, le Selahedînê hevalê min Bedredîn Salih ji nişka ve ket odeya min ya Kurdistan TV û di destê wî de ev nivîsa li jêr hebû, beriya ko li nivîsê binêrim, min qed bawer nedikir ko ezê rojekê ji rojan vê nivîsê bibînim û zanibim ka pêşevanê kurd, serkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî li Mehabadê çawa hatine dadgehîkirin û di wê dadgehîkirinê de çi derbas bûye. Dema ko min dest bi xwendina wê kir, bi awakî welê ketim bin bandora wê, te digo qey ez bi xwe di rûniştina dadgehîkirinê de amade me, bawer dikim ev yek dê ji bo we jî tiştekî pir balkêş be.
Bedredîn ev nivîs ji pirtûkek farsî bi awayekî ji îranê bi dest xistibû û wergerandibû ser soraniyê, wî ji min xwest ko soraniya wê bikim kurmanciya bi tîpên latînî û bi herdu awayan jî em wek pirtûkek biweşînin. Bi rastî jî gelek û gelek karên min hebûn û ez pir mijûl bûm, lê belê ev nivîs tiştek welê bû ko qed nedikaribûm bêjim na, lewra jî bê yek û du min qebûl kir û di nava çend rojan de min kire kurmancî.
Helebt ji ber gelek sedemên ko kurd pê dizanin, çi qasî ji destê wan hatibe, dagîrkerên Kurdistanê nehiştiye ko kurd dîroka xwe zanibin û hertim jî her tiştê kurdan yê dîrokî ketibe destê wan, winda kirine û rê nedane ko haya ti kesî ji wan çê be, hinek dokumentarên weke vê nivîsê jî ko hene, di refên tarî û nepenî de veşartine û çi qasî ji wan bêt, dê rê nedin bikevin destê kurdan, lê belê dimîne ka kî û kengê û li kû, kurdek, yan dilsozekî kurdan derfetê bibîne û tiştên weha ji tarîtiya wan cihan derxe û roniyê bibînim. Bi hêviya ko paşerojê ev derfet mezin û zê de bibin.
Belê, di vê nivîsê de beşdarekî rûniştina dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û hevalên wî Sedr û Seyfî Qazî, hemû gotin û bûyerên dadgehîkirinê rekord kirine û wê demê ji bo hin aliyên taybet yên şah û leşker û hukûmeta îranê çap kiriye, lê belê piştre ev yek wek eşekerekirina nepeniyên leşkerî û weke gefek li ser ewlekariyê hatiye qebûlkirin, di cihekî taybet yê nepenî de hatiye veşartin û arşîvkirin. îro piştî derbasbûna ew qas salan, va derdikeve ber ronahiyê û yek ji bûyerên herî balkêş ji kurdan re radixe ber çavan. Bi hêviya ko di paşerojek nêzîk de, emê karibin berhemên din yên weha pêşkêşî xwendevanê kurd bikin.
Samî Ergoşî Selahedîn Hezîran – 2005 |