Terkib û Zurûf
Mele Yûnisê Helqetînî
Sara
Zurûf û Terkîb, du pirtûk ji wan ên kurdî ne ku bejek ji rêzimana erebî şirove dikin. Ji ber ku herdu tîmî bi hev re bûn, li pey hev dihatin. Xwendin û jiberkirin, bi hev re dihntin nivîsîn û bi hev re jî çap bûne. Min jî ev li vir ji hev veneqetandin. Zurûf bi xwe, li ser hokerên erebî radiweste û wan ji şagirtiyên nû yên rêzimana erebî re rave dike. Her weha bi kurtayî be jî, ew rewşa hevokên zimanê erebî, rewşa tevange û netewangeya bêjeyan û rewşa dawiya wan jî tîne ber çavên şagirtî û feqiyên rêzimana erebî. Lê belê Terkîb ku heye, ew bi tenê rûpelê pêşî yê 'Ewamila 'Ibd el-Qahîr el-Curcanî, bi awayekî gelek fireh analîz û şirove dike. Herveha pê re jî ew, li gor cih û rewjê, agahdariyên li ser rêzimana erebî gelek agahdariyên hêja yên din jî dide xwendevanan. Li gor Marûf Xeznedarî, ku ji Mînorsky û ji Mihemmed Merdûxî Kurdîstanî wergirtiye, ew di sala 1200/1785 an de miriye û ev yek bi me dide zanîn ku wî van berhemên xwe di nîvê sedsala 18yan (1800) de nivîsiye. |