Em û Dijmin
Seydayê Keleş
Roja nû
Kurdistan tev ya me ye Ji bo çi çar perçe ye Bo çi dijmin têda ye vêna qebûl nakin ebed .... Seydayê Keleş, nave wî ye rastî Huseynê Mihemed e. Wi wek ristevan navê xwe kiriye Seydayê Keleş. Keleş, navê bapirê wî ye, Seyda jî ji ber ku xwendina dînî girtiye ji wî ra bûye pêşnav. Seydayê Keleş, di sala 1930 da li gundê-Bizgûrê ku dikeve rajorî Nusêybinê (li Kurdistan'a Tirkiyê), di nav mal-bateke cotkar û xizan hatiye rûyê cihanê. Dcma cw heyşt salî bû bavê wî wefat kiriye. Wî zarotî û, ciwaniya xwe di nav belengaziyeke giran da darbas kiriye. Seydayê Keleş çend salan xwe li xwendina dini digre lê wê demê, bi Cigcrxwin ra dibe nas, li Sûriyê dikeve nav rêzên Hizba Şûi (Kommunist). Paşê ji xebata xwe ya siyasi di nav rêza Partiya Demoqrat a Kurd da didomine. Ji sala 1958 şûnda ew ji wek Cigerxwin, ji bo şiyarkirina gel li diji zulmê, li dijî beg û axan, şêx û melan, dest bi nivisandina helbestan dike. Seydayê Keleş di reça Cigerxwin da, bi ramanên welatparêziyê, ji bo xilasiya zehmetkêşan, ji bo azadiya Kurdistan'ê dixebîte. Wî jî wek Cigerxwin gelek êş û zordestî dîtiye, nivisandina helbestan, li wi ji hatiye qedexekirin, çendi çend caran diwana wi jê standine, şewitandine, nehiştine ku bi serbesti dengê xwe bigihine gelê xwe. Vaye diwana wî ya yekemîn ronahî dit. Zulm û zordestî wê nikaribe dengê şairên me, edîb û hunermendên me bifetisine.... |