Stranên kurdî, bona komên sazbenda
Cemîla Celîl
Înstîtûta Kurdzaniyê
Kûrd li Rojhilata Navîn û Nêzîkyek ji kevntirîn gelê zemîne. Dîrok û serpêhatîya wê heta roja îro bûne mijûlîya zanîyarên dinyaê. Kurdistan ser xaçerîya îranê, îraqê, Sûrîyaê û Turkîyaê, navbera van herçar welata beş-beş bûye. Ew dora 500 hezar çargoşe kîlomêtr erd digre nava xwe. Ser erdê Kurdistanê dora 40 milîyon meriv dimîne. Ewana bi çar zaravê kurdî yên mezin: kurmancî, soranî, zazakî (dimilî) û hewremanî diaxivin. Kurd bi van zarava çanda xweye gelêrî bi hezaran sala hûnandîye û meşandîye. Zargotina kurda, hunermendîya mûzîqa wê heta roja îro jî nek tenê kêf û eşqa gelê dorberê xwe anîye, lê usa jî bûye çevkanî bona sêwirandina stranê wana. Mûzîka kurdî, wek rojê buhurî, yên îro û yên bên, ber çevê me ye.
Ew şedetya wê ye, wekî mûzîka bona kurda tiştekî ... |