Xoybûn
Mihemedê Mele Ehmed
Kovara zanîn
Kurdistan - welatê Kurdan - ya ku di roj heiata - navî de cihekî cuxrafi, siyasî giring heye. Bi çiya, deşt û newalên xwe ve hemû bi samanên xweristî gelek dewlemende wek: Nift, hasinê xav, kûmira kevirî, fosfat, risas, zêr, zîv, zemîx û komir... t.d.
Bilî vê jî sedema ku Kurdistan li ser rêya baziraganî a kevin, li navbera rojhelat û rojava diket, dibû cihê gelek pirojeyên dagîrkerî. Ev cihê giring, ev samanên xweristî ên zehr, histin ku Kurdistan di nav xîşkebazên koledarî de giringîyeke mezin bigre. Û ew dewletên ku tihnîyê serdestî, dagîrkerî û sûdmendîya xwe bûn; av bi devê wan diket.
Ji vî cihê (ciyo - siyasî) giring ta ji me bêt emê komelê Kurdistanî ji gelek layan ve vekolin.
Şerê (çildêran) yê ku li 23 yê-tebaxê li sala 1541 an, li navbera şah simayilê sefewî û siltan Selîmê yekê ê Osmanî ku çêbû, di diroka Kurdi de gelekî giringe. Çûnke di pey vê bûyera dîrokî de guherîneke ... |