Éditeur : Nûdem | Date & Lieu : , Stockholm |
Préface : | Pages : 72 |
Traduction : | ISBN : 91-88592-26-X |
Langue : Kurde | Format : 122x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 3703 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions:
Xezal Bihar bû. Bihara Elegezê ya kin û bi gulan xemilandî, bû. Yên çûne Elegezê dikarin wê wextê wek cinetê xweş bi bîr bînin. Ew dikarin wê dema ku kulîlkên bînxweş dibişkifin, wê dema ku bîna gul û sosinan li her alî belav dibe, bi bîr bînin. Ew gulçîçekên ku ji meriv ra dibişirîn. Lê ew xulexula ava kaniyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û baniyan? Ew cîhê ku çîveçîva çivîk û qebeqeba kewan jê kêm nabe, dengê çivîkan, qebeqeba kewan tevî dengê stranên qîz û xortan dibin û bi pêlên hewayê ra diçin, heta ku digihîjine cîhên dûr... |
Table des Matières | ||||