Versions- Têkoșer, n°43 [Bruxelles, 1989]
- Dossier Kurdistan [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°42 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°41 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°40 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°39 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°38 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°37 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°36 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°35 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°34 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, n°33 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, n°32 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, n°31 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, bilan 1985 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 30 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 29 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 28 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 27 [Bruxelles, 1984]
- Têkoșer, bilan 1984 [Bruxelles, 1984]
Têkoșer, n° 7 - 8
Têkoșer
Compte d'auteur
Ka Welat û Al û Ol
Ey felek kanî li ku man ew welat û al û ol; Çavbelek kanî li ku man bûne xanim tog û tol.
Kanî ew xortên di bengî kanî ew kalen bideng; Ketine bin xeşma û rengî pir dinalin polepol.
Kani sorgul, kanî bilbil tev de mane mest û dîl, Deşt û zozan mane bê av tev çiya û ça û çol.
Kanî bax û kanî bîstan, kanî dar û kanî ber; Kanî ew rez, kanî ew pez ka dewar û. cot û col
Kanî şêr û kanî ejder, ka piling û ka egîd; Kanî roja cejn û şadî, ka li kû ne hêl û hol,
Koç û koçer tev ne mane, bire û heywan hilweşîn; Ax li zozanê me rengîn, ka li kû ne kon û kol.
Ka Ferat û kanî Xabûr kanî Dicle kanî Zab; Kanî gola Wân û Nazûk, kanî ewqas gêr û gol.
Kanî gor û kanî lor û kanî bext û kanî zaz. Ka Șikak û kanî Asît, kanî Mil û Zil û Zol.
Kanî Kerman, kanî Kerkük, kanî Wan û Erzerom. Ka Kelîs û ka Melatya, tev de bûne xak û xol.
Wan neyaran kirne wêran tev de kuş tin xan û beg. Dê ji wan bigrim bi destê xwe ko nemrim doz û tol.
Ey Cegerxwîn bes bibêje fort û pesnan hilde xwe. Pir di vê rê de çirandin van egîdan sal û- sol. |