Amed Erdnîgarî Dîrok Çand
Amed Tîgrîs Yildiz Çakar
Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Amed li bakurê Kurdistanê di navbera 37°30 - 38°43 hêlîpan û 40° 37-41° 20 hêlîlaran de ye. Navenda bajêr ji deryayê 650 métré bilind e. Mezinahiya qada axa parezgeha Amedê 15.355 km2 ye. Li gor statistîkên sala 2010an nifusa navendê 834.854, gundên wê 51..517 û navend bi gundên xwe ve 886.371 e. Nifusa parezgeh a Amedê bi hemû bajarok û gundan ve bi gişti 1.528.958 e. Tixûbên parezgeha Amedê li rojhilat bi bajarê Êlih (Batman), li bakurê rojhilat bi Mûş, li bakur bi Çewlik û Xarpêt, li bakurê rojava bi Meletiye, li rojava bi Semsûr û Riha û li başûr jî bi Mêrdînê ve ye. Li bakur zîncîra çiyayê To- rosan, li rojava çemê Ferad û çiyayê Qerecdaxê (Kaşyarî)2, li başûr çiyayê Mêrdînê û li rojhlat jî çemê Êlihê tixûbên parezgeha Amedê yên siruştî ne. Wek parezgeh ji rojava heta rojhilatê bakurê Amedê çiya ne. Çingûş, Çêr-mûg, Erxenî, Gêl, Pîran, Hêne, Hezro, Licê û Pasûr li herêmên çiya ne. Di nav van bajarokan de, bakurê Erxenî, Gêl, Karaz û Farqînê çiya û başûrên wan jî deşt in. Bismil, Çinar û gundên navendê li deştê ... |