Waneyên Muzîkê
Kamîran Îbrahîm
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
1. Pênaseya Muzîkê: Ji hevgirtina wan dengên lihev ku di derûna mirovî de afirîn pêk tê û di jiyana mirovan de berbiçav dibe. Bêjeya muzîkê ji bêjeya bi Yewnanî “miyuz’ê tê ku “miyuz” di efsaneyên Grekan(Yunana Kevnar) de yek ji xwedawendên helbestê ye. Wateya terma muzîkê di roja îroyîn de ji ya serdema kevnar cuda ye, ji ber ku peyva muzîkê ji aliyê Grekan ve, bi wateya "hunereke berfireh" dihat bikaranîn û ji gelek warên hunerê; helbest, sema, şano, stran û amûrlêdanê pêk dihat, lê di serdema me de, tenê ji bo stran, kilamgotin û lêdana amûrên cur bi cur tê bikaranîn. 2. Muzîk Zimanekî Cîhanî ye: Çawa ku zimanê axaftinê yê asayî ji bo rastnivîsa peyv, hevok, babet, rapor û...hwd xwedî tîp û nivîsên taybetî ye, zimanê muzîkê jî ji bo nivîsandina awaz û parçeyên muzîkê, xwedî nîşaneyên taybet e û ew nîşane jî bi nîşaneyên muzîkê, dengên muzîkê yan jî pileyên muzîkê têne binavkirin. ..... |