Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês
Wezîrê Nadirî
Compte d’auteur
Di vê kitebêda sê pirtûkê helbestvan, nivîskar, dîrokzan, zimanzan û xebatkarê civakîyêyî navdar Wezirê Nadirîye bedewetîyê - “Nûbar”, “Reva jinê”, “Welat û Hezkirin” kîjan ku salê cuda-cuda da hatibûn weşandinê, di wê pirtûkêda cîyê xwe digrin. Sed heyf ku kitêba W. Nadirîyê “Zimannama Kurmancî”, kijan ku sala 1947-a hatibû weşandinê me pêyda nekir ku ji nuhva biweşînin. Em gumanin ku emê wê kitêba bi tomerî careke dinê çap bikin û bigînin nesla nû. Yek jî têza (dîsêrtasîya) wîye doktorîyêye ku derheqa dîwana helbestvanê Kurdî mezin, klassikê wêjeya kurdayî qurua XII Melle Ehmedê Cizîrî û çend helbestê wîye ne çapkirî emê cap bikin, paşwextîyê bigîhinîn destê xwendevanê hêja. Vê kîtêbêda her waha derheqa jiyan, kar û xebatê mamosteyê mezin bi zimanê kurdî û ûrisî agahiyê berfireh hatine dayîn. Kitêbêda usa jî bîranîne hemdeman, helbest û hevpeyvînê ku rewayî W. Nadirî kirî çî digrin. |