Éditeur : Nûbihar | Date & Lieu : 2013, İstanbul |
Préface : | Pages : 288 |
Traduction : | ISBN : 978-605-5402-88-4 |
Langue : Kurde | Format : 165x240 mm |
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bar. Far. (2) N° 3521 | Thème : Général |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Farqîn: Silvan / Silîvan Berbidestê sibê em gihîştin “Miyafarqîn”, Tîgranokertaya ku zemanek paytexta qiralên biqudret ên Ermenistanê bû. Sûr û bircên wê bi awayek pak li piya mane, bircên bedew ên di kela hundir de bêguman nîşan didin ku cihên rûniştina dûajoyên Ardeşîr bûne. Bajar li qûntara herî jêra çiyê hatiye avakirin, ji vê qûntarê çemek bi aveke gurr derdikeve, bi çiv û fetlanekên delal di deştê de derbas dibe û ber bi Dîcleyê ve diherike, lêbelê di nav bajêr de bi tenê kavil û şopên tezeyên cenga wêranker a bi zehmetiyên mezin ên ji bona serî li Kurdan bitewînin ku di demek nêzîk de çêbûye, têne dîtin. Ev dagirkerî -ne bi tenê kesên destbiçek-lê bûbû sedemê kuştina bi hezaran belengaz, jin û zarûkan; bi hezaran gund wêran û berhemên keda bi salên dûrûdirêj tune kiribû. Eger birêvebiriyek qenctir şûna serbixwebûna Kurdan negire ewê serweriya vê carê jî mîna yên gelek carên berê derbasokî be ku heta meriv bi fikirandina wê jî diêşe. Rojen Barnas / Mehmet Gemici, li Farqînê, di çiriya paşîn a 1944an de bûye. Xwendegehên destpêkî û navîn li Farqînê, Lîse û Enstîtuya hînkariyê, li Diyarbekirê xwendiye. Di 1966 de wek hînkarê koma edebiyatê dest bi kar kiriye û li hin xwendegehên navîn û lîseya Silîvan xebitiye. Ji ber xebat û tevgerên xwe yên welatparêzî, şoreşgerî û sendîkayî (TÖS) bi doza D.D.K.O.ya Silîvan di 5.5.1971 de ji aliyê îdara leşkerî ve hatiye girtin, pê re hatiye mehkeme kirin û jê du sal ceza xwariye. Li ser vê, agahiya fereh di vê pirtûkê de heye. |
Table des Matières | ||||
|