Osman Sebrî
Heyder Omer
Evra
Eger em bibêjin ku Osman Sebrî di tevgera azadîxwaza gelê kurd de, bi gelemperî û li Jêrxetê bi taybetî, gelekî navdar e, hergav di navenda guftugoyên, ku di vî warî de dibin, de ye, xebata wî pirr cure ye, gelek cefa di ber bîr û baweriyên xwe de kişandî ye, û hevaldozê hizra hevyariya xebata çekdarî, rêzanî û nivîsînê bûye, em hîngê hizreke nuh bernadin holê, ji ber ku gelek kesan ev yeka beriya me dubare kirine. Lê kesayetiya wî, cureyê pûnijiya wî, babetên wêjeya wî, û huneriya nivîsîna wî heya îro bala kesî nekşandine. Helbestvanî û nivîsevaniya wî ta çi radeyê ye? Şopa wî di van waran de çiye? Cîgehê wî di rêveçûna helbest û pexşaneya kurdî de, nemaze li Jêrxetê, li kûderê dimîne? Û gelek pirsên din, ku di navenda nivîsevaniyê de digerin, ta îro jî bê bersiv mane. Ev lêkolîn berxwe dide, da bersivên van pirsan bide. |