Éditeur : Nefel | Date & Lieu : 2002, Stockholm |
Préface : | Pages : 138 |
Traduction : | ISBN : 91-973195-5-4 |
Langue : Kurde | Format : 150x258 mm |
Code FIKP : 3543 | Thème : Sociologie |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Folklor û jinên kurd Rengînî û dewlemendiya folklora kurdî ji zû da bala rohilatnas, kurd-nas, folklorîstan û gelek kesên mayî kişandiye ser xwe. Mirov nikare folklorê tenê wek çend berhemên hinerî bihesibîne. Folklor serboriya civatekê ya dîrokî, civakî û hinerî ye. Folklor pêşketina zimanê wê ci-vatê nîşan dide. Ev yek hemû di nav folklorê de gihiştine hev, di nav hev de hatine honandin, di dawiyê de defîneke çandî pêk anîne û bûne serkaniyên xurt. Akademîsyen û pisporê folklorê yê ermenî A. T. Ganalanyan vê dewlemendî û rengîniya folklora kurdî wek »ansîklo-pediya civata kurd ya jîyînê« bi nav dike. Ji ber vê yekê mirov nikare peyva folklor û jîyînê ji hev bide cida kirin. Mirov dikare bibêje ko folklor bi xwe jîyîn e, lê belê jîyîneke ko hiner û edebiyat ji xwe re kiriye pêlekan... |
Table des Matières | ||||
Nêverok |