Tirêj, hejmar 3
Şêla siyasi, derxιsûsa zman de
Sarxas Arda
İro, çı bıgre li pişti peleyên dιnê; ji hev veqetandιna zmanê nιvisanê û ya zmanê axaftιna ne maye. Lı her welati, li her poleyi zmaneki heye; zmanê neteweyi.
Zmanê bilιnd an zmanê nıvisanâ ya aristoqrat, jıyana xwe bı şoreşa bûrjiwazi qedand, tevi klasizmê ket nav rûpelên diroka vijeyi. Bi biwêjeki dιnê gotιna wi bivê; zmanê bιlιnd, bı paşi lêhatιna bandêrιya (hegemonya) çina feodali, pelιşi, ji hev belav bû, zmanê gelêri digel axaftιniyê bû zmanê nιvisanê ji.
Bûrjiwazi, nιviskarên burjuvazi; bo domandina pergala xws ya.mêtιnkar û sewsi kırιna geli, bi zmanê gelêri xitabi geli dıkιn. Niviskarên pêşverû, welatparêz, şoreşger ji bo hışyar kırına geli lι hember pergala mêtιnkar û mêtingehkarιyê bî zmanê gelêri angobizmanê xwe xitabi geli dıkιn. Her dû ali ji di xitab û muxatab de dıgıhijın hev lê di birûbaweri de Ji hev vediqetιn. Ji ber vi, zmanê mvisani ji zmanê axaftinê, ji ya gelêri di haymana me de venaqete. Divê veneqete ji... |