Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2001-01-01, İstanbul |
Préface : | Pages : 169 |
Traduction : | ISBN : 975-8637-12-6 |
Langue : Kurde | Format : 130x190 mm |
Code FIKP : Liv. Ku. 5194 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Mirovên hejar "Edîtorê Mîlanoyî yê ku wergera îtalyanî ya Mirovên Hejar çapkiriye dîbêje ku ev berhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wî ye. Ez nizanim ku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mîn ew ji bo herkesî nivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya, Fransa, Îrlanda hatibe nivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, îtalya, Almanya û hwd; çawa ji bo împeretoriyên ku li ser milên hejaran hatine avakirin hatiye nivîsîn wiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn. Pirsên civakî sînoran nas nakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînên bêsînor ku hemî rûdinyê digrin, li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan ho venadin, ranawestin qet. Li her ciyekî ku nîjada mirov nezan û bêhêvî ye, jin ji bo nan xwe difiroşe, zarok ji ber peydenekirina pirtûkeke perwerdekirinê û agirekî germ êşê dikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe û wiha dibêje: Ez ji bo we têm, derî vekin li min. Victor Hugo |
Identité | ||||
avesta / KLASÎK: 109 / 4
VICTOR HUGO - Di sala 1802'an de ji dayik bûye. Hê zaro bû li gel dê û bavê xwe diçe Îtalya û Îspanya. Di 1817'an de di pêşbaziya helbestan a Akademiya Fransa de dikeve derecê, piştî sê salan di pêşbaziya Jeux Floraux de pleya hostetiyê digre. Sala 1822'yan dizewice û pênc zarokên wî çê dibin. Piştî xelata "Legion d'Honneur" distîne; li gelek welatan digere. Di 1841'ê de ji bo Akademiya Fransa tê hilbijartin Piştî çar salan dibe senator. Ji 1851'ê pê ve ew êdî penaber e. Efûwê red dike. Bi hilweşîna împaratoriyê re (1870) vedigere Parîsê. Demeke din jî senatorî dike. Di sala 1885'an de dimre; bi seremoniyeke netewî wî vedişêrin. Wek roman, şiîr û teatr gelek berhemên wî çap bûne. |