Hêvî her dem neye
Hesen Huseyîn Denîz
Weşanên Do
- "Yaw ma hûn fêm nakin, wê sibe operasyon derkeve, pêwîst e em dûr bikevin."
- "Operasyon derkeve jî wê li ser nuqteya şikêran a em jê hatin çêbibe. Bawer nakim jê û vir ve were. Heta xwe berdin nuqtê û li nava şikêran bigerin, ji xwe wê bibe êvar û pê re negihên ku ber bi vî alî ve werin. Emê jî êvareke din bi rehetî rêka xwe qut bikin û hevalan hilgirin saxlemiyê."
- "Wele însanên din jî wekî we nakin. Çima em îşev nameşin xwe ji çepera operasyonê navêjin der ve, çima emê li hêviya şeveke din bimînin?"
- "Bawerke kabên min naşixulin ku ez deh gavên din bimeşim. Va ye ez li vir rûdinêm û hûn dixwazin biçin, dixwazin bimînin."
- "Heval rabin, wiha nekin, hûnê me bidin îmhakirin."
- "Tu jî xwe zahf ditirsînî lo, em van deran piç û piç dinasin. Ku em dibêjin çi nabe, bizane ku çi nabe." |