La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hub û xebat


Éditeur : Hayneșîrat Date & Lieu : 1962, Êrêvan
Préface : Ê. Û. BekoêvaPages : 52
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x200 mm
Code FIKP : Br. Ku. 1736Thème : Poésie

Hub û xebat

Hub û xebat

Nûrî Hîzanî

Hayneșîret


Șewq alavê steyrkêd r'engîn
Li p'aytextê me p'er'vedan;
Ew qur'lt'a partya Lênîn,
Bi bejna xwe hate meydan.
Bejnblindê bi zendê zerb
Zendêd mîlîon p'ale, gundyan,
Ku șên kirin qûm û qir'ac
Bi xêr û be'r û gulistan.
Dengê mator û mașînan

.....


Serecem

Derheqa avtorda / 3
Qur'lta meșûr / 5
Dengbêjêd berê û êd niha / 7
Șagirtêd minr'a / 10
Wezîrr'a / 12
Șûșan / 15
T'ûran / 17
Nazê û Cindî / 21
T'êlî / 25
Hrazdan / 27
Sînem / 30
Kêrîk ji poêma "T'arîxa mîrê Miksê / 34
Feqîyê Tyeranr'a / 39
Kerîk ji poêma "Dêrsim" / 42
Kazaxstan / 44
Șeveq / 47


DERHEQA AVOTRDA


Nûrîyê Hîzanî (Hovakîm Mark'aryan) s. 1896 li qeza Hîzanê gundê Xakêvêda ji dya xwe bûye.

Xwendina xweye bilind Êrêvanêda stendye. Hevalê Nûrî salêd t'estîqbûna huk'umeta sovêtîêye Ermenîstanêye pêșinda êpêce xebat kirye di dereca pêșdaçûîna medenîeta cimae'ta k'urdada. Salêd 1929-1937-da Nûrî Têxnîkûma K'urdaye Pêdagogîêye tezeteșkîlbûyîda xebitîye çawa dersdar û wêr'a t'evayî gele k'itêbêd dersa bona șagirtêd k'urda tercimekirye.

Nûrî bi dil û eșq e'mrê cimae'ta k'urdar'a girêdaîye. Xwendevanêd k'urdar'a Nûrî usa jî e'yane çawa nivîsk'ar û șaîr. Sala 1935-a r'onaîdibîne berevoka serhatyêd wî bi sernivîsa "Șeveqa sibê".

Nûrî ber ç'e'vê xwe dîtye e'mrê cimae'ta meye zelûlîyê berî r'êvolyûsîaê û e'mrê wêye gulveday pey r'evolyûsîa oktyabrêr'a.
Poet șiêrêd xweda h'îmlî derhega e'mrê cimae'ta sovêtîêye îroînda dinivîse, destanînêd mer'a șa dibe ("T'uran", "hrazdan", "T'êlî", "Kazaxstan").

Avtor syûjêa çend șiêrêd xwe ji folklor û terîqa cmae'ta k'urda hildaye; ew șiêrêd wî derheqa șer'k'arîya cimae'ta k'urda miqabilî zeftekçîêd R'omê û welatêd dindanin. ("Dêrsim"), derheqa biratya du mile-têd cînardanin-ermenîya û k'urda ("Mîrê Miksê").

çend șiêrêd berevokê derheqa evîntîêdanin.

Ê. Bek'oyêva



QUR'LT'A MEȘÛR

Șewq alavê steyrkêd r'engîn
Li p'aytextê me p'er'vedan;
Ew qur'lt'a partya Lênîn,
Bi bejna xwe hate meydan.
Bejnblindê bi zendê zerb
Zendêd mîlîon p'ale, gundyan,
Ku șên kirin qûm û qir'ac
Bi xêr û be'r û gulistan.
Dengê mator û mașînan,
Dertê h'eta e'rșê e'zmîn.
Firqa usa eșq û guman
P'eyda nabe li vê dinyayê:
Ew r'êbarê t'arîx zeman
Em derxistin ber șeveqê
Zivr'andîye çerxê zemîn
Berbi r'ya komûnîzmê.
Evê nêt û qirara Lênîn
Û merema vê qur'lt'ê.
Ji dinê hildin zor bû zulmî
Mletbazyê h'ezar r'engî,
Nislê t'eze hatne meydan
Bi r'ukh'û dilê Lenînî.
Her der xebat û e'dlayî.

.....



 

 

Nûrî Hîzanî

Hub û xebat

Hayneșîret


Hayneșîret
Hub û xebat
Nûrî Hîzanî

Êrêvan - 1962

R'edaktor û korêktora kontrol Ê. Bek'oyêva
Șikilk'êș An. Gasparyan
R'êdaktorê bedewetîê P. Bêdrosyan
R'êdaktorê têxnîkîê Ê. Axîryan

VF 06068 / T'embe 660 / Tîraj 500

K'ag'ez 70X108 1/ 32 Belgneșirê mengenê 1,62
Belgneșrê neșîretê 1,4
Bona neșirê hatye spartinê 18/IV 1962
Bona çapkirinê hatye qolkirinê 17/VIII s. 1962
Qîmet 7k

Çapxana I-ê îdara haypolgrafhratê,
Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan n° 65, s. 1961



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues