Éditeur : Nûdem | Date & Lieu : , Stockholm |
Préface : | Pages : 72 |
Traduction : | ISBN : 91-88592-26-X |
Langue : Kurde | Format : 122x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 3703 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions:
Xezal Bihar bû. Bihara Elegezê ya kin û bi gulan xemilandî, bû. Yên çûne Elegezê dikarin wê wextê wek cinetê xweş bi bîr bînin. Ew dikarin wê dema ku kulîlkên bînxweş dibişkifin, wê dema ku bîna gul û sosinan li her alî belav dibe, bi bîr bînin. Ew gulçîçekên ku ji meriv ra dibişirîn. Lê ew xulexula ava kaniyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û baniyan? Ew cîhê ku çîveçîva çivîk û qebeqeba kewan jê kêm nabe, dengê çivîkan, qebeqeba kewan tevî dengê stranên qîz û xortan dibin û bi pêlên hewayê ra diçin, heta ku digihîjine cîhên dûr... |
Identité | ||||
Sîma Semend Tîpguhêziya ji kirîlî: Şefîk Kaya Weşanên Nûdem: 26 © Weşanên Nûdem Navnîşan: Tel û Fax: 8-583 564 68
Sîma Semend di sala 1933’an de li navçeya Axbaranê (Sovyeta kevin) hatiye dinyayê, di sala 1958’an de fakulteya filolojiyê li unîversîteya Êrêvanê xelas kiriye û paşê bûye redaktora beşa kurdî ya radyoya Êrêvanê. Ew heta niha jî di wî karê xwe de dixebite. Sîma Semend bi prosayê dest bi nivîskariyê kiriye û nivîskariya xwe bi prosayê jî berdewam dike. Wê heta niha du pirtûkên çîrokan nivîsandiye û di antolojiyan de jî cih girtiye. Weşanxaneya me Xezal ku cara pêşî di sala 1961'ê de bi tîpên krîlî li Êrêvanê hatibû weşandin, bi niyeta teşwîqkirina keç û jinên kurd, bi serbilindî pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî dike. |