Dîroka Kurdistan: Bikurtebirî
Ekrem Cemîl Paşa
Enstıtuya Kurdî ya Brukselê
Ji berê da dîroknivîsên roava û rohilat di nivîswarên xwe yên dîrokan da ii ser Kurdan peyivîne. Lê, heya van demên nêzîk tu nivîswar li ser dîrokgişa kurdî ne hatibû çap kirin. Bi zanîna me, kesê ku cara pêşîn ”dîrokgiş"a kurdî nivîsiye û belav kiriye ronakrewan (merhûm) Emîn Zekî Beg e. Emîn Zekî Beg kî ye û li ku xwendiye ? Emîn Zekî Beg Kurdê Iraqê ye, di dema Osmaniyan da ji debistana (*) "Ruştiye" ya Suleymaniyê û debistanên Istanbûlê yên şerevanî (harbiye) û bingehceng (erkaniharbiye) guwahnave (şehadetname) biriye. ..... Ekrem Cemîl Paşa (Diyarbekir 1891 - Şam 1974), di 1912 de, tevî hevalên din, rêxistina xwendekarên kurd Hêvî li Stembolê danî. Piştre çû Ewropayê, li Lozan û Gandê hendese xwend. Di 1918 de li Diyarbekirê bû serokê Kurdistan Cemiyeti. Di 1920 de hat girtin. Di 1922 de vegeriya Diyarbekirê. Di 1925 de, di dema serhildana şêx Seid de, çar sal hat girtin. Di 1929 de çû Sûriye û Kurdistana Sûriyê. Di rêxistina Xoybûn de xebat kir. Di 1932 de, alîkariya kovara kurdî Hawar kir. Ji 1940 heta 1946, bû nimînendeyê Xoybûnê. Di 1962 de çû Kurdistana Iraqê. Di 1972 de ev pirtûk bi kurdî û piştre bi tirki nivîsî. Di 1973 de jînenîgariya xwe bi tirkî, “Muhtasar Hayatim ’, nivîsî. |