PÊŞGOTIN
Ger, çiqas ez jiyana Hamêd Bedirxan, kêlî bi kêlî wek tenteneyekî hûnandî verşînim, yan hevde bi hevde wek rêsê teşiyekê bizîm û bidûnim, ez nikarim serpêhatiyên temenê wî di rêzên pêşgotinekê de vebêjim. Lew ez dê bi kurtî hin bûyerên girîng ku di jiyana wî de gevizîne, di danasîna vê berhemê de rêz bikim. Hamêd Bedirxan, Di sala 1924an de, li gundê Şiyê, di hungilka çiyayê Hesê Xidir de, li devera Efrînê, li rojavayî kurdistanê, bi navê Hemîd kurê Mûrad kurê Hesê Xidir, hawar û qêrîna xwe ya yekemîn li jiyanê kir û çavên xwe dan ronahiyê.
Hîngê bavê wî mamosteyê zarokan bû. Piştî bûyîna Hemîd bi çend salan, mala xwe bar kir welatê Tirkiyê û li bajarokê Qirixanê cîwar bû, li wir dikeve dibistanên wê herêmê. Pişt re Hemîd berê xwe dide bajarê Stembûlê û li zanîngehê beşê wêjeyî -zimanê Tirkî- bi dawî dike.
Ta wê hîngê, têkiliyên xwe bi pir kesan re xort dike û dost û hevalên wî di nav çîna rewşenbîr û xwendevanan de pir dibin. Ji wan kesan ez dikarim çend navên yekta bînim ziman. Mûsa Enter, Nazêm Hîkmet, Ezîz Nêsîn û mamosteyê wî Memdûh Selîm. Piştî armanc û hêviyên wan bi hev re dimeyin, ramanên mirovantiyê û Sosyalîzmê di hişê wan de diwerive, hemû bi hev re bi damezirandina partiyekê diponijin.
Bi rastî jî, ew partiya komonîsta Tirkiyê di hîngê de bi şêweyekî aşkere dikin. Di wê demê de, carekê bi hevalê xwe Evdîn Dîno re diçe Firansa, lê belê Dîno li wir dimîne û Hamêd vedigere Tirkiyê. Û ji ber ku bîrdoza Markês û Lênîn tev ramana sosyalîzmî li Tirkiyê qedexe bû, û bi wê egerê Hemîd ji hêla ewlekariya Tirkiyê ve tê girtin û dikeve zîndan û girtîgeha bajarê Enqera. Hîngê nav li xwe kiribû Hemîd Aragon û bi wî navî helbestên xwe di rojnameya "Gûnaydin" de diweşandin. Pir di zîndanê de dirêj nekir û bi alîkariya hevalên xwe, ji girtîgeha Enqera revî.
Di sala 1947 an de berê xwe da gundê Şiyê -cihê hawar û qêrîna wî ya yekemîn li jiyanê - û ji tirsa hêza ewlekariya Tirkiyê, newêrî vegeriya Qirixanê. Êdî Hamîd Aragon li Şiyê ma sêwiyê dê, bav û herdû birayên xwe Osman û Elî. Lê belê, Şiyê jî têra henaseya wî nekir û ti roj xweş lê nedîtin, ji ber wê yekê, berê xwe da Şam, paytexta welatê Sûriyê.
Li Şamê mamoste Aragon têkiliyên xwe bi çend kes yekta re çêdike û ji wan kesan malbata Elcindî, Seydayê Cîgerxwîn, mîr Celadet Bedirxan û hinek din. Rojekê di nav civatek rewşenbîr û xwendevan de, çêroka xwe ya Tirkiyê bi kitekitan hewal dide, li dawiya gotina wî, Mîr Celadet jê re dibêje: Mafir ku evqas navê Hemîd Aragon serê te dêşîne, bila navê te Hamêd Bedirxan be. Edî li Tirkiyê Hemîd Aragon û li Sûriyê Hamêd Bedirxan e.
Di sala 1951 an de dîsa vegerî gundê xwe Şiyê, hîngê mala bavê wî kiribûn dibistan û mamosteyê dibistanê jî berêz Reşîd Ebdulmecîd bûye -Reşîd jî ji gundê Hec Xelîl e, heval û hevmalê Naza Xelê ye - ew ya ku Hamêd dîwana xwe ya bi zimanê Erebî "Ele Dirob Esiye" diyarî wê kiribû-di wê demê de pêwendiyek xurt di navbera Helbestvan Hamêd Bedirxan û mamoste Reşîd de çêdibe û dema ku mamoste Reşîd Seydayê Cîgerwîn jî nas kir, dostaniyek germtirîn da dilê wan herduwan.
Hêdî hêdî mamoste Reşîd, Hamêd fêrî zimanê Erebî dikir. Meh û sal derbas dibûn û di deh salan de Hamêd helbestên xwe bi zimanê Erebî dinivisîne. Lê belê hevaltiyek di navbera wî û mala Reşîd Ebdulmecîd de çêdibe, ta ku digihîne pileyek mezin û radeyeke bi rûmet. Hamêd êdî pirtirîn dema xwe li mala wan derbas dike.
Ji hêla siyasî ve, Hamêd doza xwe ya sosyalîzmê bemeda û her tim di gotar û helbestên xwe de şoreşvanekî serkeş û serhend bû, lê dema ku rêjîma Sûriyê di sala 1971 an de hat guhartin û rewşa miletê Sûriyê bi vacî daxwaza mirov bû, Hamêd çû cem sekreterê partiya komonîsta Sûriyê Xalêd Begdaş û jê re got: Bibexşîn, ez nema dimînim endamek ji partiyê, ji ber ku ez dê temenê xwe ji nivîsînê re terxan bikim, lê belê heya roja mirina wî ramana komonîst û mirovantiyê di rist û helbestên wî de diyar e, û xûya ye her tiştê ku dinivîsand bêtir nêzî sosyalîzmê ne.
Çêroka fêrbûna Hamêd a rênivîsa Kurdî çawa bû?
Di sala 1973 an de, di payîza temenê xwe de, li mala Naza Xelê, Hamêd û Seydayê Cîgerxwîn her tim wek du kewan di qefesekê de dikirin qebqeb, gava Hamêd helbestên xwe yên bi zimanê Tirkî ji Seydayê Cîgerxwîn re dixwendin, Cîgerxwîn li hember wî sergerdan dima, Cîgerxwîn bi xanim Naza Xelê û hevalê wê Reşîd re digot: Ez tikan ji we dikim, ku hûn hewl bidin Hamêd xwe fêrî rênivîsa kurdî bike.
Bi rastî jî Naz û hevalê xwe ji Hamêd negerîn ta ku dîwana Cîgerxwîn 'kî me ez' bi xameya wî hat nivîsandin. Min bi xwe jî ew rûnivîsa ku Hamêd bi destê xwe nivîsandiye li mala Nazê dît, tevî ku min li kasêtekî vîdiyo jî temaşe kir û min dît çawa Elî Ebdulruhman tê de li ber Hamêd digere ku bi zimanê Kurdî binivîse, û weku dibêjin (Lome yan mera kûr dikin, yan jî, jîr dikin). Baş e ku tika û lomeyan helbestvanê me kûr nekir, na belê jîr kir û dest bi hûnandina ristên kurdî kir.
Di destpêka havîna sala 2008an de, gava Naza Xelê ez vexwendim mala xwe, li bajarê Helebê -li taxa Cemiyit Elzehra- da ku em li ser berhemên mamoste Hamêd rawestin û tevdîrên çapkirina wan bikin, min ew nas nedikir, ne ji dûr, ne ji nêzîk pêwendiyek di navbera me de hebû, ne jî berjewendiyekê em bi hev re girêdabûn, piştî dan û sitandinek bi haydan, û gelek vepijilandin û vepiçirandinek hûr, kûr û dirêj, helbet li ser jiyana wan bi H. Bedirxan re û li ser jiyana Hamêd bi şêweyekî taybet.
Li dawiyê, ez têgihîştim ku ew bi xwe sê gewde bûn, lê can û giyanên wan hersiyan yek bû. Di ber romana wê ya bêdawî re, li ser Hamêd min du caran hêsir barandin, tevî ku ez ji gundê helbestvan Hamêd Bedirxan im û min ew baş dîtibû, û du caran jî min serdana wî kiribû, lê bi rastî min ew nas nedikir, eger min Naza xelê nas nekiriba. Û bi kurtî jî ez dixwazim danasîna Hamêd bi çend gotinan vebêjim û diyar bikim. Hamêd Bedirxan mirovekî hêmen, xudan behre, dahîner, perwerdekar, çeleng û kexşe, berêz û hêja, helbestvanekî Kurdperewer, Kurdekî xêrxwaz, aştîxwaz û jînperest bû. Kesê ku dixwaze bêtir wî nas bike, divê ku Nazliya Xelîl û hevalê wê berêz Reşîd nas bike.
Hamêd Bedirxan, di helbestên xwe de, li seranserî cîhanê digere û hawar û qêrîna wî ezman hiltîne, û çendî mirovekî diltenik û dilter bû, hemû êş û keserên wî, kêşaya mirovantiyê, serbestiyê, azadiyê û serfiraziyê bû. U ji ber ku rola bindestiya gelan li tevayî cihanê ji wî re xem û qisawetek mezin bû, helbestên xwe di hemû waran de terxan kirine, bi ser de jî, wek Siyamendê Silîfî şerê (qederê) dike! Li aliyekî dil şoreş e, li aliyê din jî evîn û hêviyên zarokan e, carekê derziya destê jinên Vêtnamê ye, carekê başûq e li ezmanan perwaz dike, carekê dîroknas e, mamoste ye, helbestvan e, siyasetmedarekî serkeş û şîkar e, carekê evîndarekî dilniyaz û diljar e û pir caran jî razek kûr e. Carekê sêwî ye, bêkes e, carek din jî darek bi ber e. Di hin helbestan de zarok e, di hinan de pertûk e, û di hin dide jî kal e, xizan e, keçek fedok e. Hamêd di helbestên xwe de hewl dide ku bibe bayekî kur, li hemû daran û li her deran bigere, û çendî haya xwe ji êşa her miletekî hebû, û dizanî ku li her welatekî çi dibe, çi nabe, di demek ne (telêfon, ne tirambêl, ne înternêt) di destê wî de hebû.
Û weku jiyana Hamêd jiyaneka xweser bû, herwisa heibestên wî jî rengekî xweser û taybet didin, tevî ku babetên wî têvel in, û pir caran jî devser xwe dike, ku wek çemekî bi lehî xwe di gelî û newalan re berdide, da ku li deşt û dûzekê bimeye, iê wek tê zanîn çem ii ti (tu) deran ranaweste, ra ku têkeve deryayê jî, pêlan dide xwe. Û ji ber ku Hamêd di helbestên xwe de, wek deryayekê tim pêlan dide ser pêlan, û li seranserî sirûşt û jiyanê digere, lew jî min nav li dîwana wî kir Serdora Jiyanê.
Ev dîwan bi xwe du berhem bûn, yek helbestên rêzbend û yek jî helbestên serbest û azad bû. Lê ji ber ku her berhemek bi serê xwe kurt û kin e û ne pêkan e wek pirtûkek serbixwe derkeve, lew min herdu berhern kirin nav qabên pirtûkek bi du beşan.
Sebaret bi guhertinên ku di berhemê de çêbûne, min di navrêza pêşgotinê de got ku, Hamêd di payîza temenê xwe de fêrî rênivîsa Kurdî bûbû, ji lewre ne pêkan bû ku ji xefika çewtiyên rêzimanî û rênivîsî rizgar bibe. Min jî li gorî zanîna xwe hewl da ku ez van çewtiyan sererast bikim, lê hêja ye ku di hin movikan de hin çewtî bêguhertin bimînin, sedem jî girêdayî pêwîstiya rist û gewzîneriya wêjeyî ye.
Ji naveroka hûnandina helbestên Hamêd, mirov bi asanî bandora helbestvan û rewşenbîrên Kurd li ser wî radibihîse, nemaze Cegerxwîn, Eskerê Boyîk, Eliyê Ebdulrehman, Qenatê Kurdo, Qedrîcan û Celadet Alî Berdirxan... Hamêd di helbestên rêzbend de piraniya helbestên xwe li ser heşt kîteyan hûnandine! Helbestên wî jî bi piranî kin in û bi şêwazê sê-yek, du-du û çarmalik in. Di helbestên serbest de ku Hamêd tê de xwedî ezmûnek berfireh e, çunkê piraniya helbestên wî yên bi Tirkî û Erebî serbest in, mirov şopa helbestên rêzbend bi asanî dibîne, heke ne ji hêla kîteyan ve be, lê ji hêla mûzîkê ve rêzbendî pir pen û diyar e.
Hamêd bi zimanê xwe û bi rewşa baneşanê gazî û hawara xwe dibe hemû miletê kurd, ew dibe rewşenbîr, siyasetmedar, cotkar, mêr û jin... Ew dibe xaknîgara Kurdistanê, ew dibe şêwekar û wênekêşê xwezaya wê, ew dibe xewna keça Kurd, kul, keder û qêrîna wî sînorên Kurdistanê derbas dike, ew bi kesayetiya mirov digihêje quncikên herî tarî û çewsandî û dibe dengê bêdengan li vê cîhana bêdad. Ew dibe bazekî serbilind û helbestên xwe dike landika kulên cîhanê, hin caran berve başûr, hin caran berve bakur, hin caran berve rojava û hin caran berve rojhilat hêl dibe û diheje... hin caran xwe radihêje rûpelên Boşkîn û dixe nav lepên Hoşîmînî, hin caran xwe radihêje ala şoreşa Kobayê, û bi zarokên cîhanê re berxez dibe. Hamêd dibe qulingekî qanadbelek û çar demsalan li ser basikên xwe li çar kenarên rojgarê dike sîwan...
Kewara gencîneya Hamêd mişt e, lê ez naxwazim vê gencîneyê ji dêvla xwendevanan vebînim, bila ew tev beşdarî xewn û hêviyên Hamêd bibin û nîgarek xweş ji paşeroja Kurdistanê re diyarî jiyanê bikin, ku nameya Hamêd li erdê nemîne, bila ew nameya Hamêd radestî wan kiribû, radestî jiyanê bikin, bila jiyan her û her li ser xaka welatê rojê serdor bibe...
Li dawiyê, ez bexişandin û lêborîna xwe ji hest û hestiyên Mamoste Hamêd dixwazim, eger ev danasîna min ji berhema wî re, ne li gor daxwaza hêviya ku ew li bendê mabû, her wisa jî, ji xwendevanên ku di vê berhemê de çewtiyan dibînin.
Mihemed Cezawîr Hemkoçer
Payîza sala 2008 an, Efrîn Şiyê
Ronahiya Şoreşe
Buhar hate ronahî ye
Çiyan, deşt tev xemiliye
Şoreşa me kemiliye(1)
Werin îro cejna me ye
Bi sînor in bi al in em
Azadiye bêxem in em
Çekên me jî şûr û qelem(2)
Werin îro cejna me ye
Porreşa min porsora min
Azadî hate dora min
Welat welat serdora min
Werin îro cejna me ye
Nalîn nema qêrîn nema
Hevalino nexin xema
Ew şeva reş li şûn me ma
Werin îro cejna me ye
Ew dil û evîna me ye
Ew hiş û hunera me ye
Xezin (3) û hebûna me ye
Werin îro cejna me ye
1 Kemiliye: tekûz bûye, bi serî bûye.
2 Qelem: pênûs û xame.
3 Xezin: Semangeh, gencîne, cihê Ku zêran tê de vedişêrin
…..