Methelokên Hezretê Silêman
Civata kitêba miqedes ya yekbûyî
Bêrût
1947
1. Ev in methelokên Silêman, kurê Dawûd, qralê Israilistanê.
2. Ji bona hînbûna sehrezayî û rêz û rêzikan û ji bona sehkirina gotinên eqilmendiyê ;
3 Ji bona standina dersên çavvekirinê, pakdiliyê û çeyî û rastdiliyê.
4 Da ko mirovên adetî bibin fêris û xort bibin eqilmend û çavvekirî.
5 Bila eqilmend gub bide, pê zanîna wî dê bibe bêtir ù yê ko zêrek e pê bibe çêtir,
6 Da ko ew bikare bigehe mana Şîretekê an ma- mikekê û gotina bîreweran û axaftinên di wan seh bike.
7 Tirsa Xwedê destpêka zanînê ye ; yên bêkêr qe- drê birewerî û hînbûnê na girin.
8 Kurê min, bide pey rêz ù rêzikên bayê xwe û• dev ji şîretên deya xwe hermede ;
9 Pêkanîna wan ji te re gewher û ji stoyê te re. gerdinîyek e.
10 Kurê min, çaxa ko gunehkar dikin te ji rê derî¬nin, guh me de wan.
11 Heke wan got : were !,i me re, em ê bi gesda kuştinê kemînekê deynin pêşîya xelkê, ),i dizîka bidin pey bêsûçan û dirêji wan bikin ;
12 Bila, em mina agirê dojehê è xurt bi wan ke- vin ü weke gora ko miriyan dagurtîne wan daqurtînin ;
13 Em dixwazin dest bavêjin talanine hêja û pê malên xwe tejî bikin ;
14 Bila, para te jî tê de hebe ; ew talan wê bibe va me û ya te.
15 Kurê min, bi wan re bi rê me keve ; lingê e ji şîvereya wan bi şûnda bikişîne ;
16 Ji ber ko reya wan digehe xirabiyê û qesda wan a har rijandina xwîna bêçareyan e.
17 Bêfeyde ye avêtina torekê pêş çavên yên lie xwedî per û bask in :
18 Ew, xwe bi xwe kemîna datînin pêşîya xwe û çavnêriya rijandina xwîna xwe dikin
19 Dawiya hemî mirovên çavbirçî, ev e ; çavtengî xwediyê xwe winda dike.
20 Eqilmendî di nav kûçe û kolonan de ban dike, û di gasinan de bi dengekî bilind dipeyive ;
21 Di derîzana dergehê kelatan de, di nav komên mirovan de gotina xwe dibêje ; dengê xwedide bihistin ;
22 Gelî bêhi¢an, heta kengê hon dikin bêhiş bimâ- nin û dilê xwe bi henekan bi gotinine beredayî ~a bikin ù heta kengê bodile nefiran li zanînê bikin ?
23 Rûyê xwe bidin min û guh bidin Şîretên ko ez pê li we dişidînim ; ez pendên dil û canê xwe li we belaw dikim, ezê gotinên xwe ji we re bi- dim seh kirin...
24 Lê, herwekî ez banî we dikim û hon guh na dine min, û herwekî ez destê xwe didime we û tu kes vî destî na gire ;
25 Ji ber ko hon şîretên min davêjin pişt guhê xwe û hejî pendên min bi yên ko ez li we di- şidînim na kin ;
26 Ez jî, dema ko hon ê bikevin helaketê, dê bi- kenim ; ez ê henekê xwe bi we bînim, çaxa ko tirs û tomet dora we, ê bigire ;
27 Dema ko tirs mîna bazorekî bihna we dê biçikî- ne û kambaxî weke bablisokekî dora we wê bi¬gire û çaxa ko zarî ù tengasî zora we dê bibe.
28 Hingê, ew ê banî min bikin lê ez li wan vena- gerînim ; ew ê li min bigerin lê min peyda na kin.
29 Ji ber ko wan guh ne didan pend û şîretan û ne dixwestin tirsiyarê Xudayê xwe bibin ;
....