Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)

Agahiyên bikêr


Pirtûxaneya dîjîtal ji nivîsên li ser Kurdan û Kurdistanê pêk tê. Armanca wê ew e, ku bermayê çandî yê kurdî bike doneyên dîjîtal.

Pirtûkxane weke ciyê komkirina vî bermayê çandî bi awayekî ansiklopedîk hatibû pêşbînî kirin, pirtûkxaneya dîjîtal doneyên xwendinê pêşkêşî hemî xwendekaran dike.

Qadeke fireh a kronolojîk ku dikare piraniya doneyan bigre nav xwe: zanyarî û dîroka zanyariyan, aborî, hiqûq, siyaset, felsefe, edebiyat û çîrokên gerê, dîrok û etnolojî.  Xwendevan, ji mereqdarên besît heta bi xwendekarên xwendina bilind û lêkolîneran, dikarin lê di çapên kevn de, tekstên referansê, kovar û rojnameyên kêm û heta niha mirov nikaribû xwe bigîhanda wan peyde bikin.

Li ser malperê mirov dikare li gor xwegîhandina bibliyografîk a endekskirî lêgerînê bike; pirtûkxaneya dîjîtal her wiha derfeta lêkolîna li ser tekstê giştî,  li ser naveroka pirtûk û kovaran jî dide. Kronolojiya babetî dê dîmeneke giştî ya vê pirtûkxaneya dîjîtal raxe ber çavan û derfeta riyeke din a xwegîhandina koleksiyonan bide xwendevanan. Danasîneke giştî ya berhemên serekî li gel têkiliyên wan ên bi belge û dokumanên din re dê fersendeke din a lêgerînê bide, bi taybetî jî kesên nepispor.

Koleksiyonên tekstên dîjîtalîzekirî bi piranî ji nav tekstên ku bûne malê giştî hatine hilbijartin. Ew pirtûkxaneyeke ansikopedîk a zanyariyên mirovî û civatî ku tekstên orîjînal, çapên li ber wendabûnê, berhemên referansê û jimarên kovar û rojnameyên ji bo lêkolînê girîng ku mirov dikare xwe bi zorê bigihîne wan digrin nav xwe, pêk tînin.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar