The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora kurmancîê


Editor : Haypolîgrafhrat Date & Place : , Êrêvan
Preface : Pages : 302
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 140x220 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Literature

Folklora kurmancîê
Versions

Folklora kurmancîê [Kurdî, Êrêvan, ]

Folklora Kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2009]

Folklora Kurmanca [Kurdî, Yêrêvan, 1936]


Folklora kurmancîê

Heciyê Cindî

Haynêșîrat


Cimae'ta kurmanca nava sala û zamana gelek cûr'e-cur'êd folklorê hevanîye û e'frandîye. Bi zargotina bedewîê evê șikilkirîye șabûn û h'alê xweyî çetin, daye e'yankirinê t'emamîya e'mirê xweyî k'oçerîê-riae'tîê, e'det'ê kevn û t'eze, rabûn-rûniștandina xwe, șer'k'arîya xweye zadarîê pêșîya zorba, zevtekçîêd h'ukumetêd dereke, xunxur û k'edxurêd xweye hundur. Di nava wê lîtêratûra zargotinêye kevn û hert'im t'ezekirîye dewlemende h'izêmetîda têne k'ivșê xeba û zoraya wêye e'frandarîêye șewate k'ûr.

Eva berevoka p'arek xebata meye salane. Me bi h'izkirina dil her k'ilamek, her zargotinek p'iç'ûk li cîkî û wextekîda nivîsîye û îro jî dîsa bi wê h'izkirinê em vediger'înin ...


Serecem


Ji alîê hazirkir / 3

E'firandinêd êpîkîê
Mem û Zîn / 5
Binefșa Narîn / 43
Sêva H'ecî / 58
Xelîlê birazî / 63
Lawikê Kêr'ê / 69
Ferxê û Stîya Ala / 72
Ûsiv û Xezal / 95
Xatê xanim / 101
Dimdim-Xanê k'urda / 105
E'lîê xarzîya / 125
Karvan rabû / 138
Rûde've / 141
K'oarog'lî û Polîbeg / 153
Davît'ê Sasûnê / 157

Ç'îr'ok, mijûlî
Diranzêr'în / 161
Șatirșûman / 165
Gurganê kur'ê pîrê / 172
Kalê aqilbend / 178
Bav û kur' / 181
Dê û kur' / 183
Îro jî zirar kir / 183
Dewrana p'era / 184
H'usin, Gulsin / 185
Gur, rûvî, h'irç / 186
Me'r û rûvî / 187
Xezal / 188

K'ilamêd h'izkirinê
Wey kulmalê / 189
Kulmalê, ç'ya bilinde / 189
Êlê bașê / 189
Êlê zerîê / 190
Êlê bedewê / 191
Êlê kulmalê / 192
Kulmalê / 193
Lê yeman / 194
Lo ag'ayo / 195
Seyrana melle Musa / 196
K'ilama E'vdal û Gulê / 197
Zalim / 198
H'esoê Silîvî / 199
Hay delal / 201
Haylo delal / 202
Ha ho li min / 103
Dîlber / 204
Șîrinê / 206
Germa vê havînê / 207
Keç'ê dînê / 208
Wey t'êciro / 209
Xezalê canê / 209
Dilî dil be / 210
Wey p'alengo / 210
Ezê çûme Bașilkê / 211
Siba te xêr / 211
Derdê hewîê / 212
Hey kulmalê / 212
Van e'wra / 213
Dilê min / 214
Du zerîkan / 214
De wê Gulê / 214
Weylê / 215
Fîdan / 216
Te ç'e'vr'eșê / 216
Kanî kanîya / 217
Serê Sîp'anê / 217
Bejina k'awa min / 217
Dilê min helîne / 218
Baran / 218
Baran barî / 218
Çîlê / 218
Keç' xezal / 219
Dilê min nêze-nêze / 219
Ba tê / 219
Ez ne li virim / 220
Rûvî / 220
K'eleș cano / 220
Gede lawikê min / 221
T'axa jorîn / 221
Derdê min / 221
Qeme reșo / 221
Ez sêvim / 221
Îro șeșe / 222
Kavilê gundê me / 222
Te ç'e'vr'eșê / 222
Navê hespê gede / 222
Gede lawiko / 222
Dilê min / 222
Gede lawikê min / 223
Navê yara min / 223
Em himberê hev / 223
Germa Rewanê / 223
Hevraze / 223
Lawiko, ez bedewim / 223
Lawiko / 224

Kilamê govendê
Ez wê ger'yam / 225
Ç'e'vbelek / 226
Bazirnzîvê / 226
Zozan ber zozan / 227
Hewar bêrî / 228
Min h'eyran / 229
Narî / 229
Șevêd paîza / 229
K'îm, k'îm / 230
Keç'ike / 230
Leylê / 231
Bișêrî / 231
Nar, nar / 232
Șam-H'eleb / 232
Herdad / 234
Sînê, Sînê / 234
Yarim / 235
Wey baranê / 235
Ha Nelimê / 236
H'esiko / 236
Ez șêmîkê / 237
Zerdê / 237
Yar Geveze / 237
Hoynar / 238
Her Zerî / 238
Dînê / 239
Șêna min / 239
Zerî / 239
Lê, lê / 240
Lo dilo / 241
Lo dilo yeman / 242
Sînê / 243
Her çux / 244
Meyrikê / 244
Ez çûm / 245
Rûvî / 246
Mișk / 246
Her naê / 246
Wey, wey dîzê / 247
Her gulim / 247
Mamer / 248

Met'elok, têderxistinok, zûgotinok
Met'elok (mesele) / 249
Têderxistinok / 272
Zûgotinok / 281

E'frandinêd wextê sovêtîê
Lênîn / 283
H'ezar h'eyștsid h'eftê salê / 283
Rûbeyt / 284
Çi sibeke / 286
Moskva sor / 287
Êrêvan / 288
Hevalno / 288
Dewra berê / 289
Derê kolxozê / 289
Keç'ika kolxozê / 290
Kolxoz / 290
Semendê Sîaband / 291
Dilê min heylo, heylo / 292
Min dî / 292
Xwezla / 293


JI ALÎÊ HAZIRKIR


Cimae'ta kurmanca nava sala û zamana gelek cûr'e-cur'êd folklorê hevanîye û e'frandîye. Bi zargotina bedewîê evê șikilkirîye șabûn û h'alê xweyî çetin, daye e'yankirinê t'emamîya e'mirê xweyî k'oçerîê-riae'tîê, e'det'ê kevn û t'eze, rabûn-rûniștandina xwe, șer'k'arîya xweye zadarîê pêșîya zorba, zevtekçîêd h'ukumetêd dereke, xunxur û k'edxurêd xweye hundur. Di nava wê lîtêratûra zargotinêye kevn û hert'im t'ezekirîye dewlemende h'izêmetîda têne k'ivșê xeba û zoraya wêye e'frandarîêye șewate k'ûr.

Eva berevoka p'arek xebata meye salane. Me bi h'izkirina dil her k'ilamek, her zargotinek p'iç'ûk li cîkî û wextekîda nivîsîye û îro jî dîsa bi wê h'izkirinê em vediger'înin wê cimae'ta dengbêje e'frandar, t'enê bi forma nivîsarê, ne zêde.

Me guman heye, wekî eva k'it'êba t'eze jî, qinyatê k'îjanê cara pêșin têne neșirkirinê, wê ji alîê zimîn, bedewe'frandinê arîk'arîê bide lîtêratûra meye Sovêtîê, k'îjan bona kulîlkdaîna xwe awqa gelekî h'ewșê folklorêye jî.

Wextê hazirkirina berevokê em xebitîn, wekî xwendevanê massayî bidine razîkirinê. Bi wê nêtê jî me ji her e'frandinekê t'enê ç'iqlek (șaxek) hilda. Wê șûnda usa kir, wekî cûr'ê folklorê ze'fbin, çawa e'frandinêd êpîkîê (ê mêrxasîê, ê h'izkirinê), ç'îr'ok, k'ilam (ê h'izkirinê, ê govendê), met'elok (mesele) û êd dinê. Wanar'a t'evayî pareke vê berevokê jî ya wextê sovêtîêye, p'êșk'êșî Komûnîstîê, Lênînê Mezin, e'mirê kolxozîê, dêbajarê me kirî.

Bi wan e'frandinêd wextê me cimae'ta efrandar h'izkirina xwe dide k'ivșkirinê ber bi partîa Komunîstîê û h'ukumeta Sovêtîê, wekî her mecal-mik'an e'frandinê bona e'mirê wêî bextewar t'evî t'emamîya biracimae'têd T'ifaqa sovêtîê.



E'frandinêd êpîkîê

Mem û Zîn

K'oçikserak bi navê Ardawidê hebû; li k'êleka șeherê Muxurzemînê. Li ber wê k'oçikseraê qîkek dima. Ew h'eft sal bû, wekî qîzik wêderê dima. Rojekê ewê dît, wê sê syar ser be'rêr'a tên, hespê wana boz. Ew syar ber bi wê dihatin. Qîzik gelekî șaș ma û h'eyrî ma, got: "Gelo k'ê dîye hesp li ser b'erê bên, lingê wana avêda neçe". Syar hatin, ber koçikseraê peya bûn wana got:

- Qîza qenc, em hatine pey te. Gerekê tu mer'a k'arbî, emê bivin biger'înin.

Qîzikê pirs kir: - çir'a hûn kîne?

Gotin: -em delîlê bext û mirazanin.

Qîzkê got: -De wekî usane, syarbin brano, ezê bêm t'evî we.

Syar syarbûn. Yekî ji wana qîzik avîte t'erkûya xwe û li ser be'rê k'etin. Wextê çûne nîvê be'rê, qîz ze'f tî bû û av xwest. Ewî syarî milê qîzikê girt, nimzî avê kir, go:

- Xușkê, de avê bixwe.

Qîzê sê cara k'ulma xwe avêda kir xar. Wextê av xarinê k'efa b'erê jî k'ete nav dilê we. Hema bi wê k'efa avê jî qîz h'emle derk'et. Pey av xarinê wan syara qîz dîsa vege'andin anîn ber wê k'oçkê û çûn.

Ji wê șûnda qîz xwe h'isya, wekî h'emleye. "Ê, -go, yarebî, ev çi yek bû li serê min hat. Ez qîza bik'ur, ber vê zyaretê, dinya-rlem ji vir diçe, gelo wê çi bêjne min? ...

 


Heciyê Cindî

Folklora kurdmancîê

Haynêșîrat


Haynêșîrat
Folklora kurmancîê (Berevok)
Nivîsî û hazirkir
Heciyê Cindî

Êrêvan - 1957

R'edaktorê cavdar - H. Maxmûdov
Têx. rêdaktor - Ê. Axîryan
Korêktorê kontrol - Gar. Hakobyan

VF 00456 - T'embe 1140 / Tîraj 1000

K'ag'ez 84X108 1/32 Belgneșirê mengenê 18,75
Belgneșrê neșîretê 13,2
Bona neșrê hatîye spartnê 9/V, 1956 s.
Bona çapkirinê hatîye qolkirinê 18/I 1957 s.
Biha 6 r.

Neșirxana 1-ê Îdara Haypolîgrafhratê
Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan n°65, 1957 s.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals