The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Lewerger: Kovara wergera helbestê ya çarmehane - VII


Editor : Na & Kil Yayınları Date & Place : 2024, Izmir
Preface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 978-625-6678-21-7
Language : KurdishFormat : 175 x 215 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Yeq. Lew. (7) N° Theme : Literature

Lewerger: Kovara wergera helbestê ya çarmehane - VII
Versions

Lewerger: Kovara wergera helbestê ya çarmehane - V [Kurdî, Diyarbekir, 2024]

Lewerger: Kovara wergera helbestê ya çarmehane - VI [Kurdî, Izmir, 2024]


Kovara wergera helbestê ya çarmehane - VII

Miradê Miradan
Berfîn Huseynî
Yaqîn h.

Na & Kil Yayınları

Pirsan ji evînê mekin bê wê bidome yan na
Tu bi xwe dizanî ku nadome
Tu ji kê bipirsî jî
û tu çi bersivê bidî jî.
Ji dêvla vê pirsê, bipirse bê ka wê evîn
bi hechecikên biharê re bê yan na
ewên ku havîna xwe didarizînin
ta ku dikevin xewa payîzî û zivistanî
Pirsan ji ruhê evîndar meke!
Piştî ku biharek
û havînek were
payîz di ser hemûyan re dibore
giran û hişk
û sar...


Naverok

Pirsan ji evînê mekin - Herman Wildenway / 4
Rojên Hezîranê yên xweş - Detlev von Liliencron / 5
Evîna Min Mîna Guleke Sor Sorgevez e
Robert Burns / 6
Dayê Roniya Royê ye - Evelyn Tooley Hunt / 7
Nehêniya şevê - Else Laske-Schüler / 8
Rêzgirtin bo Guillaume Apollinaire
Blaise Cendrars / 9
Êdî na - Idea Vilariño / 11
Kulîlka dawîn a payîzê - Sonja Åkesson  / 12
Şewat - Bedir Şakir Elseyab / 13
Payîza beqê - Sylvia Plath / 14
Ji te hez dikim - Paul Eluard / 15
Deyîra şorba - Bertolt Brecht / 16
Neponijîn - Alberto Caeiro / 17
Li bîra min e dema batinî - Aleksandr Puşkin / 18
Nav - Neeltje Maria Min / 19
Hevtawan - Jorge Luis Borges / 19
Bi valêzê sivik - Hilde Domin / 20
Biyanî - Charles Baudelaire / 21
Roj nîn e îro - Rosamond S. King  / 22
Xiloxavî - Radoy Ralin / 23
Gerdûn - Giuseppe Ungaretti / 25
Li cem gulfiroşê - Jacques Prévert / 26
Hêza bexşandinê - Armen Yerimyan / 27
Destpêka axaftinê - Adonis / 28
Li benda min bimîne - Rena el-Tûnisî / 29
Naxwazim tiştekî ne peyvan ne rastiyê
Fernando Pessoa / 30
Gelek gelek kes hene - Maya Angelou / 31
Maçkirina bi Vîetnamî - Ocean Vuong / 32
Spîtiya berfa - Harry Martinson / 33
ji Dîwana Kebîr xezela 2922
Mewlana Celaleddînê Rûmî / 35
Pîre espî bareber - Ingela Strandberg / 36
Wekî zarokekî - Hamo Sahyan / 37
Pizrûkên berfê - Robert Frost  / 37
Tişta ku dê xewnê nêzîkî rastiyê bike,
dubarekirin e - Miqdad Xelîl / 38
Evîn tê û evîn dihere - Nils Ferlin / 41
Biçûkiyek - Erich Fried / 42
Şeş Haîkû - Jack Kerouac / 43
Kawik - Jacques Prévert / 44
Strana Evînê ya J. Alfred Prufrock - T.S. Eliot  / 45
Şewa serde ya zimistanî de - Nima Yushij / 50
Dagerîna Şevê di Parzemîna Rojê de
Sheida Mohamadi / 51
Odeya Spî - Charles Simic / 52
Tu çûyî - Bedir Şakir Elseyab / 54
Ji bo Jane - Charles Bukowski / 55
Hewaya kemilî - Emerenz Meier / 56
Havîn li çiyayan - Edith Irene Sodergran / 57
Sonatin - Anna Greta Wide / 57
Li dikana gulfiroşê - Jacques Prévert / 58
Westiyame - Arpenik Charents / 59
Hate Ba Min - Selwa Ismaîl / 60
Ba Rûnî Bikemewe - Shook  / 61
A li vir im - Charles Bukowski / 63


PÊŞGOTIN

Silav xwînerên delal, 
Silav li helbestê, li dilsozên helbestê û li payîza ku helbest herî zêde li wê tê.

Her wiha ew payîz e ku bû şitla Lewergerê û kir ku ji wê rojê da şîn bê; ber û şax bide.

Bi demê û derketina her hejmarê ra geşedanek pêk hat. Ew geşedan e ku nîşaneya ruhekî zindî ye. Loma jî ev yek guherînan bi xwe ra tîne û her wiha rengê xwe li Lewê jî vedide.  Bi vê hejmara 7an ra ku 2 salan li dû xwe dihêle, mîna ku hûn jî dibînin me ji bergê dest bi hin guherînan kir û me dil heye ku ji hejmara 8an pê va, yanî bi hejmara sersalê ra jî em çend guherînên berdewam di naveroka kovarê da çêkin. Û dîsa, ji hejmara sersalê pê va em ê di her hejmarekê da temayekê diyar bikin û dê helbestên wê hejmarê hemû tenê ji temayekê pêk bên. 
Wekî mînak: Jin, evîn, xweza û hwd..

Belê xwînerên hêja, Lewerger bi hejmara 7em bi cehd û kedeke bêhempa bi helbestên têrtije û xurt li pêşberî we ye.

Di îlona 2022an da Lewergerê bi ked û dilsoziya gelek hezkiriyên helbestê, wekî dilopekê xwe bera nava behra helbesta kurdî dabû. Û niha bi dilopa xwe ya 7em ciyê xwe li vê behrê zelaltir, qehîmtir û berbelavtir dike. Êdî palgeheke zexm a Lewê heye. Bi şeş hejmarên ku li dû xwe hiştî, bi xwînerên dilsoz, bi keda wergêr û wergerên xurt pişta xwe dide xwe. Ev jî kelecaneke mezin û palpişteke zexm e bo hejmarên bên/nû. 
Kerem bikin,

Lew jî ya we ye, helbest jî, payîz jî...

Spasiyeke mezin ji dilê dil bo dildar û xemxurê zimanê xwe Kek Mehmet Baykal ku sponsorê vê hejmara LEWê ye.

Pirsan ji evînê mekin - Spør ikke om kjærlighet
Herman Wildenway (1885 - 1959)

Pirsan ji evînê mekin bê wê bidome yan na
Tu bi xwe dizanî ku nadome
Tu ji kê bipirsî jî
û tu çi bersivê bidî jî.
Ji dêvla vê pirsê, bipirse bê ka wê evîn
bi hechecikên biharê re bê yan na
ewên ku havîna xwe didarizînin
ta ku dikevin xewa payîzî û zivistanî
Pirsan ji ruhê evîndar meke!
Piştî ku biharek
û havînek were
payîz di ser hemûyan re dibore
giran û hişk
û sar...
Nepirsin gelo evîn çi sozê dide.
Belkî jî evîn raketiye
zivistaneke dirêj
di stranekê de.
Wergera ji norwecî: Salih Agir Qoserî.....


Lewerger

Na & Kil

Na & Kil Yayınları
Lewerger
Kovara Wergera Helbestê Ya Çarmehane:
Rezber - Kewçêr - Mijdar - Berfanbar
Sal 3, Hejmar 7, 2024
Lijneya Weşanê
Miradê Miradan, Berfîn Huseynî, Yeqîn h.

Edîtorên Vê Hejmarê
Yeqîn h., Samî Hêzil, Ciwan Qado, Seyîdxan Kurij
Mizgîn Savci, Alan Hemo, Azad Rêbiwar

Redaksiyon
Kurmancî: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî. Yeqîn h.
Xwendina dawîn: Osman Bozkurt
Kirmanckî: Seyîdxan Kurij
Soranî: Besam Mistefa

Grafîk
Sadık Hangül
juji tasarım (jujitasarim@gmail.com)

Pêwendî
Instagram: @lewerger_
X: @lewerger_
Facebook: lew werger
Mail: lewwerger@gmail.com

Çap
Ceylan Matbaa
Maltepe Mah. Davutpaşa Cad. Güven İş Merkezi, No: 83/317-318-319
Zeytinburnu/İstanbul Tel-Faks: 0212 613 10 79 Sertifika No: 40933

Navnîşan
Na & Kil Yayınları
Kitap, Gazete ve Dergi Basım, Yayım Toptan ve Perakende Ticareti.
846 Sk. No: 42 D:1 1. Beyler–Konak–İzmir,
Mail: nayayinlari@gmail.com Tel: 0 507 319 72 85 Sertifika: 40001

ISBN: 978-625-6678-21-7

©Lew, 2024/ Hemû mafên naveroka kovarê parastî ne.
Bi tenê nivîskar ji nivîsarên xwe berpirsyar in.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals