VersionsH'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I [Kurdî, Êrêvan, 1961]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II [Kurdî, Êrêvan, 1962]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - III [Kurdî, Êrêvan, 1969]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV [Kurdî, Êrêvan, 1980]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - V [Kurdî, Êrêvan, 1988]
Hikyatên cimeta kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2011]
Hikyated cimeta Kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2005]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I
Heciyê Cindî
Neșîreta AU R'SS Ermenîê
Zargotina (folklora) kurmancîê - k'urdîê (k'urda) gelekî dewlemende û pir'janre. Gelekîn beyt - serhatîêd wêye e'yan, çawa "Memê û Zînê", "Dimdim" û êd dinê, gelekin hik'yat'êd wêye hezarnavî, serhatî, mijûlîêd wê. Bêhesabin k'ilamêd wêye mêra, keç'ika, xebatê, govendê, met'elok û meselêd wê.
Hik'yatêd (ç'îr'okêd, dîr'okêd) k'urdîê (kurmancîê) di nava wê zargotinêda cîkî hêjeyî meșûr digirin û nava k'urdzanada hewask'arîke mezin pêșda anîne. Ji wan ulmdara geleka bi jênivîsandina wê janrêva wextê xweda mijûl bûne, nimûșêd wê berev kirine û dane neșirê.
Hik'yatêd cmae'ta k'urdîê hîmlî têne gotinê șevêd... Serecem
Pêșgotin / 5 Çilkezî / 17 Gulbarî / 43 Meralî / 53 Bilbilî h'ezare / 64 Mîrze Me'mûd û hespê wî / 75 Qerxdaî Kiçûk / 85 Tahar û Zûhre / 98 Șaîsmaîl / 123 Seyad / 157 Fêrizê bextewar / 182 Ah'med û Mih'emed / 191 K'eçelok / 201 Meymûn xanim û Mîrze Me'mûd / 211 Nivîsarnasî / 231
PEȘGOTIN
Zargotina (folklora) kurmancîê - k'urdîê (k'urda) gelekî dewlemende û pir'janre. Gelekîn beyt - serhatîêd wêye e'yan, çawa "Memê û Zînê", "Dimdim" û êd dinê, gelekin hik'yat'êd wêye hezarnavî, serhatî, mijûlîêd wê. Bêhesabin k'ilamêd wêye mêra, keç'ika, xebatê, govendê, met'elok û meselêd wê.
Hik'yatêd (ç'îr'okêd, dîr'okêd) k'urdîê (kurmancîê) di nava wê zargotinêda cîkî hêjeyî meșûr digirin û nava k'urdzanada hewask'arîke mezin pêșda anîne. Ji wan ulmdara geleka bi jênivîsandina wê janrêva wextê xweda mijûl bûne, nimûșêd wê berev kirine û dane neșirê.
Hik'yatêd cmae'ta k'urdîê hîmlî têne gotinê șevêd zivistanêye dirêj odada, otaxada, malada. Vê gavê jî her gundekîda malêd usa hene, ji k'ederê zvistana cmae't, bașqegotî mêrê e'mir, evara berevî ser hevdu dibin û bi hik'yat, mijûlîgotina șevbihêrîya xwe derbaz dikin. Hik'yat-ew çerezê șevane, șevê têne gotinê û hev hûnandinê, bi e'detê cmae'tê gune hesab dibe hergê r'oj nava rojê hik'yata bêjin, giva wextê usa arvanê malê kêm dibe. Menîya wê yekê hilbet heye. Hikyat e'frandineke usane, ku wextê xebatê nikare bê gotinê, çimaku xebatê dikare șerpezeke û zirarê pêșda bîne. Wer'a we'dê dirêj (gelek cara çend sehet) û guhdarvanê vala lazimin. Lema jî êvara têne qisekirinê, gava ku meriv ji xebata r'ojê vala dibin, hêsa dibin...
Heciyê Cindî
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I
AU R'SS Ermenîê
Neșîreta AU R'SS Ermenîê H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I K'it'êba I Jênivîsar, pêșxeber û nivîsarnasî ya Heciyê Cindî
Êrêvan - 1961
Akademîa Ulma ya R'SS Ermenîê Institûta Lîtêratûrê bi navê M. Abêg'yan Sêktora r'ohilatzanîê
R'edaktorê cabdar E'. Ș. Șamilov Șikilçî - R'. G. Navasardyan R'êdaktorê têxnîkîê M. A. Kap'lany'an
VF 06917 - Cr'n 599 / Tembe 832 / Tîraj 500
Bona neșirkirinê hatîye spartinê 9/IV, 1960 s. Bona çapkirinê hatye qolkirinê 5/III 1961 s. K'ag'ez 60X92 1/16 Belgê neșirê 41,47 belgê mengenê 15 Baha bi serr'ûva 66 k.
Neșirxana 1-ê ya Îdara Haypolîgrafhratê, Êrêvan, K'ûça Alavêrdyan, n°65.
|