Carekê bizinek ji nava pêz vediqete diçe çiyê, binê zinarekî xwe ra dikole, holikê ava dike, xwe ra dike gom, têda dizê: sê kara tîne.
Navê yekê datîne Şengilo, navê yekê Mengilo, navê yekê ji Qalîçengilo.
Kar ku mezin dibin, maka wan şîret dike, dibê: - Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, niha ezê herim çêre, kengê ez hatim, min got: Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo, Ez çûme zozana, Qirşik kete ber dirana, Şîr kete gihana, Dayka we hate dena Derî vekin.
Hûn paşê deri vekin, werine dena.
Çend roja usa derbaz dikin wî hesabî. Rojekê gur gilyê wana dihese. Bizin ku sibê zû radibe, diçe zozana, berî bizinê gur tê dibê:
.....
Naverok
Şengilo-Mengilo / 5 Gur çawa xapya / 8 Gur çawa tirsyan / 10 Rûvî û gur / 12 Rûvî û mer / 15 Rûvî û şêr / 17 Meriv û şêr / 20 Zewaca şivan / 23 Caba agil / 26 Şero, Polo / 28 Derewîn / 30 Xayê bizina / 32 Şivan / 35 Padişa û koçek / 38 Heft kose / 40 Şimikzêrin / 44 Merd û Nemerd / 48 Pîrê û rûvî / 52 Çeqiçeq padişa / 58 Kurê pîrê / 64 Padişê qure, qîza wîye aqil û tembelê Bexdayê / 68 Çawa padişa bû rûvî, wezîr jî tejî / 74 Bilbilî hezare / 80
21. Beyt-serhatyê kurdaye êpîkyê, pêşxeber, têkst, nivîsarnasî (pêşxeber, nivîsarnasî bi zimanê rûsî, têkst bi zimanê rûsî, kurdî), Moskva, 1962. 22. Dîharbûna dostiya kurda û ermeniya di nava zargotinê da, lêgerîn (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1965. 23. Gotara edebiyeta kurdaye Ermenistana Sovêtyê, lêgerin bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1970. 24. Kilamêd cimeta kurdaye lîrîkyê, pêşxeber, têkst, nivîsarnasî (pêşxeber bi zimanê kurdî, ermenkî), Yêrêvan, 1972. 25. Hikyatêd cimeta kurda, bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1973. 26. Şaxêd êposa "Rostemê Zale" kurdî, pêşxeber, têkst, nivîsarnasî (pêşxeber bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 1977. 27. Karxezal (Hikyatêd cimeta kurda, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1982. 28. Hikyatêd cimeta kurda (bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 1985. 29. Epîkên kurdî, pêşgotin, tekst u şiroker, Şvêdiya, 1985 30. Meselok û xeberokêd cimeta kurda, pêşxeber, têkst û nivîsarnasî, Yêrêvan, 1985.