VersionsH'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I [Kurdî, Êrêvan, 1961]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II [Kurdî, Êrêvan, 1962]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - III [Kurdî, Êrêvan, 1969]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV [Kurdî, Êrêvan, 1980]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - V [Kurdî, Êrêvan, 1988]
Hikyatên cimeta kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2011]
Hikyated cimeta Kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2005]
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV
Heciyê Cindî
Neșîreta AU R'SS Ermenîê
Cmae'ta k'urdaye qedîm nava qur'in û zemanada kültûrake xwexwetîêye dewlemend e'frandîye. Nava wê da dereceke berbiç'e've zargotina wêye cmae'tîêye p'ir'janr û p'ircûreye kevin û t'eze, beyt'-serhatîêd wêye mêrxasîê û h'izkirinê, k'lamêd lîrîkîêye dilsoj, h'k'yat'êd wêye bedewnexiș, meselok û xeberokêd wêye p'ir'h'ezar û nimûnêd wêye dinê gelekî e'yan.
Di nava zargotina k'urdada cîê k'k'yat'a (ç'îr'oka) cuda heye. Ew, usa jî nmûne zargotinêye dinê, we'dê cude-cudeda, cîmisk'enê cuda-cudeda hatine û têne e'frandinê.
H'k'yat'êd cmae'ta k'urda saya îdêalêd xweye pêș, derecêd... Serecem
... / 6 Pêșxeber / 19
1. K'oloz / 30 2. Ah'med û qîza p'adșê / 34 3. Șero / 39 4. Silqo / 44 5. Bav û kur' / 47 6. Du heval / 50 7. Tûdî qûșî / 52 8. Sirk'o, Birk'o / 55 9. Aybeg / 59 10. Brê ç'ûk / 68 11. Jin û padșa / 72 12. Merd û nemerd / 75 13. K'eçelokê aqil / 78 14. Ûsiv / 84 15. Me'r / 87 16. Șemo / 92 17. Keç'ika fe'mdar / 97 18. Mîr mih'ê / 100 19. Keç'ika gavaîn / 103 20. Nêç'îrvan û jin / 108 21. Me'na frotana bzinê / 113 22. H'emzî p'elewan / 117 23. Benglîboz / 123 24. Zoyre û Meh'med / 135 25. Șimikzêr'în / 140 26. H'evkah'nar / 143 27. Serhatîya xortekî / 147 28. Mîrze Me'mûd û Dûrgerog'lî / 152 29. Jin / 157 30. Șîrin û Ferat / 159 31. Derew pêșe, yan r'astî? / 162 32. Mîrmih'ê P'ot'î / 166 33. Seyranga dinê / 169 34. T'erzî / 173 35. Çeqçeq beg / 176 36. Ç'îr'oka Ah'med / 180 37. Ç'îr'oka Ûsivê Nevîya / 186 38. Șame'r / 189 39. Qîzika amût'am / 198 40. Meyane xanim / 202 41. E'ynî jin, weynî jin / 208 42. Du zlam / 210 43. Merîkî belengaz / 213 44. Merîkî belengaz û p'adșa / 216 45. Sînem-Beg'da / 219 46. Gavanê aqil / 222
Nivîsarnasî / 227
PEȘXEBER
Cmae'ta k'urdaye qedîm nava qur'in û zemanada kültûrake xwexwetîêye dewlemend e'frandîye. Nava wê da dereceke berbiç'e've zargotina wêye cmae'tîêye p'ir'janr û p'ircûreye kevin û t'eze, beyt'-serhatîêd wêye mêrxasîê û h'izkirinê, k'lamêd lîrîkîêye dilsoj, h'k'yat'êd wêye bedewnexiș, meselok û xeberokêd wêye p'ir'h'ezar û nimûnêd wêye dinê gelekî e'yan. Di nava zargotina k'urdada cîê k'k'yat'a (ç'îr'oka) cuda heye. Ew, usa jî nmûne zargotinêye dinê, we'dê cude-cudeda, cîmisk'enê cuda-cudeda hatine û têne e'frandinê. H'k'yat'êd cmae'ta k'urda saya îdêalêd xweye pêș, derecêd fantastîka h'ewask'ar, saya serecema xweye fe'mdare zelal, e'frandinêd here h'izkirî û naskirîne him ji alîê ahila, kal û pîra, him jî ji alîê cahila, zar'a. Me'neke belabûna nmûnê zargotina evê cmae'tê, pêr'a jî ya h'k'yat'aye wî teherî, usa jî nexwendîtîya cmae'tê bûye, t'unebûna nvîsara neșirkirî. Bedewnivîsara zarkî (zargotin) bi cur'êd xweva çawa qnyatê r'uh'anî nava cmae'têda makbûye, belabûye. Ji t'unebûna nvîsara neșrkirî bîranîna zargêja ze'f r'ind bûye. Saya wê yekê jî nmûnê zargotinê z'ef r'ind mane û ji silsiletekê derbazî ya din bûne hatine gihîștine rojêd me1. Wextê xebata meye salaye bernvîsarê, me bi ç'e'vê xwe dît, wekî binelîê gunda, bawerbikn, gișk jî h'k'yat'êd cmae'tê zanin û ji wana h'iz dikin. Zarbêj p'ir'ê p'aê eva yanê ew h'k'yat' wextê zar'utîya xweda ji mezinê xwe bihîstine. Dibêjin: "Eva h'k'yat'a dya mine", "Pîrika min gotîye", "Min ji bavê xwe bihîstîye" û êd din. Ew h'k'yat' ji bona wana bûne bîranînêd buhurî, gotinê pêșiyaye buhurî. ...
Heciyê Cindî
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV
AU R'SS Ermenîê
Neșîreta AU R'SS Ermenîê H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê K'it'êba IV Jênivîsar, pêșxeber û nivîsarnasî ya Heciyê Cindî
Êrêvan - 1980
Akademîa Ulma ya R'SS Ermenîê Înstîtûta r'ohilatzanîê
Șikilk'êș - P'. G. Navasardyan R'edaktorê bedewîê H. N. Gorsakalyan R'êdaktora têxnîkîê H. M. Manûçaryan Korêktor Let'îfê E'mer
|