La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Revues Revues

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°8


Auteur : Mehmet Konuk
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2008, Diyarbakιr
Préface : Pages : 184
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 160 x 230 mm

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°8


Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°8

Mehmet Konuk,

Seîd Veroj

Bîr reklamcιlιk


Dema ku mirov bixwaze di derbarê Mîr Şeref Xanê Bedlîsî de tiştekî binivîse, hewceye mirov hinek paşde vegere û bi kurtî be jî hinek behsa dîroka Konfederasyona Rojkî û bûy- erên hatin serê bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Şemseddînê Rojkî û polîtîkaya dewleta Osmanî ya li hemberî mîr û mîrektiyên Kurdistanê destpê bike.
Mîr Şeref Xan ku di Sefheya Çaran a Şerejhameyê ya di derbarê malbata xwe de nivîsandiye, koka Mîrên Bedlîsê digihîne Qiralên Kisrayê. Ew dibêje ku wekî di nav xelkê de belav e, ew ji nesla ...

Naverok – İçindekiler

Ziya Avcı
Mîr Şeref Xanê Bedlîsî (1543-1604) / 7

Seîd Veroj
Roşinbîr û Têkoşerekî Evîndarê Welat: Kemal Fewzî (1891(92)-1925) / 16

İbrahim Guçlu
Serokkomarê Yekem ê Kurdistanê: Pêşewa Qazî Mıhemed / 25

Sait Aydoğmuş
"Tertele"ye İnadın Bir Politik Dehası: Dr Şıvan(Sait Kırmızıtoprak) / 39

M. Çîyayî
Evdirehmanê Eliyê Ûnis / 64

Eyub Kıran
Mîrêmîran İbrahim Paşayê Milî / 70

Mehmûd M. E. Xerzî
Yekji Doza 49an: Bînbaşî Şewket Turan / 81

Aram Gernas
Ferzende Beg / 92

M. Çîyayî
Mihemedê Elîyê Unis / 97

Metin Aktaş
Said-î Kurdî: Kürtlerin Gandisi / 103

Receb Dıldar
Qedrîcan / 117

Ali Buran
Malatya Pötürgeli Hamal: Örfi Akkoyunlu / 125
 

Halit Çetin Yalap
Ergün Koyuncu / 130

Fernand de Varennes
İngilizce'den çeviren: Zeri İnanç
İnsan Haklarının Ayrılmaz Bir Parçası Olarak Dil Haklan / 139

Nezîrê Cibo
Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu-5 / 149

Rohat Alakom
Pîr Dîma, Lêkolerekî Kurd ji Gurcistanê / 169

Dr. Ömer Uluçay
Kürtçe Kur'an Çevirisi / 174

PÊŞGOTIN

Bi derçûna ev hejmara kovara Bîr, hejmara duyemîn a dosyaya "Danasîna 100 navdarên Kurd" digîje ber destê we. Her wekî hejmara beriya wê, di vê hejmarê de jî hun dê jînenîgariya gelek şexsiyetên kurd ên xebatkar, fedekar, têkoşer û roşinbîr binasin û bixweynin. Bîranîna van şexsiyetan wezîfeyeke netewî û civakî ye û heta ku ji destê me bê, em dê hejmara wan zêdetir bikin.
Xwendevanên hêja, babeta(mijara) nivîsên me bi pirranîn dîrokî û kul- turî ye, lêbelê ev nayê vî wateyê ku em di derbarê hinek bûyerên germ û- rojevê de, dîtin û şiroveyên xwe pêkêş nekin. Di vî çarçovê de, em dixwazin derbarê hinek bûyerên di rojevê de, dîtin û şiroveyên kovara BIRê bi we re parve bikin.
Di roja 03.01.2008 de li Amedê teqînekî çêbû û di dawîya vê teqînê de, heşt kesên siwîl hatin kuştin û şêstûpênc kes jî birîndar bûn. Ya herî xerab jî ku teqîna wê bombeyê çend deqîqeyên din jî bi derengî biketa, dê bi sedan zarokên sava yên kurd bihatana kuştin. Ev teqîn bi çi sedem û armancê hatiye kirin, yan jî bo vê yekê çi sedem tête nîşandan bila bête, bûyer bi naveroka xwe ve çalakiyeke terorî ye. Tenê li bajarê Amedê di nav salek û nîv de, ev teqîna duyemîn e ku li ser xelkê siwîl tête kirin. Bûyerên wisa, tu demekî bi armanceke civakî û siyasî nayin îzahkirin. Tenê armanceke bûyerên wisa heye ku evjî: ji bo pêkanîn û berdewamkirina desthilatiya li ser civakê, di dilê mirovan de peydakirina tirs û xof e û her weha terorîzekirin û bêîstiqrarkiri- na civakê ye. Ev cûre bûyer ji aliyê kî ve têne kirin bila bê, em bûyerên bi vî awayî ku xelkê siwîl bikin hedefa xwe şermezar dikin.
Bûyereke din jî, ku ji salekî zêdetire di rojevê de germe germ tête girtin û gengeşîkirin, di xeta sînorên başûrê Kurdistanê de berhevbûna bi sed hezaran leşkerên tirk e. Di vê pêvajoyê de, bi hewldanên dîplomatîk û siyasî yên herêmî û navneteweyî, destûra hêrîşên hewayîji bo çiyayê Qendîlê(li ser pkkê) ji Dewletên Yekîtiya Amerîka(DYA) hate wergirtin û belkî biqismî yê reşayîjî bête wergirtin. Ev operasyonên bi îcazet, ji aliyê rayedarên Turkiyê ve wekî serkevtineke pirr mezin û têkbirina helwêst û têzên Mesud Barzanî hate nîşandan. Ku teşbîh bi xeltî neye têgehîştin, li gor rayedarên Turkiyê di hede- fê de qulek(kûnek) hatibû vekirin û diviya Türkiye bi manewre û hostatiya xwe vê kûnê fireh bikira. Mînak; ew êrîşên ku bi sê balafiran çêdibûn, bi sîh balafıran hatin kirin û ev yek di rojname û têlevîzyonan de wekî tearuzekî gelek mezin hate pêşkêşkirin. Her çi qas di xuyayî de pkk wekî hedef û armanca esasî ya ev hêrîşan dihate nîşandan jî, di nav gotar û rêzik û gengeşiyên rayedar û çapemeniya Turkiyê de, hedef û armanca esasî ya vê hêrîşê, têkbirina îradeya sîyasî ya serokatiya Herêma Federal a Kudistanê bû.
Türkiye baş dizane ku êdî li herêmê rewşa berê ya Iraqa-erebî venagere. Ji ber vê yekê, evro armanca tehdît û hêrîşên stratejik ên Türkiye ev in: 1- Rewşa siyasî û coğrafî ya Herêma Federal a Kurdistanê di çarçova heyî de bimîne. 2- Rewşa Kerkûkê, ku derbarê vê pirsgirêkê sê pêşniyar di raya giştî ya turk de têne gengeşîkirin: a) Kerkük nekeve bin desthilatiya Herêma Federal a Kurdistanê, b) Kerkük wek hêrêmeke federal a cûda bi Bexdayê ve bête girêdan, c) ya din, xewneke xerab e, ku Kerkük bi herêma Federal a Kurdistanê ve bête girêdan jî, divê mafê ereb û turkmanan dı bin garantiya peymaneka navnetewî de bête parastin û hinek dewlet jî bibin garantorê parastina mafê wan(bêşik Türkiye bi vê pêşniyarê dixwaze bibe garantorê parastina mafê tukmenan). 3- Desthelatiya li ser dewlemendiyên xwezayî yên binerd; bi taybetî jî mafê derxistin û fırotina li ser petrolê. Türkiye naxwaze mafê derxistin û fırotina petrola li Herêma Kurdistanê, di destê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistan de be. 4 -Ji hêzên leşkerî yên hikumeta Iraqê cûdatir û serbixwe, hebûna hêzên leşkerî yên Herêma Federal a Kurdistanê. Belê, armanca hêrîş û tehdîdên esasî yên Dewleta Turkiyê ev in, ku serkir- dayetiya Herêma Federal a Kurdistanê derbarê xalên li jorê hatine diyarkirin de paşve gav bavêje.
Pirr bi vekirî diyare ku rewşa aloz a di herêma Rojhelatanavîn de berde- wam dike. Her çiqas dewletên awrupayî nêzîkê têzên DYA bibin jî, Dewleta Urius, Sîn û dewletên herêmî li hemberê hevpeymaniya dewletên rojavayî ne. Naxwazin statuquya heyî ya Rojhelatanavîn biguhere. Dewletên heremî li ser bingeha vê nakokiya siyaseta navnetewî dixwazin li hemberê vê pêvajoya guherînê bibin asteng. Miletê kurd wekî neteweyekî herî mezin ê bêdewlet, ji alîkî ve rûbirûyê durûtiya dewletên mezin e û ji aliyê din ve jî mexdurê dewletên dagirker ên herêmê ye. Ji 1990Î vir ve li dinyayê nêzîkê bîst dewletên nû hatin damezirandin. DYA û dewletên Awrupî, bi kêmtirîn tiştê ku di van rojan de ji arnawidên KOSOWAyê re rewa dibînin, divê ji bo çil mîlyon kurdên di ser axa xwe dijîn rejî rewa bibînin. Divê em jibîr nekin ku ji aliyê din ve jî, miletekî ku yekîtiya xwe pêk neyîne û li miqabilê dinyayê daxwazên xwe yên rewa dîyar neke û bo vê yekê ranebe ser piyan, hêzên navnetewî wan ber çavê xwe re nagrin.
Xwendevanên hêja, meha adarê, ji aliyê civakî û netewî ve bi qewimî- na bûyerên xweş û nexweş ve di dîroka kurdan de meheke girîng e. Divê em bi bîranîna ev qewimîn û bûyerên girîng, bîra xwe ya netewî bihêztir bikin, bo dirist têgehîştina evro û pêşniyarên rast ên bo dahatû, jê ders werbigrin. Em bi hêvîya hevdîtina di hejmareka nû ya BÎRê de, roşana we ya Newrozê ji dil û can pîroz dikin.

Bîr

Mîr Şeref Xanê Bedlîsî
(1543-1604)

Ziya Avcı

Dema ku mirov bixwaze di derbarê Mîr Şeref Xanê Bedlîsî de tiştekî binivîse, hewceye mirov hinek paşde vegere û bi kurtî be jî hinek behsa dîroka Konfederasyona Rojkî û bûy- erên hatin serê bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Şemseddînê Rojkî û polîtîkaya dewleta Osmanî ya li hemberî mîr û mîrektiyên Kurdistanê destpê bike.
Mîr Şeref Xan ku di Sefheya Çaran a Şerejhameyê ya di derbarê malbata xwe de nivîsandiye, koka Mîrên Bedlîsê digihîne Qiralên Kisrayê. Ew dibêje ku wekî di nav xelkê de belav e, ew ji nesla Nûşîrewan û nevîyên wî ne. Lê rastî ew e ku Camasbê kurê Feyrûz ku pêncemîn qiralê Kisrayê bûye, di dema Nûşîrewan de li ser navê Qubad desthilatdarc wilayeta Êrmenîstanê û Şêrwanê bûye. Dema ku Camasb mir, sê kur li pey xwe ...

Mehmet Konuk

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°8

Bîr reklamcιlιk

Bir reklamcιlιk – yayιncιlιk
Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°7
Araştırma - İnceleme Dergisi
Hejmar - Sayı: 8, Zivistan 2008
Mehmet Konuk

Ji Sê Mehan Carekê Tête Weşandin
Uç Ayda Bir Yayımlanır
20ê Sibatê 2008

Bûha: 10 YTL

Bîr Reklamcılık -Yayıncılık
Sahibi ve Sorumlu Yazıişleri Müdürü:
Mehmet Konuk

Redakte:
Seîd Veroj

Tîprêzî-Mîzampaj: Bîr

e-mail: kovarabir@yahoo.com
kovarabir@hotmail.com

Şertên abonetîyê
Bo nêva welat salek 30 YTL
Bo derveyê welat salek 80 $

Çapxane / Matbaa:
Barış Matbaa Mücellit

Davutpaşa cad. Güven Sanayi Sitesi
C. Blok No: 274, 275, 276
İst / Topkapı
Tel:(0212) 6748528-29

Ciyê Rêvebirinê / Yönetim Yeri:
İnönü caddesi, Magül İş Merkezi, No: 49
Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828

Berpirsyariya her nivîsê yê nivîskar bi xwe ye.
Mesuliyetiya her nûşteyî ê nuştoxî bi xo ya



Fondation-Institut kurde de Paris © 2026
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues