Bîr: Kovara Lêkolîn û Lêgerînê – n°9
Mehmet Konuk,
Seîd Veroj
Bîr reklamcιlιk
Di destpêka sedsala XlXyan de belavbûna fikrên neteweyî di nav coğrafya Dewleta Osmanî de, dibû sedemê serhildan û veqetîna milletên di nav sînorên împeratoryetê de. Bi taybetî ev pêla han bi awakî zexm ji aliyê rojavayê ve dest pê kiribû. Ji ber vê, gav bi gav sînorên dewleta Osmanî tengtir dibûn. Dewleta Osmanî heta destpêka sedsala XXan, bi taybetî ji aliyê rojavayê ve ji sisiyan dudo(2/3)yê erdê di bin desthelatiya xwe de wenda kiribû.
Rayedarên Dewleta Osmanî û siyaseta desthelat a îtihat û Terakî, destpêkirina ...
Naverok – İçindekiler
Seîd Veroj
Şêx Mehmûdê Berzencî / 7
Ziya Avci
Evdal Xan (...-1657) / 27
Şakir Epozdemîr
Peyayê Hikimdariya Rojkan: Mihemed Axayê Kelhokî / 35
Şakir Epozdemîr
Faîq Bûcaq: Gandhîyê Kurdan Bû / 47
Mehmet Konuk
Said Elçi (1925-1971): Kurdistani Yurtseverliğin ve Demokratlığın Mihenk Taşı / 53
İbrahim Guçlu
Dr. Qasimlo: Serokekî Demokrasiya Civakî û Hevalê Dubçekê Çeki / 68
Seîd Veroj
Seyîd Rizayê Dêrsimî (1862-14/11/1937) / 81
Ayhan Meretowar
Şêx Ubeydullahê Nehri / 90
Celadet Alî Bedir Xan
Şêx Evdirehmanê Garisî / 98
Mamoste Qedrî
Ehmedê Xanî / 105
Sabah Ghalib
1919-1923 Yılları Arasında Mustafa Kemal Atatürk'ün Kürt Meselesi Karşısındaki Tutumu ve 1922 Tarihli Kürt Otonomisi Kanunu'nun Metni / 115
Mr. Asbjom Eide
(İng. Çeviren: Zeri İnanç)
Azınlıkların Sınıflandırılması ve Azınlık Haklarında Farklılaşma / 139
Joost Jongerden
20. Yüzyıl Başlarında Diyarbakır'da Olaylar: Ermeniler, Hamidiye Alayları ve Bölge İleri Gelenleri / 151
PÊŞGOTIN
Xwendevanên hêja, di vê germa havîna Amedê de careke dî kovara BÎR bi naverokeke dewlemend û mijarên nûh digîje ber destê we. Projeya “Danasına 100 Navdarên Kurd” bi derketina vê hejmarê, dibe hejmara sêyemîn a danasîna navdarên kurd. Dîroka neteweya kurd jî wek erd û axa wî berhemdar û dewlemend e. Ji ber vê, neteweya kurd jî xwedîyê gelek şexsiyetên navdar, hêja û dozkaran e. Bêşik bîranîn û nivîsandina wan hemûyan, kar û xebateke berfireh û zemaneke dirêj dixwaze. Gelek'şexsiyetên hêja yên ku navê wan di nav ev rûpelên kovara me de cî negirtibe jî, ev yek nayê vî manayê ku ew bi ked û ruhê xwe yê pakji dilê me dûr in. Bila ruhê ew hêjayan şad be û baş bête zanîn ku bîranîna her yekî ji wan, bîranî- na mîrata manewî û ruhiyeta wan hemûyan e.
Di vê hejmarê de ligel dosya Danasîna Navdaran, bahsa hinek belge û bû- yerên girîng ên dîroka nêzîk jî tête kirin. Bi taybetî qirkirin û koçberkirina erme- nan, îro jî di rojevê de ye û her tête gengeşîkirin. Mixabin mîratxur û neviyên Iti- hatçîyan û Teşkîlatê Mahsusa, îro jî newêrin bi tawanên xwe yên nemirovane mikur werin û miqabilê meqtulên xwe lêborînê bixwazin. Lewra di şertên dinya îroyîn de jî, bi şêwe û teşkîlatên cûda be jî, qirêjî û xwînrêjiya wan a li ser miletê kurd berdewam dike.
Her weha di vê hejmarê de bi belavkirina belgeyê “Kanuna Otonomi ya Kurd” ê dema Mistefa Kemal, nişan dide ku tirk çi wextê ku ketine tengasîyê, bi hinek gotin û mesajan karine bi rehetî miletê kurd û rêberên wê bixapînin û tengasîyên xwe jî biborînin. Dema ku em bi tenê li bûyer û dîroka sedsala dawî ya kurd û tirkan binêrin, kurd, pirrî caran bi gelek tiştên sivik û waadên nedîyar, ji alîyê tirkan ve hatine xapandin û mexdurkirin. Bi tevî ku pirêzeya dewleta tirk û Mistefa Kemal ewqas aşkeraye, hin jî Ocalan û peyrevên wî Mistefa Kemali derdbdn ezmanan û li ser serê xwe û miletê kurd didin rûniştandin. Dibêjin “fikir û niyeta M. Kemali baş bû, wî dixwest mesela kurdan çareser bike, lêbelê hawîrdora wî nehişt ku ew bis- erkeve.” Heta Ocalan carna qîma xwe bi van gotinan jî nayîne dibêje, “li hemberê M. Kemal seıhildana kurdan teşwîqa derve û hereketeke paşverû bû, kurdan li hemberî M. Kamalî serhildan nekirana, dê îro rejîma Tirkîyê bêtir demokratik bibûya.” Mimkune ku hinek bi tekrarkirina ev fantaziyên Ocalanî, ciyê xwe xweş û qaîm bikin û jê gelek feydeyan bibinin, lê divê kurd baş bizanin ku tû feydeyekî netewî yê kurdan bi gotin û tekrarkirina ev çîrokan de nine. Gotineka kurdan heye dibêjin “li pirêza wî binêre.” Divê miletê kurd bi kêmanî li bûyerên vê demê yên hawîrdora xwe temaşe bike û bawe î bi rê û dirbên tûj û gotinên xapînok neyine, li pirêza heştêûpênc salîya dewleta tirk û rayedarên wê binêre û jê ders werbigre.
Ji aliyê din ve, li dinyayê û herêma em tê de, bûyerên gelek germ û nûh diqewimin. Di vê pêşgotinê de em dixwazin tenê bi kurtebirrî bahsa hinek ji van bûyeran bikin. Wekî her caran mesela Kerkûkê, cardin di germayîya rojevê de ciyê xwe girtiye. Me berîya nûha jî di van rûpelan de gelek car bahsa mesela Kerkûkê kiriye. Li gorî dema berîya vê, mesela Kerkûkê ketiye qonaxeke nûh. Di vê qonaxê de du tiştên balkêş dîyar bûne: A yekemîn, her çi qas di Destûra Esasî ya îraqa Federal de, li ser çareserîya mesela Kerkûkê, bi navê madeya 140î lihevhatinekî di navbera kurd û ereban de pêk hatibe jî, di zemaneke dirêj de tetbîqnekirina madeya 140î û ji aliyê qiyadeya sîyasî ya erebî ve wergirtina biryara madeya hejmar 24an, helwêsta rastîn a ereban aşkera kiriye. Tevdan û tesîra hêzên derveyî çi dibe bila bibe, yê esas û dîyarker, helwêsta qiyada sîyasî ya ereban e. Yê duyemîn, pêşnîyar û pîlanên sê qonaxî yên Neteweyên Yekbûyî ye. Qonaxa yekemîn a pêşniyarên Neteweyên Yekbûyî daxwazên gelê kurd tetmîn nekir û di meha pêşiya me de jî qonaxa duyemîn a pêşniyarên wan tête dîyarkirin. Eger pêşniyarên di qonaxa duyemîn de û heta dawîya salê jî yê qonaxa sêyemîn bêne dîyarkirin û ji mesela Kerkûkê re çareserîyekî ku ji aliyê kurdan ve qebûlkirina wê mimkun be peyda nebe, wê demê mudaxaleya Neteweyên Yekbûyî dibe leyztikekî sîyasî ya navneteweyî. Di vê çarçovê de, ku qiyadeya sîyasî ya ereb dev ji helwêsta xwe bernede û pêşniyarên rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî neyin qebûlkirin, wê demê şerê kurd û ereban bivê-nevê ye. Ji ber vê, divê qîyadeya sîyasî ya kurd zemîneka meşru ji dest bernede û li gorî her îhtimalek jî amadekariya xwe bike.
Şerê Rusya û Gurcîstanê jî, qewimandineka nûh a herêma Kafkasyayê ye. Bêşik ev şer hem ji alîyê dîrokî ve û hem ji aliyê hesasiyetên însanîyetîyê ve kurdan jî ji nêzîk ve eleqeder dike. Jixwe ji aliyê herdu dewletan ve jî sedemên ku ji bo şerî têne nîşandan ne tetmînkar in. Rusya, mudaxaleya xwe wekî “mudaxaleyeke însanî” û “azadîya kêmneteweyên”(oset, acar, abhaz) nava Gurcîstanê dîyar dike.
Gurcîstan jî dibêje, ez parastina “yekîtîya axa welatê xwe” dikim. Gelo ma beşekê ax û gelê van grubên etnîkî û kêmneteweyan ne di nav sînorên dewleta Rusyayê de ne? Herweha Gurcîstan ji ber çi axa van miletan û gelê wan(oset, ahbaz, acar) parçeyek ji Gurc û Gurcîstanê dihesibîne? Wisa xuyaye ku ne rejîma Sovyetê û ne jî mîratxurên bermayê wê, nckarîne û yan naxwazin mesela netewî ya di coğrafya Kafkasyayê de li ser bingeha “mafê çarenûsiya miletan” de bête çareserkirin. Divê alîyê dîrokî û sosyoloji yê vî şerî, li ser vê paşxanê jî bête xwendin.
Ji aliyê sîyseta navneteweyî ve jî, her çi qas ev şer, fiilen wek şerê Rusya û Gurcîstanê xuya bike jî, di rastîyê de tenê ne şerê ev herdu alîyan e. Jixwe muqayesekirina hêz û potansiyela ev herdu alîyan jî ne mimkun û ne mantiqî ye. Wisa dîyare ku vê gavê şerê dijwar ê aktorên navneteweyî, dê bi şerê piçûk ên herêmî berdewam bike. Ji ber vê yekê, di paşxana vî şerî de şerekî hîn mezintir heye. Ne tenê ev şer, di rojên dahatûyê de herêma Kafkasya ji ber potansiyela xwe ya etnîkî, çavkaniyên petrol û gaz û guzergahên firotina wan a bo bazarên derve, ji gelek qewimandinên nûh re jî amade ye. Rusya bi vî şerî, dixwaze ji bona hemleyên hîn mezintir hem Yekîtîya Awrupayê û hem jî YDAyê biceribîne. Bêguman Gurcîstanê jî hewldaneke wisa bi rîsk, jixweber û bi serê xwe nekir, çi mesaj ji rêve- birên DYA û Awrupayê hatiye girtin dê pêşerojê bêtir dîyar be.
Em cardin dibêjin bi hêviya hevdîtina hejmareke nû ya BÎRê, di nav xêr û xweşiyê de bimînin.
Bir
Şêx Mehmûdê Berzencî
Seîd Veroj
Şerê Yekem û Tesîra Wî ya Li Ser Pêkhatina Rewşa Nû ya Rojhelata Navîn û Kurdistanê
Di destpêka sedsala XlXyan de belavbûna fikrên neteweyî di nav coğrafya Dewleta Osmanî de, dibû sedemê serhildan û veqetîna milletên di nav sînorên împeratoryetê de. Bi taybetî ev pêla han bi awakî zexm ji aliyê rojavayê ve dest pê kiribû. Ji ber vê, gav bi gav sînorên dewleta Osmanî tengtir dibûn. Dewleta Osmanî heta destpêka sedsala XXan, bi taybetî ji aliyê rojavayê ve ji sisiyan dudo(2/3)yê erdê di bin desthelatiya xwe de wenda kiribû.
Rayedarên Dewleta Osmanî û siyaseta desthelat a îtihat û Terakî, destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê, weke fersendekî nûh dîtin ji bo bidestxistina erdê wendakirî yê împeratoryetê. Ji bo vê armancê, Dewleta Osmanî di sala 1914 de wek terefdarê Elmanya bi tevî Şerê Yekem ê Cîhanê bû. Di encama Şerê Yekem de, li ...
Mehmet Konuk
Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°8
Bîr reklamcιlιk
Bir reklamcιlιk – yayιncιlιk
Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°7
Araştırma - İnceleme Dergisi
Hejmar - Sayı: 9, Havîn 2008
Mehmet Konuk
Ji Sê Mehan Carekê Tête Weşandin
Üç Ayda Bir Yayımlanır
20ê tebaxê 2008
Bûha: 10 YTL
Bîr Reklamcılık -Yayıncılık
Sahibi ve Sorumlu Yazıişleri Müdürü:
Mehmet Konuk
Redakte:
Seîd Veroj
Tîprêzî-Mîzampaj: Bîr
e-mail: kovarabir@yahoo.com
kovarabir@hotmail.com
Şertên abonetîyê
Bo nêva welat salek 30 YTL
Bo derveyê welat salek 80 $
Çapxane / Matbaa:
Barış Matbaa Mücellit
Ali Laçin
Davutpaşa cad. Güven Sanayi Sitesi
C. Blok No: 291
Topkapı / Istanbul
Tel:(0212) 6748528
Ciyê Rêvebirinê / Yönetim Yeri:
İnönü caddesi, Magül İş Merkezi, No: 49
Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828
Fax: (0212) 674 85 29
Cîyê Rêvebirmê / Yönetim Yeri:
İnönü caddesi Magül İş Merkezi
No: 49
Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828