Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I


Nivîskar : Heciyê Cindî
Weşan : Neșîreta AU R'SS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1961, Êrêvan
Pêşgotin : Heciyê CindîRûpel : 240
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 140x220 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I
Versions

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I [Kurdî, Êrêvan, 1961]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II [Kurdî, Êrêvan, 1962]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - III [Kurdî, Êrêvan, 1969]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV [Kurdî, Êrêvan, 1980]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - V [Kurdî, Êrêvan, 1988]

Hikyatên cimeta kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2011]

Hikyated cimeta Kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2005]


H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I

Heciyê Cindî

Neșîreta AU R'SS Ermenîê


Zargotina (folklora) kurmancîê - k'urdîê (k'urda) gelekî dewlemende û pir'janre. Gelekîn beyt - serhatîêd wêye e'yan, çawa "Memê û Zînê", "Dimdim" û êd dinê, gelekin hik'yat'êd wêye hezarnavî, serhatî, mijûlîêd wê. Bêhesabin k'ilamêd wêye mêra, keç'ika, xebatê, govendê, met'elok û meselêd wê.

Hik'yatêd (ç'îr'okêd, dîr'okêd) k'urdîê (kurmancîê) di nava wê zargotinêda cîkî hêjeyî meșûr digirin û nava k'urdzanada hewask'arîke mezin pêșda anîne. Ji wan ulmdara geleka bi jênivîsandina wê janrêva wextê xweda mijûl bûne, nimûșêd wê berev kirine û dane neșirê.

Hik'yatêd cmae'ta k'urdîê hîmlî têne gotinê șevêd...


Serecem

Pêșgotin / 5
Çilkezî / 17
Gulbarî / 43
Meralî / 53
Bilbilî h'ezare / 64
Mîrze Me'mûd û hespê wî / 75
Qerxdaî Kiçûk / 85
Tahar û Zûhre / 98
Șaîsmaîl / 123
Seyad / 157
Fêrizê bextewar / 182
Ah'med û Mih'emed / 191
K'eçelok / 201
Meymûn xanim û Mîrze Me'mûd / 211
Nivîsarnasî / 231


PEȘGOTIN


Zargotina (folklora) kurmancîê - k'urdîê (k'urda) gelekî dewlemende û pir'janre. Gelekîn beyt - serhatîêd wêye e'yan, çawa "Memê û Zînê", "Dimdim" û êd dinê, gelekin hik'yat'êd wêye hezarnavî, serhatî, mijûlîêd wê. Bêhesabin k'ilamêd wêye mêra, keç'ika, xebatê, govendê, met'elok û meselêd wê.

Hik'yatêd (ç'îr'okêd, dîr'okêd) k'urdîê (kurmancîê) di nava wê zargotinêda cîkî hêjeyî meșûr digirin û nava k'urdzanada hewask'arîke mezin pêșda anîne. Ji wan ulmdara geleka bi jênivîsandina wê janrêva wextê xweda mijûl bûne, nimûșêd wê berev kirine û dane neșirê.

Hik'yatêd cmae'ta k'urdîê hîmlî têne gotinê șevêd zivistanêye dirêj odada, otaxada, malada. Vê gavê jî her gundekîda malêd usa hene, ji k'ederê zvistana cmae't, bașqegotî mêrê e'mir, evara berevî ser hevdu dibin û bi hik'yat, mijûlîgotina șevbihêrîya xwe derbaz dikin. Hik'yat-ew çerezê șevane, șevê têne gotinê û hev hûnandinê, bi e'detê cmae'tê gune hesab dibe hergê r'oj nava rojê hik'yata bêjin, giva wextê usa arvanê malê kêm dibe. Menîya wê yekê hilbet heye. Hikyat e'frandineke usane, ku wextê xebatê nikare bê gotinê, çimaku xebatê dikare șerpezeke û zirarê pêșda bîne. Wer'a we'dê dirêj (gelek cara çend sehet) û guhdarvanê vala lazimin. Lema jî êvara têne qisekirinê, gava ku meriv ji xebata r'ojê vala dibin, hêsa dibin...


Heciyê Cindî

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I

AU R'SS Ermenîê


Neșîreta AU R'SS Ermenîê
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I
K'it'êba I
Jênivîsar, pêșxeber û nivîsarnasî ya
Heciyê Cindî

Êrêvan - 1961

Akademîa Ulma ya R'SS Ermenîê
Institûta Lîtêratûrê bi navê M. Abêg'yan
Sêktora r'ohilatzanîê

R'edaktorê cabdar E'. Ș. Șamilov
Șikilçî - R'. G. Navasardyan
R'êdaktorê têxnîkîê M. A. Kap'lany'an

VF 06917 - Cr'n 599 / Tembe 832 / Tîraj 500

Bona neșirkirinê hatîye spartinê 9/IV, 1960 s.
Bona çapkirinê hatye qolkirinê 5/III 1961 s.
K'ag'ez 60X92 1/16 Belgê neșirê 41,47 belgê mengenê 15
Baha bi serr'ûva 66 k.

Neșirxana 1-ê ya Îdara Haypolîgrafhratê, Êrêvan,
K'ûça Alavêrdyan, n°65.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar