VersionsLe Monde diplomatique kurdî, n° I [Kurdî, Köln, 2009]
Le Monde diplomatique kurdî, n° 10 [Kurdî, Berlin, 2010]
Le Monde diplomatique kurdî, n° 1
Serge Halimi
Rûdaw Medya
Di sala 1988’an de, Kurdên (ji Başûrê Kurdistanê) ku li kolanên Amedê, bi şewatên li dest û rûyên xwe li ber dergehê doktoran digeriyan, bûn yekem şopên Enfalê yên di mejî û çavên min de. Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran kesên ku ji malên xwe hatibûn vederkirin, bixwe bûn. Di heman demê de, şahidê bêdeng ê Helebçeyê û komkujiyên girseyî yên rejima Baas, bi me dida xuyakirin ku Enfal, piştî serhildaneke kurdan, ne tenê hewldaneke hovane ya ji bo temirandina serhildanekê ya rejimê ye; di rastiya xwe de bi me dida xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê tevkujiyeke sîstematîk tê pêkanîn. Enfal ango kiryarên beriya wê û piştî wê, heta dema ku rejima Saddam hate rûxandin, bi awayên cihêreng hatibû pêkanîn û ev yek hatibû berdewamkirin. Rejima Saddam, kurdên ku ji ber “bahoza” qirkirina etnîk, ber bi derveyî İraqê ve reviyabûn, li derveyî welêt jî dişopand û hewl dida bermahiyên komkujiyê, li deverên xwe spartinê jî ji holê rake. Hemwelatiyên İraqê yên li kampên Diyarbekir, Mêrdîn ... Naverok
Serge Halimi Têkoşîna me / 1
Faysal Dağlı Komkujiya ku li kirdarê xwe digere / 1
Sharo Îbrahîm Garîp Neteweperwerî: Îdeolojiya serxwebûna bindestan / 2
Dariusz Zalega Pirtûk: Polonî û Cihû, ewas nêz, ewqas dûr / 5
Nebî Kesen YE û pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê / 6
Dogan Akhanlı Du welat – du komkujî / 8
Bernard Cassen Govenda ‘‘G’‘ yan / 10
Serge Halimi Avakirina nû ya bingehîn / 14
Faysal Dağlı Komkujiya pîroz “Enfal” / 17
Maarten Van Botternburg Johan Heilbron Gladyatorên mîlenyûma sêyem / 20
Solange Brand Vegera şoreşa çandî / 22
.....
ENFAL Komkujiya ku li kirdarê xwe digere
Faysal Dağlı
Di sala 1988’an de, Kurdên (ji Başûrê Kurdistanê) ku li kolanên Amedê, bi şewatên li dest û rûyên xwe li ber dergehê doktoran digeriyan, bûn yekem şopên Enfalê yên di mejî û çavên min de. Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran kesên ku ji malên xwe hatibûn vederkirin, bixwe bûn.
Di heman demê de, şahidê bêdeng ê Helebçeyê û komkujiyên girseyî yên rejima Baas, bi me dida xuyakirin ku Enfal, piştî serhildaneke kurdan, ne tenê hewldaneke hovane ya ji bo temirandina serhildanekê ya rejimê ye; di rastiya xwe de bi me dida xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê tevkujiyeke sîstematîk tê pêkanîn. Enfal ango kiryarên beriya wê û piştî wê, heta dema ku rejima Saddam hate rûxandin, bi awayên cihêreng hatibû pêkanîn û ev yek hatibû berdewamkirin. Rejima Saddam, kurdên ku ji ber “bahoza” qirkirina etnîk, ber bi derveyî İraqê ve reviyabûn, li derveyî welêt jî dişopand û hewl dida bermahiyên komkujiyê, li deverên xwe spartinê jî ji holê rake. Hemwelatiyên İraqê yên li kampên Diyarbekir, Mêrdîn û Mûşê ku di bin stara dewleta tirk de bûn, li cihê ku lê bûn jî, bi awayê jahrîkirina nanên wan, rastî hewldanên kuştinên girseyî dihatin. Sîxurên Saddam bertîl didan peywirdarên dewleta tirk, diketin firûnên ku ji bo kampên penaberan nan çêdikirin, jahrên ku hê jî li cem wan gelek hebû, dixistin nav hevîrê nanê kurdên sivîl û çav li mirina wan dikirin.
Piştî dagirkirina Kuweytê, di sala 1991’an de şopa jahrên kîmyewî yên di bedenên bi dehezaran kurdên İraqê de ku xwe li sînoran xistibûn, piştî rizgarbûna Kurdistanê ji jêrdestiya rejima Baas, bîranîna gelek însanên bêhejmar ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin, di jiyana pîşeyî ya rojnamegeran de jî bandora jahrê kiribû. Enfal ku wekî jenosîdeke modern ketibû dîroka mirovahiyê, rojnamegerên şahid jî xistibû nava trawmayên bêderman.
Di 30’ê Hazîrana 2009’an de li Dadgeha Bilind a Hollandayê (Hoge Raad) ku sûcdarên komkujiyê lê têne dadgehkirin, biryareke ku di danişîna tacirekî çekan de hat dayîn, -ku wî ji bo ku kurd bi awayeke girseyî bêne kuştin gazên jahrê firotibû û alîkariya Enfala rejima Saddam kiribû- rehên Enfalê yên di wîcdanê min de careke din ketin tevgerê.
.....
Serge Halimi
Le Monde diplomatique kurdî, n° I
Rûdaw Medya
Rûdaw Medya GmbH Le Monde diplomatique kurdî, n° I Serge Halimi
Le Monde Diplomatique kurdî Ji aliyê Rûdaw Medya GmbH Ve tê weşandin
Edîtorê giştî Faysal Dağlı
Rêvebirê hunerî Mehmet Nazmi Demir
Șêwirmendê weşanê Bêrîvan Aymaz
Verger Îbrahîm Seydo Aydogan Aynûr Bozkurt, Cemîl Denli Salih Kevirbirî, Emrah Kocahal, Alîxan Serhedî, Lokman Turgut Engîn Opengin
Asîstant Semra Polat
Tlf: 00 49 (0) 221 26 00 40 02 Fax: 00 49 (0) 221 26 00 49 81 info@lemondediplo-kurdi.com www.lemondediplo-kurdi.com
Rûdaw Media GmbH Gutenbergstr. 63a 50823 Köln / Almanya
Kurdıstan Le Monde Diplomatique kurdî (soranî) Ji aliyê Rûdaw Media Company ve tê weşandin
Edîtora beşa soranî Nazend Begîkhanî
Şêwirmendê weşanê Ako Mihemed
Rêvebirê hunerî Baxtiyar Mistefa
Verger Muhsîn Ahmed, Amir Ahmad, Herdî Baban, Kawa Dastoorrah, Mesûd Diryaz, Ahmedê Mela, Mansour Sedghî.
Asîstant Selam Sadî
Tlf: 00 964 (0) 750 488 56 96 info@lemondediplo-kurdi.com www.lemondediplo-kurdi.com
Rûdaw Media Company Caddeyî 100 Metre, Hewlêr, Kurdistan / Iraq
Fransa Le Monde Diplomatique
Damezrêner Hubert Beuve-Méry
Rêvebir Serge Halimi
Sernûser Maurice Lemoine
Cîgirên sernûser Martine Bulardi, Philippe Rivière, Anne-Cécile Robert
Redaksiyon Alain Gresh, Mona Chollet, Pierre Rimbert, Dominique Vidal
Rêvebirê hunerî Alice Barzilay
Dokumantasyon Olivier Pironet
Sekreter Sophie Durand, Monique Salomé Tel: 00 33 (0) 153 94 96 01 Fax: 00 33 (0) 153 94 96 26 1-3, rue Stephen-Pichon, F-75013, Paris
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|