Le Monde diplomatique kurdî, n° 1
Serge Halimi
Rûdaw Medya
Di sala 1988’an de, Kurdên (ji Başûrê Kurdistanê) ku li kolanên Amedê, bi şewatên li dest û rûyên xwe li ber dergehê doktoran digeriyan, bûn yekem şopên Enfalê yên di mejî û çavên min de. Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran kesên ku ji malên xwe hatibûn vederkirin, bixwe bûn. Di heman demê de, şahidê bêdeng ê Helebçeyê û komkujiyên girseyî yên rejima Baas, bi me dida xuyakirin ku Enfal, piştî serhildaneke kurdan, ne tenê hewldaneke hovane ya ji bo temirandina serhildanekê ya rejimê ye; di rastiya xwe de bi me dida xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê tevkujiyeke sîstematîk tê pêkanîn. Enfal ango kiryarên beriya wê û piştî wê, heta dema ku rejima Saddam hate rûxandin, bi awayên cihêreng hatibû pêkanîn û ev yek hatibû berdewamkirin. Rejima Saddam, kurdên ku ji ber “bahoza” qirkirina etnîk, ber bi derveyî İraqê ve reviyabûn, li derveyî welêt jî dişopand û hewl dida bermahiyên komkujiyê, li deverên xwe spartinê jî ji holê rake. Hemwelatiyên İraqê yên li kampên Diyarbekir, Mêrdîn ... |