Versions- Agir û Pirûsk - Dîwan 1 [Kurde, İstanbul, 2002]
- Sewra Azadî - Dîwan 2 [Kurde, İstanbul, 2002]
- Kî me Ez - Dîwan 3 [Kurde, İstanbul, 2003]
- Ronak - Dîwan 4 [Kurde, İstanbul, 2003]
- Zend-Avista - Dîwan 5 [Kurde, İstanbul, 2003]
- Şefaq - Dîwan 6 [Kurde, İstanbul, 2003]
- Hêvî - Dîwan 7 [Kurde, İstanbul, 2003]
- Aşitî - Dîwan 8 [Kurde, İstanbul, 2003]
- Salar û Mîdya - Dîwan 9 [Kurde, İstanbul, 2003]
- Şerefnameya Menzûm - Dîwan 10 [Kurde, İstanbul, 2003]
"Têma welêt, têma kurd û Kurdistanê, têma şorişê û serxwebûna gelê me, pirsa xwendinê û pêşketinê, neyariya û bêbextiya dijminê gel, pirsa dostiya û biratiya hemû gelê cînar û têma înternasîonalîzmê Cegerxwîn her dem dike binyata helbestêd xwe. Ev e mezinaya Cegerxwîn û bîr û baweriya wî.
"Xên ji helbestên watanperwariyê û şorişgiriyê, Cegerxwîn şayîrekî lîrîk e, şayîrê hub û hizkirinê ye. Ew nemir e bona gelê xwe û ez bawer im, wekî wê ew roj bê, çaxê ko helbestê Cegerxwînê delal nek tenê kurdê aza wê bixunin, lê usa jî xwendevanê diniyalikê wê bi tercima zimanê xwe ezberê bêjin û pê kêfxweş bin, çimkî biniyata helbestên Cegerxwîn ew delaliya emir e, delaliya jiyîna mirov e."
Ordixanê Celîl |