VersionsTarîxa Kurdîstan I [Kurdî, Stockholm, 1985]
Tarîxa Kurdistan II [Kurdî, Stockholm, 1987]
Tarîxa Kurdistan III [Kurdî, Stockholm, 1999]
Tarîxa Kurdîstan I
Cigerxwîn
Roja nû
“Di vî perçî de dixwezim, Cografiya û nav û koka kurd, zimenê kurd, olperestîya kurd û rewşa abûrî, civakî, rêzanî bidim xuyakirin. Eger ev karê dijwar ne barê mirovên weke mine jî, lê dixwazim her nebî, kervirekî ji devê rê bidim alî ko hozan û tarîxzanên piştî me karibin bi hêsanî vî karî bibin serî û bi cî bikin. Çawa hin mirovên weke Mihemed Emîn Zekî Beg û Merdoxî û Şerefxan û hin mirovên dî ji hene, ko rê ji me re xweş û ronî kirine, ko şayanê pesn û rûmetin û em di îro de sipasên xwe û miletê Kurd ji wan mirovan re pêşkêş dikin.” Naverok
Pêşgotin / 1 Cografîya Kurdistan / 3 Koka Miletê Kurd / 5
Zimanê Kurd / 14 Ola Kurd di îro de / 17 Rojî / 18 Cejnên misilmanan / 19 Elewî, mesîhî, êzdî / 19
Ola zardeştî / 23 Zardeşt / 24 Avista / 27 Ola manî / 36 Zardeşt û ola îslam / 39
Awirek bi kurtî li pêş tarîxê / 40 Qunaxa kevirî kevnare (Balyoletîk) / 40 Qunaxa kevirî navçe (Mîzolotîk) / 42 Qunaxa kevirî nû (Nîyolotîk) / 42 Qunaxa kevirî nûhatî / 43
Welatê Somer / 44 Dewleta Gutî li Somer / 51 Malbata Orê sêyem / 58
Dewleta Elam / 65 Dewleta Susa / 66 Dewleta Elam di bajarê Larsa de / 67 Elam û Somer / 68 Dewleta Kasî / 69
Dewleta Akad / 73
Dewleta Babîl / 76
Kardoxî, Lolo, Horî û Mîtanî / 80 Dewlet yan miletê Nayrî / 80 Kardoxî / 81 Sêrtî / 82 Musrî / 83 Alan / 83
Dewlet û welatê Lolo / 84 Xaldî û Mûşkî / 86 Horî, Hevêrkî / 88 Welat milet û zimanê Mîtan / 90 Şerên Hêtîtan û kurdên Horî û Mîtan / 92 Hevsînorê Mîtan miletê Asûr / 95
Koka miletê Asûr û welatê Asûr / 96 Dewleta Mîdya / 108 Nayrî û Sobarî / 109 Dewleta Mîdî / 110 Kemberî û Eskîsî kîne? / 112 Şehristanîya Mîdya / 114
Faris / 117 Dewleta Faris / 118 Destpêka Êrişên ereb li ser welatê kurd û faris / 130 Şorişên kurd / 140
Dewleta Merwanî / 149 Destpêka dewleta Merwanî-Humeydî / 149 Avakirina Nesrîyê / 160 Wezareta Fexrîdewle / 161 Fermandarîya Fexrîdewle / 171
Dewlet û fermandarîya Heskîf a kurdî / 193 Dewleta Kurdî Zendî / 201 Dewleta Kurt / 215 PÊŞGOTÎN
Jibo zanîn:
Dixwazim bi kurtî biguhêzim û binivîsim û di dawîya nivişta xwe de lîstakê bi navê wan niviştên, ko min ji wan guhaztiye bidim xuyakirin. Çawa, ko di gelek cihan de awira xwe didim zanîn û guh nadim çîrok û evsana û goman û derewan ji nivişta xwe dûr dixim. Herwekû gelek caran di ber miletê kurd de didêrim û carna jî dirêjî miletê kurd dikim û kêmasîyên wî didim ber çavên wî.
Ev çend salin, ko renc û dijwarîyê, dixum û serê xwe têşênim û dixwazim bi vî karî, karekî ji mirovanî û miletê xwe re pêşkêş bikim û di nav karwanê xebata milet û mirova-niyê de destvala bi rê nekevim û di vê meydanê de xwedî par û pişk bibim.
Ne dijminê kesî me lê dijminê ristikên kevn û riziyayî û bi wan bawer nakim û dixwazim sivik ji nav welat û miletê me bêveger koça xwe bar kin û em riwên wan hew bibênin. Ew kesê bixwazî avê di bin seradê de veşêrî, xwe tenê didin xa pandin û derewa li xwe dikin.
Dijminê miletê kurd dixwazin, min ji milet, yan miletê kurd ji min dûr bixin, lê hew dikarin. Tenê heta, ko miletê kurd çavên xwe vekî û qencîyê ji pîsîtî û dijmin û dostê xwe nas bikî, wê gelek ji me bi kul û derdên xwe ve herin bin axê, lê milet û mirov her û her sax dimênin, paşê ewê bi xwe biryara "herê na" di vê meydanê de bidin û dost û dijminê xwe ji hev nas bikin.
Di vî perçî de dixwazim, Cografiya û nav û koka kurd, zi manê kurd, olperestiya kurd û rewşa abûrî, civakî, rêzanî bidim xuyakirin. Eger ev karê dijwar ne barê mirovên weke mine jî, lê dixwazim her nebî, kevirekî ji devê rê bidim alî, ko hozan û tarîxzanên piştî me karibin bi hêsanî vî karî bibin serî û bi cî bikin.
Çawa hin mirovên weke Mihemed Emîn Zekî Beg û Merdoxî û Şerefxan û hin mirovên dî ji hene, ko rê jime re xweş û ronî kirine, ko şayanê pesn û rûmetin û em di îro de sipasên xwe û miletê kurd ji wan mirovên re pêşkêş dikin.
Qencîyên xwendîna tarîxê
Kurê Esîrê Cizerî dibêjî : 1- Mirov bi raborî û serpêhatiyên kevnare agah dibî. 2- Dikarî qencî û neqenciyên mirovên berî nas bikî û xwe ji wan neqenciyan biparêzî û kêmasiyên mirovên mezin nas bikî. 3- Bi xwendin û zanîna wê hînî rêzanî siyasetê dibî, weke neynikê her tiştî têre dibênî. 4- Dikarî di civatande xwe bixî dilê xelkê û xwe bidî nas kirin û dilê xelkê xweş bikî. 5- Tarîxzan ji serpêhatiyên tarîxê natirsî û bi gernasî li ber zor û setemê radiwestî û dikarî xwe biparêzî.
Şerefxan Bedlîsî Dibêjî: 1- Xwendina tarîxê gelek nerme hesaniye. 2- Di xwendina wê de xweşî heye. 3- Rastî û derew ji xwendina tarîxê têne xuya kirin. 4- Mirov hînî serpêhatiyên kevnare dibî. 5- Tarîxzan bi xwe zana û ne hewceyê hana ye. 6- Tarîxzan, dil xurt û ji serpêhatiyên natirsî. 7- Dilê mirovên zana nerm dikî û dûrî sawiran dikî. 8- Mirov bi xwendin û zanîna tarîxê zana û mezin dibî.
Bi rastî tarîx bîr û baweriya mirov, weke xwe mezin û fireh dikî. Çax û demên naka û hete bi hewe girêdidî û bi tarîxê rewşa çax û demên xwe nas dikî û ev tiştên, ko Cize rî û Bedlîsî gotine tevan bi cî dikî. Lê gereke bê zanîn, ko tarîx ne her tişte û her tişt ne tarîxe. Gerçî tarîx weke kehreva hindirê mijiyê mirov ronî ...
Cîgerxwîn
Tarîxa Kurdîstan I
Roja Nû
Weşanen Roja Nû Tarîxa Kurdîstan Cigerxwîn
Cîld 1 Çap 1 Stockholm 1985
ISBN 91 7672 010 1 Copyright Cigerxwîn Printed in Sweden Stockholm 1985
|