La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tarîxa Kurdistan III


Auteur : CegerxwînMultimedia
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1999, Stockholm
Préface : Pages : 276
Traduction : ISBN : 91 7672 048 9
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cig. Tar. (III) N° 2439Thème : Histoire

Tarîxa Kurdistan III
Versions

Tarîxa Kurdîstan I [Kurdî, Stockholm, 1985]

Tarîxa Kurdistan II [Kurdî, Stockholm, 1987]

Tarîxa Kurdistan III [Kurdî, Stockholm, 1999]


Tarîxa Kurdistan III

Cigerxwîn


Roja nû


Di sala 558 koçî de. Derxam, kurê Sewar, ko bi Melikil Mensûr navdar bû, welatê Misrê bi carek xiste bin destê xwe û bû padîşahê Misrê, wezîrê Peyrewê Fatimî Abid.
Wezîr di vê çaxê de li Misrê bi daxwaza Padîşah bû, her tişt di destê wî de bû, tenê Pevrew weke peyakî olperestî bû xwedî rûmet û paye bû, heta xwarina Qesra Peyrew ji ber destê wezîr dihate danîn?
Wezîrê kevnare Şawir Emîrilcivûş Ebû Şecaê kurê Mucîridînê Şadî ji welatê Misrê bazda û hate Şam, nik Nûridîn Mehmûd û han jê xwest û got: Derxam kurê min, Fey kuştîye û min xwe li re girtiye ko alikarîya min bikî, û hin ji Salyana welatê Misrê pere got û soz da ko xutbe û pere wê bênî ser navê padîşahê Şam.
Nûridîn ji serdarên leşkerê xwe Şêrkoh bijart û pê re şand û têr çek û têr pere rêkire welatê Misrê.
Ji ber ko welatê Felestînê bi carek ketibû ...


Naverok

Împeratorîya Kurd ya Îslamî / 13
Çûna Şêrkoh cara yekem li Misrê / 15
Cara duwem / 16
Şerê îskenderiyê / 16
Kuştina Şawir / 17
Mirina Şêrkoh / 18

Wezareta Yûsif Silahidîn / 19
Serpêhativa Sûdana / 20
Şerê Dimvarê / 21
Çûna Melikilefdel li Misrê / 22
Sala 566-a / 23
Sala 567-a / 24
Sala 568-a / 26
Şerê newbe welatê Sûdan / 26
Sala 569-a / 27
Dîsa sala 569-a / 28

Mîrina Nûrîdîn Mehmûd / 29
Sevfidîn Xazî kurê Mewdûd /
Şerê îskenderiyê-570 / 30
Kuştina Kenz li Seîdê / 31
Hatina Şam / 32
Girrina Himis û Hema / 33
Şerê Şengalê / 35
Şerê Hema / 36
Sala 571-ê / 37
Şerê Silahidîn û mala Zengî / 37
Barinî dixwazin sultan bikujin / 39
Carekê li hevhatin / 40
Sala 5"2-a / 40
Harina Şemsidewle / 41
Çûna sultan li Misrê / 42
Peykên Mûsil, Mardîn, Heskîf / 43
Şahabidîn Mihemed kurê Bozan / 43
Serpêhariya Remlê / 43
Şerê ser bajarê Hema / 44
Şerê Harem / 45
Asêbûna Şemsidîn kurê Muqedem / 46
Avakirina Beyrilehzan / 46
Çûna Turanşah li Misrê / 47
Fermandariya Teqividîn / 47
Şerê Merecilivûn / 48
Şerê navbera kurd û turka sala 575-a / 49
Herifandina keleha Beytilehzan / 50
Îzidîn Firoxşah bû fermandarê Beelbek / 51
Kurd û ermen / 52
Piştî Turanşah çi li Yemenê çêbûne / 53
Sala 578-a / 54
Çûna ser Mûsil / 56
Mirina Îzidîn Firoxşah / 56
Yekîtiya Mûsil, Mardîn, Xelat / 58
Girtina Amed / 58
Tilxalid Yeyntab / 59
Şerê pingava Misrê / 59
Şerê Darûn / 59
Vegirtina Heleb / 60
Girtina bajarê Harem / 61
Şewitandina Bîsan / 62
Çûna ser Kerek / 63
Peykê peyrew hate Dimişq / 63
Careke dî padîşah hate Mûsil / 68
Rabûna ji ser Mûsil / 68
Rewşa nexweşiva padîşah / 70
Vegera padîşah li Dimişqê / 71
Gerdenxwarkirina melikê Terablîs Qamis / 73
Bêbextiya prens Ernet / 74
Çûna padîşah şerê firinga / 74
Serpêhatiya Hetîn / 75
Eka û Mecdelvaba / 79
Girtina Tibnîn, Sevda û Bêrût / 80
Hatina Merkîz li bajarê Sor / 81
Esqelan / 81
Girtina bajarê Qudsê / 82
Şerê Sor / 87
Kewkeb / 88
Peykê padîşah / 89
Şer di navbcra hecacên Şam û îraqê de / 90
Careke dî padîşah çû ser Kewkeb / 91
Padîşah hate Dimişq / 91
Tertûs / 92
Hewara melikê Seqiliya / 93
Girtina Ceble û Laziqiyê / 93
Girtina Seyhun / 95
Şexir û Bekas / 96
Keleha Berzive / 96
Derbasek / 97
Bexras / 97
Lihevhatina Padîşah û prensê Antaqyayê / 98
Vegera padîşah li Dimişq / 98
Kerek û Şobek / 98
Çûna ser Kewkeb / 99
Padîşah vegeriya Dimişqê / 100
Şefîk Ernun / 101
Şerê yezk û firing / 102
Şerê Kemînê / 103
Çûna padîşah li Eka / 105
Hana dijmin di ave re / 110
Çûna Bihaidînê kurê Şedad li Bexda û rojhilat / 111
Şerê Remlê -586 / 112
Hatina leşkerên Rojhilat / 112
Şerê Herdu estola di avê de / 114
Hatina padîşahê alman / 114
Kagîlos petrîkê ermen-586 / 115
Şerê Melikiladil bi ser Eka / 116
Hatina Kond-Hirî / 117
Şerê melikê alman / 119
Nivîsara padîşahê kurd ji peyrewê Bexda re / 120
Mirina fermandarê Erbîlê / 121
Erişên dijmin li ser warên kurd / 124
Sala 587-a / 126
Girtma gemiyên Îngilîz / 129
Hatina han û leşkerên Rojhilatê / 130
Girtina bajarê Eka / 131
Eermandarê kurd yê Hekariya û padîşahê Fransa / 131
Padîşah han ji melikê Mexrib xwast / 131
Şerê Ersûf / 133
Çûna ser bajarê Yafa / 138
Merkîz û kurd / 137
Çûna padîşah li Qudsê / 139
Mirina melik Mizaferidîn Teqiyidîn / 140
Sala 588-a / 142
Kuştina Merkîz / 143
Vegera dijmin ji ser Qudsê / 144
Êrîşkirina ser Bêşar / 149
Vegera padîşah li Dimişqê / 152
Seyfidîn Elî - kurê mîr Ehmedê Hekarî / 152
Sala 589-a / 153
Mirina împeratorê kurd / 154

Destpêka Paşketîna Dewleta Kurd / 156
Melikilefdel / 157
Hinek ji rewş û jîngariya padîşah / 159
Destpêka tevgerên milî-miletperwerî / 161

Pîştî Mîrîna Padîşahê Kurd / 163
Qadî Bihaidîn Yûsifê kurê Şedad / 164
Dijminahî di navbera du bira de / 166
Rojhilat piştî mirina padîşah / 168
Melikiladil piştî mirina padîşah / 168
Sala 590-î / 170
Careke dî Ezîz ji Misrê hate Şam / 173
Vegera Adil ji Misrê / 175
Hisamidîn Ebulheycayê Hezebanî / 178
Mirina Seyfilîslam, Padîşahê Kurdî li Yemen / 179
Sala 594-a / 181
Girtina Yafa / 182
Şerê Tibnîn / 182
Lihevhatina Kurda û Firinga -595 / 182
Çûna Evdel li Misrê / 186
Çûna Evdel li Dimişqê / 187
Hatina Melîkil Zahir ji Helebê / 188
Girtina Barîn / 189
Sala 596-a / 190
Çûna Adil li Misrê / 190
Çûna Kamil li Misrê / 192
Sala 597-a / 193
Hatina Melîkzahir ser bajarê Hema / 196
Sala 598-a / 198
Sala 599-a / 200
Derxistina Melikilmensûr ji Misrê / 201
Şerê Navbera îspetar û Melikilmensûr / 202
Sala 600-î / 203
Şerê navbera Eşref û Mûsiliva / 203
Çûna Adilşah li Torê ko şerê Firinga bikî / 204
Sala 601-ê / 204
Serpêhatiya Mutaridîn / 206
Sala 603-a / 207
Sala 604-a / 208
Girtina bajarê Xelatê / 208
Sala 605-a / 210
Padîşah berê xwe daye Kurdistana Rojhilat / 211
Rabûna Padîşah ji ser Şengalê / 212
Sala 607-a / 213
Sala 609-a / 215
Dawet-destgîrana Melikilzahir / 215
Sala 610-a / 215
Sala 614-a / 216
Êrişa Fileha li ser Xwabî / 216
Sala 612-a / 217
Sala613-a / 217
Melikilezîz / 219
Sala 614-a / 220
Şerê Xaçperestî yê diwem / 220
Padîşah hate Dimişqê / 221
K’eleha Tor / 221
Şerê ser Dimyat / 222
Melikilevdel û Îzidîn Kevkawis / 222
Reva Keykawis / 224
Mirina padîşahê Kurd Adilşah / 225
Pişti mirina padîşah / 226
Sala 637-a / 232
Sala 638-a / 234
Sala 639-a / 236
Sala 640-a / 237
Sala 6'41-ê / 237
Sala 642-a / 238
Sala 643-a / 239
sala 644-a / 240
Sala 646-a / 241
Sala 647-a / 242
Sala 648-a / 246
Îzidîn Eybegê kolê Turkmanî / 250
Sala 649-a / 254
Sala 650-î / 254
Sala 651-ê / 255
Sala 653-a / 256
Sala 654-a / 25”
Sala 655-a / 257
Sala 656-a / 258
Sala 657-a / 259
Sala 658-î / 260
Melikilzahir Riknidîn Beybaris / 263
Sala 662-a / 266
Sala 663-a / 266
Sala 665-a / 268
Sala 666-a / 268
Sala 667-a / 268
Sala 669-a / 268
Sala 670-a / 269
Sala 671-ê / 269
sala 673-a / 269
sala 676-a / 270
Melikilseîd Nasridîn / 270

Mala Eyûbî / 271


ÎMPERATORÎYA KURD YA ÎSLAMÎ

Herwekû di pêş de hate xuyakirin ko miletê kurd di Kurdistanê de çend caran li ber dijminên xwe lephilanîne, û çend şevreş û şerê xwîndar û dijwar kirine, herwekû hin dewletên biçûk û di hin perçên Kurdistanê de û ji dervê Kurdistanê jî li darxistine.

Lê ev hemî ji pêkanîna Împeratorîya mezin û payebilind dihatin kirin, û roj bi roj miletê kurd di riva serbilindî, payedarî de gavên mezin û bi rûmet diavêtin.
Di çaxekî de ev Împeratorîva kurd hatîye li darxisrin. ko xaçperesr-tan bigir welatê rojavayê Asyayê bi carek xistibûn bin destê xwe û pir hindik mabû ko ola îslamê di nav pencên mirinê de bête givaştın û bi hindikî ji Rojhilata Xêzîk winda bibî.
Lê sitêrek ji Kurdistanê derket û ronahiya xwe da rojhilat û tirêjên şevreşê bi paşde vegerandin, ew ronak - ew sitêr. Silahidîn bû.

Ev Împeratorîva kurd li ser destê Yûsif Silahidîn. kurê Necmidîn-Eyûb, kurê Şadî. kurê Merwan hatiye çêkirin, lê gereke mirov gernasê apê wî Şêrkoh şêrê çîya, Esedidîn ji bîr nekî ko wî dîwar û bingehê vê Împeratorîvê daniye.
Kok û binyada mala Silahidîn, kurd û ji kurdên bajarê Dewin Gur-nî-Çeqersad, û ji êla Rewadî-Kurdî ye, û keleha Dewîn dikevî Kurdistana Rajor, navbera Azerbaycan-Tiflîs-Eran-Gurcistanê.

Kolekî Romî, bi navê Behroz, li bajarê Dewin, navek hare ser û axayê wî ew xesand, û ji şerma bazda û çû Bexda, lê Behroz kurê Ebdilahê Romî li cem padîşahê Bexda, Sultan Mesûdê Selçoqî, gelek bi pêş ve çû û bû serdarê Şirtê Bexdayê û Sultan Mesûd bajarê Tikrît ji bo xwarina wî davê.
Ji ber ko li Dewîn dostanîyeke xurt di navbera Behroz û Şadî de hebû, çawa bû serdarê Şirtê û Tikrît kete destê wî, şande cem Zarîwên Şadî û anîn Tikrîtê û Necmidîn Eyûb. birayê mezin kire dozdarê kelehê û bajar bi carek xiste bin destê wî.

Lê Şerefxan dibêjî: Şadî bi xwe hatîye cem Behroz û bûye fermandarê Tikrîtê, lê çawa ji tevgerên Necmidîn û Esedidîn tê zanîn, xuya ye ko gotina Şerefxan gelek weza lî setîle.
Ji ber du tiştên giran Behroz. herdû bira ji bajarê xwe derxistine; yek jê ewe ko dibêjin; Şêrkoh mirovekî Behroz, ji bo namûsa jinekê kuştiye û ya dî ewe ko; çawa Imadidîn ji ber Perewê Bexda şikest lê hate Tikrîtê û Necmidin û birayê xwe gelek alikari pêre kinn, û leşkerê wî bi kelekê derbaskirin û xwarin ji wan re pêşkêş kirin.

Herwekû ev reng alîkarî ji dijminê Peyrewê Bexda re ne bi dilê Behroz û Sultan Mesûd bû û ji bo ko dilê Peyrewê îslamê nemênî, Behroz dostên xwe ji bajarê xwe derxistin.
Di vir de hare bîra Necmidîn Eyûb ko rojekê qencî bi Mîrê Mûsilkirine û ji Mûsil pêve rê nemaye ko pêde herin, ji lewra bi şev di çem derbas bûn, û dibêjin: di wê şevê de Yûsif Silahidîn ji dîya xwe re çêbûye. lê çawa gihane Mûsil, Imadidîn Zengi gelek bi wan dilxweş bû û Necmidîn Eyûb kire fermandarê Beelbek û Şêrkoh kire serdarekî leşkerê xwe û herdû bira di nav dewleta Etabegê Mûsil de gelek bi pêşve çûn, û roj bi roj ber bi serbilindî, payedarî ve dîçûn, û Imadidîn bajarê Rihayê ji bo xwarina Şêrkoh xiste bin destê wî, lê çawa Imadidin li ser keleha Caber hate kuştin, leşkerê wî bûn du perçe.

1- Yek bi serdariya Şêrkoh Esedidîn, bi kurê wî Xûridîn Mehmûd re çiî Heleb.
2- Û yek bi kurê wi Seyfidîn re bi serdariya Silahidînê Baqisyanî-Ba-ensî-kurdi-êzdi çû Mûsil.
Şêrkoh, mirovekî gelek zana û mezin û hêja bû, herwekû li cem Nûridin Mehmûd gelek bi rûmet û payebilind bû, bajarê Himis di bin deste wi de bû û Nûridîn Mehmûd tiştek bê wi nedikir.

Lê Necmidîn Eyûb ji tirsa Firinga bajarê Beelbek da Mucîridîn I.beq. fermandarê Dimişq û çend gundên hêja ji xota Şamê di hember Beelbekê de jê sitandin û Yûsif Silahidîn, li Darilheqî a Dimişqê xwendina xwe qedand û di sala 541 koçî de Necmidîn Eyûb mala xwe guhaste bajarê Dimişqê.
Lê paşê Necmidîn û Şêrkoh bajarê Dimişqê bê şer xistin bin destê Nûridîn Mehmûd û pavtexta dewleta Nûridîn guhastin bajarê Dimişqê û ji ber vê yekê Necmidîn û Esedidîn gelek rûmetmend û serbilind û payedar bûn.

Çûna Şêrkoh Cara Yekem li Mısrê

Di sala 558 koçî de. Derxam, kurê Sewar, ko bi Melikil Mensûr navdar bû, welatê Misrê bi carek xiste bin destê xwe û bû padîşahê Misrê, wezîrê Peyrewê Fatimî Abid.
Wezîr di vê çaxê de li Misrê bi daxwaza Padîşah bû, her tişt di destê wî de bû, tenê Pevrew weke peyakî olperestî bû xwedî rûmet û paye bû, heta xwarina Qesra Peyrew ji ber destê wezîr dihate danîn?

Wezîrê kevnare Şawir Emîrilcivûş Ebû Şecaê kurê Mucîridînê Şadî ji welatê Misrê bazda û hate Şam, nik Nûridîn Mehmûd û han jê xwest û got: Derxam kurê min, Fey kuştîye û min xwe li re girtiye ko alikarîya min bikî, û hin ji Salyana welatê Misrê pere got û soz da ko xutbe û pere wê bênî ser navê padîşahê Şam.
Nûridîn ji serdarên leşkerê xwe Şêrkoh bijart û pê re şand û têr çek û têr pere rêkire welatê Misrê.

Ji ber ko welatê Felestînê bi carek ketibû destê Firinga, leşkerê Şêrkoh, di rojhilatê bajarê Kerek-Şobek ve derbas bû, lê ji ber ko ev herdû bajar-Keleh, di destê dijmin de bûn, rê di Eqbe-Sedir- Siwês-Berke-Qahîre.
Çawa Şêrkoh-serdarê kurdî, giha Qahire. welarê Misrê. Nasiridîn, kurê Sewar, bi leşkerekî mezin ve hare pêrgî leşkerê dijmin, lê zû şi-kest û xwe bi carek negirt û leşkerê Şêrkoh, di sala 559 de li ser ba-jarê Qahîre çadirên xwe vegirrin û Derxam û birayê xwe harin şerê wan, lê herdû jî bi destê leşkerê kurd hatin kuştin û laşê Derxam li Qerafe hate veşartin û Şawir bû wezirê Misrê.

Lê Şawir nedixwest sozên xwe bi cî bike, û gore Şêrkoh:-vegere Şam û welatê Misrê ji min re bihêle, tenê Şêrkoh dizanibû Şawir çi dixwaze bike, ji lewra bajarê Bilbîs xiste destê xwe û ne xwesr destevala vegerî Dimişq.
Lê Şawir vê carê berê xwe da Firing û han jê xwest û ji bo şerê Şêrkoh peymanek girêdan, û padîşahê Qudsê bi leşkerekî giran ve hate hana Şawir, hinek ji leşkerê xwe di hember Nûridîn de hişt û Misrê û Firingan bi hev re êrîşî bajarê Bilbîs kirin, û tevlî ko bedena bajêr ji axê bû jî, leşkerê kurd sê mehan şerê xwe bi gernasî dikirin û leşkerê Misrî û Firingan hawîr bajêr girtibûn.

.....

Cegerxwîn

Tarîxa Kurdistan-3

Roja Nû

Weşanên Roja Nû
Weşanên Roja Nû: 48
Tarîxa Kurdistan-3
Dewleta. kurdi-eyûbi
Cegerxwîn

Weşanên Roja Nû
Gustavslundsv. 168 A, 1 tr.
167 51 Stockholm-Bromma / Sweden
Tel: 46-8-262375
Fax: 46-8-253857

Redaktor û pergala rûpelan: Haluk özturk
Nivisandina tekstê: Bûbê Eser, Evindar Farqini
ISBN: 91 7672 048 9

Stockholm, cotmeh 1999

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues