Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Nûdem, hejmar 18


Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1996, Järfälla
Pêşgotin : Rûpel : 114
Wergêr : ISBN : 1103-1964
Ziman : KurdîEbad : 160x235 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nûdem, hejmar 18

Versions


Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Esmanekî min heye ji stêrkan bargiran

Rojen Barnas

Esmanekî min heye ji stêrkan bargiran
Esmanekî min heye lihêfa şevê
Bi hûr û gir û piçûk û mezin
Stêrkin hene lê
Diçilwilin hêvîjen
Diçirisin xwezîbij
Li raserê meriv
Di wê lihêfê.

Esmanekî min heye li wê
Stêrkin hene d' şevên havînê
Gava ku bipeyivîn bi zarê hal
Û meriv bikeve berdestê wan
Radikin dilê meriv, davêjin
Davêjin binê bîra evînê.

Di wê bîrê da me hê jî
Ji wê roja ku ketim dafikê
Ne derya ye ku bi ajnê derêy
Ne çiya ye ku bişêy hilkişî
Bîra bêbinî ya meyê ye,
Wisa ku
Çendî vedpejilî, sermest
Çendî jê vedixwî
Bêtir serxweş î.

Esmanekî min heye ji stêrkan bargiran
Û serxweşê evînê, dilê min
Li berê rûniştiye
Nitirvan.
.....



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar