Versions- Nûdem, hejmar 2 [Kurde, Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 3 [Kurde, Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 5 [Kurde, Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 6 [Kurde, Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 9 [Kurde, Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 10 [Kurde, Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 11 [Kurde, Järfälla , 1994]
- Nûdem, hejmar 15 [Kurde, Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 16 [Kurde, Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 18 [Kurde, Järfälla, 1996]
- Nûdem, hejmar 21 [Kurde, Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 22 [Kurde, Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 24 [Kurde, Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 26 [Kurde, Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 28 [Kurde, Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 29 [Kurde, Järfälla, 1999]
- Nûdem, hejmar 34 [Kurde, Järfälla, 2000]
Nûdem Kovara hunerî, edebî û çandî
Rola Caféyên Kulturî
Firat Cewerî
Kultur bi riya vekirina Caféyan geş dibe Oscar Wilde
Me di hejmara 33an de bi navê "Café Nûdem" îlaneke biçûk dabû. Vê îlanê bala gelek xwendevanên me kişandibû û meraq kiribûn bê Café Nûdem çi ye, heger Café be, li ku vebûye û mirov çawa dikare xwe bigihîniyê. Gelek kesan jî bawer kiribûn ku Café Nûdem li Diyarbekirê vebûye û loma kêfxweşiya xwe anîbûn zimên. Rast e, min gelek caran bi devkî û nivîskî behsa Café Nûdemê kiriye. Ji destpêkê ve armanca me ew bû ku em bi weşandina kovara Nûdemê re li Diyarbekirê Caféyeke kulturî jî vekin. Dema ku ez behs dikim hê destpêka salên 90î bû. Me haziriya xwe welê kiribû, me ê Nûdem li Diyarbekirê derxista û bi wê re jî Caféyek bi navê Café Nûdem vekira. Caféya ku em lê difikirîn, ne celebê qehweyên welêt bû. Wê ew jî mîna qehweyên welêt bibûya cihê hevdîtinê, lê wê hevdîtineke cihê ba. Wê bibûya meydana fikir û ramanên cihê, meydana kultur û edebiyatê, navnîşana çavkaniya afirandina berhemên nemir. Wê Café Nûdem di navbera Rohilat û Roava de bibûya pira têkilî û danûstandinan. Wê li wir fikir bihata afirandin, fikir bihata minaqeşekirin. Wê bingehê entelektueliyeke nûjen ku berê wê bi salên 2000î ve ba li wir bihata avêtin. Wê Nûdem jî li wir derketa, li Diyarbekirê... Ji ber ku di dîrokê de hertim kovar, rojname û kitêbên kurdan li derveyî sînorên welêt, li biyanîstanê derketine û kapasîteya entelektueliya kurdî di sînorê surgunê de fetisî ye û loma di civata me de birînên kûr vebûne. Me dixwest em bi gavin nû vê tradisyonê bişikînin û vî zimanê ku di kirasê belengaziyê de jar û dîl hatiye hiştin, ji nû ve vejînin, xwîneke nû bidinê û bi awayekî spehî û xemilandî li xwediyan vegerînin. ...... |