Kurdîstan û kurd, lêkolînek sîyasî û aborî
Abdurehman Qasimlo
Jîna nû
Beşe yekem
Behsa dîrok û coxrafyayê
Fesla yekem Kurdistan û netewa kurd
1- Kurtîyek ji coxrafyayê Kurdistan, welatê Kurdan(1) di Asya rojava de ketîye ser beşê Rojhilata navîn û dewletek serbixwe jê pêk nehatîye, ji ber ku axa Kurdistanê di navbera Îran, Iraq, Tirkîye û Surîyê de hatîye parvekirin. Gotina Kurdistanê bi resmî û bi awakî navnetewî îtîraf pê nehatîye kirin û di nexş û kitêbên coxrafyê de nakevin berçav. Gotina Kurdistan ji derveyî Îranê, ku tenê ji bo navça Sine ... |