La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hikyated cimeta Kurda


Auteur :
Éditeur : Asoxîk Date & Lieu : 2005, Yêrêvan
Préface : Pages : 232
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hikyated cimeta Kurda


Hikyated cimeta Kurda

Heciye Cindî

Asoxîk


15 sal berê, sala 1990-î, 1-ê gulanê Hecîyê Cindî xatirê xwe ji jîhanê xwest, çû ax û barê sar... Lê wê neyêne temirandinê ew karên pir mezin, ku ewî kir bo gelê xwe, bengzê wîyî qencîyê, ruhê wîyî mervatîyê.

Kar û barê doktor, profêsorê kurdî pêşinî li dewrana sovêtîyê da Hecîyê Cindî yê nemir wê heta-hetê bibriqin li ezmanê dîroka kurd û Kurdistanê.

Hecîyê Cindî kitêba "Hikyatêd cimeta kurda"-ye 1-ê sala 1961-ê, ya 2-a sala 1962-a, ya 3-a sala 1969-a, ya 4-a sala 1980-î, ya 5-a sala 1988-a bi pêşxeber û nivîsarnasîya va dabû weşandinê.

Eva kitêba "Hikyatêd cimeta kurda"-ye şeşane, ku me girêdayî 15-e salîya wefatbûna Hecîyê Cindî-va bi hizkirin hazir kirîye.Dewsa pêşxeberê me gotarên H. Cindî û F. Jewarî danîne. Nivîsarnasî jî ne tam bûn. Çi ku pey her hikyatekê hatibûn nivîsarê-me cî-war kirin.

Her hikyatek usa hatîye nivîsarê, çawa hikyatbêj gotîye.

Hikyat bona terbiyetdarî, perwerda silsileta, bona lênihêrandina zanyarî, lêkolîna zimîn, edet, rabûn- rûniştandina gel di hindava celebên hunurê efrandina wanda gelekî ferzin.



DU GILI


15 sal berê, sala 1990-î, 1-ê gulanê Hecîyê Cindî xatirê xwe ji jîhanê xwest, çû ax û barê sar... Lê wê neyêne temirandinê ew karên pir mezin, ku ewî kir bo gelê xwe, bengzê wîyî qencîyê, ruhê wîyî mervatîyê.

Kar û barê doktor, profêsorê kurdî pêşinî li dewrana sovêtîyê da Hecîyê Cindî yê nemir wê heta-hetê bibriqin li ezmanê dîroka kurd û Kurdistanê.

Hecîyê Cindî kitêba "Hikyatêd cimeta kurda"-ye 1-ê sala 1961-ê, ya 2-a sala 1962-a, ya 3-a sala 1969-a, ya 4-a sala 1980-î, ya 5-a sala 1988-a bi pêşxeber û nivîsarnasîya va dabû weşandinê.

Eva kitêba "Hikyatêd cimeta kurda"-ye şeşane, ku me girêdayî 15-e salîya wefatbûna Hecîyê Cindî-va bi hizkirin hazir kirîye. Dewsa pêşxeberê me gotarên H. Cindî û F. Jewarî danîne. Nivîsarnasî jî ne tam bûn. Çi ku pey her hikyatekê hatibûn nivîsarê-me cî-war kirin.

Her hikyatek usa hatîye nivîsarê, çawa hikyatbêj gotîye.

Hikyat bona terbiyetdarî, perwerda silsileta, bona lênihêrandina zanyarî, lêkolîna zimîn, edet, rabûn- rûniştandina gel di hindava celebên hunurê efrandina wanda gelekî ferzin.



Xeznexaneke gel

Nava çanda kurdada zargotina(folklora) wêye kevne-teze, ya ku gelekî dewlemend û pirjanire, cîkî herî layîq digire. Ew sal bi sal dewlemend bûye, şaxvedaye, gulvedaye.Nimûnê efrandinêd wê notlanî kitêbxanekê ser hevduda hey zêde bûne, nava gelda bela bûne, hatine hasil kirinê, şimşat kirinê.

Di vê xezna nehesabkirîda, bawer bike, emekê her nefereke wî gelî heye: hergê bi efrandina xweva, tişt ber xwe derxistinêva, hergê bi jêhilanîna xweva.

Dengbêjî, zargotin nava kurdada bûye edeteke usa, çawa reqas û eyd- erefatin. Nava zargotinêda temamîya emir, rabûn û rûniştandin, edet, fikirdarî û xwestinên gele dewr û zemana têne kivşê. Nava wê zargotinêda dilê gel dikute, serbilindaya wî tê xuyan, fîlosofîya emirê wêyî qurn û dewrana tê raçev kirin.

Ewî gelî bi ahil û cahil, bi xort û qîz, bi kal û pîrê xweva li ser zargotina xwe karekî mezin kirîye, ruhê xwe kirîye nav, hel kirîye, qurne pey qurinê mak û dewlemend kirîye û anîye gîhandîye me.

Zargotina me, çawa cewek, nava sal û zemanada bûye çemekî mezin, sal bi sal teze bûye û eynî wî xeysetîye, çi ku gel bi xweye, bûye neynika dilê wîyî sidqtemiz, aqa helal, çiqa çilka şîrê dê Zargotina gelê kurd efrandina temamîya gele bi dînê başqebaşqeye (musulman, êzdî, ele-îlahî, xaçparêz), gelê ku ji hevdu parparî bûye (Kurdistana îraqê, ya Tûrkyayê, ya îranê û Sûryayê).

Meneke dewlemendbûn û dûmikdirêjîya zargotina me ewe, wekî sal û zemana hukumetêd xerîb nehiştine gelê me xwe li rîya xwendinê bigire. Dewsa wê nava gelê me da zargotinê pervedaye.

Her nimûneke zargotina kurd tu sînorekî dewleta nas nekirîye: ji her sînora, çawa teyrê atmece hewabir bûye, gihîştîye her qulçekî Kurdistana, sed yazix, hê par-parî kirî.

Hecîyê Cindî



I. Elo û Fate

Wextekî mêr, jinik û du zarêd wan hebûne. Zareke wanaya kur bûye, ya dinê qîz. Qîzik ya mezin bûye. Emirê Xwedê tê ser jinikê - ew diçe remetê. Herdu zarêd wê dimînin êtîm. Mêrik dinhêre ebûra wan nave - dizewice. Çawa gişk dêmarî, ew jî ber mêrik heyfe, lê dilê xweda naxweze wanaya bivîne. Gilîkî, yeke bê Xudê bûye. Malêda çi ku diqewime, dibê: "Elo krîye".
Salekî mêrik toxim hazir dike ku biçîne. Ew dizîva toxim diqelîne. Wê salê wanra ji wê zevîyê nan şîn nave. Dimîne sala mayîn.
Jinik divê:

- Mêrik, çika ez herim ser koçekê - qe risqê mera çi divê?

Êvarê wextê razanê keçik nava wê êratê bûye, ew hişyar dimîne nava cîda. Mêrik divê:

- Jinik, koçekê qe çi got?

Jinik divê:- Koçekê çi got- mala wî xravbe, go: "Du zarêd êtîm hene: bivin serê zeviyê têkin qurban, wê nanê we dîsa şînbe".

Mêrik divê:- Na, wekî ez birçîna bimirim, ew yek nave!

Jinikê zanibû ku mêrik dixapîne, go:- Lê em bê nan ça bikin, bona herdu zara em gişk gerekê bimirin?

Mêrik nihêrî boşe, serî jinikêra nayê kutanê, go:

- De ezê sivê herim bajar, tu nan bide zara, paşê wan bive serê zevîyê têke qurban.

Fatê nav cîda nifir bavê xu kir, ku direve, wêya bawar diike. Sibetirê mêrik çû bajar. Jinikê zarara nan kire kaxê, danî ber wan.

Fatê go:

- Elo, hilde bireve, ez çiqas divêm- "dayne", tu daneyne.

Elo kax hilda li ber xûşkê û revî. Fatê pey ket û go:

- Elo, dayne, - danenî, - Elo, dayne, - danenî...

Ewana bi wî teherî li gund derketin. Xudê zanibe çiqas çûn. Hew nihêrîn ro çû ava. Sîngê çîyakî rûniştin, nanê xu xarin. Elo nigê xwe kaxê xist. Kax çû derkete binê gêlî.

Fatê go: - Elo, te çima ew kax avît, ne ew çêkirina dya me bû?

Fatê panzde-şanzde salî hebiye. Elo wir rûdinê, lê Fatê peyayî binê gêlî dibe bona kaxê. Diçe kaxê dibîne. Dinhêre va nava qamîşda devê avê koçikserek. Ker-ker diçe, dinhêre va yekî Bejinbuhust veleziyaye razaye. Sîtilek jî tujî birincê kişmîş kirî li wire. Kaxa xwe tujî brinc dike, ker-ker tê digihîje birê xu. Herdu têr duxun, çi ku dîtibû birê xura gilîdike.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues