La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Le Monde diplomatique kurdî, n° I


Éditeur : Le Monde diplomatique Date & Lieu : 2009, Köln
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 280x380 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Hal. Mon. (1) N°Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Le Monde diplomatique kurdî, n° I


Le Monde diplomatique kurdî, n° 1

Serge Halimi

Rûdaw Medya

Di sala 1988’an de, Kurdên (ji Başûrê Kurdistanê) ku li kolanên Amedê, bi şewatên li dest û rûyên xwe li ber dergehê doktoran digeriyan, bûn yekem şopên Enfalê yên di mejî û çavên min de. Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran kesên ku ji malên xwe hatibûn vederkirin, bixwe bûn.
Di heman demê de, şahidê bêdeng ê Helebçeyê û komkujiyên girseyî yên rejima Baas, bi me dida xuyakirin ku Enfal, piştî serhildaneke kurdan, ne tenê hewldaneke hovane ya ji bo temirandina serhildanekê ya rejimê ye; di rastiya xwe de bi me dida xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê tevkujiyeke sîstematîk tê pêkanîn. Enfal ango kiryarên beriya wê û piştî wê, heta dema ku rejima Saddam hate rûxandin, bi awayên cihêreng hatibû pêkanîn û ev yek hatibû berdewamkirin. Rejima Saddam, kurdên ku ji ber “bahoza” qirkirina etnîk, ber bi derveyî İraqê ve reviyabûn, li derveyî welêt jî dişopand û hewl dida bermahiyên komkujiyê, li deverên xwe spartinê jî ji holê rake. Hemwelatiyên İraqê yên li kampên Diyarbekir, Mêrdîn ...



ENFAL

Komkujiya ku li kirdarê xwe digere

Faysal Dağlı

Di sala 1988’an de, Kurdên (ji Başûrê Kurdistanê) ku li kolanên Amedê, bi şewatên li dest û rûyên xwe li ber dergehê doktoran digeriyan, bûn yekem şopên Enfalê yên di mejî û çavên min de. Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran kesên ku ji malên xwe hatibûn vederkirin, bixwe bûn.

Di heman demê de, şahidê bêdeng ê Helebçeyê û komkujiyên girseyî yên rejima Baas, bi me dida xuyakirin ku Enfal, piştî serhildaneke kurdan, ne tenê hewldaneke hovane ya ji bo temirandina serhildanekê ya rejimê ye; di rastiya xwe de bi me dida xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê tevkujiyeke sîstematîk tê pêkanîn. Enfal ango kiryarên beriya wê û piştî wê, heta dema ku rejima Saddam hate rûxandin, bi awayên cihêreng hatibû pêkanîn û ev yek hatibû berdewamkirin. Rejima Saddam, kurdên ku ji ber “bahoza” qirkirina etnîk, ber bi derveyî İraqê ve reviyabûn, li derveyî welêt jî dişopand û hewl dida bermahiyên komkujiyê, li deverên xwe spartinê jî ji holê rake. Hemwelatiyên İraqê yên li kampên Diyarbekir, Mêrdîn û Mûşê ku di bin stara dewleta tirk de bûn, li cihê ku lê bûn jî, bi awayê jahrîkirina nanên wan, rastî hewldanên kuştinên girseyî dihatin. Sîxurên Saddam bertîl didan peywirdarên dewleta tirk, diketin firûnên ku ji bo kampên penaberan nan çêdikirin, jahrên ku hê jî li cem wan gelek hebû, dixistin nav hevîrê nanê kurdên sivîl û çav li mirina wan dikirin.

Piştî dagirkirina Kuweytê, di sala 1991’an de şopa jahrên kîmyewî yên di bedenên bi dehezaran kurdên İraqê de ku xwe li sînoran xistibûn, piştî rizgarbûna Kurdistanê ji jêrdestiya rejima Baas, bîranîna gelek însanên bêhejmar ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin, di jiyana pîşeyî ya rojnamegeran de jî bandora jahrê kiribû. Enfal ku wekî jenosîdeke modern ketibû dîroka mirovahiyê, rojnamegerên şahid jî xistibû nava trawmayên bêderman.

Di 30’ê Hazîrana 2009’an de li Dadgeha Bilind a Hollandayê (Hoge Raad) ku sûcdarên komkujiyê lê têne dadgehkirin, biryareke ku di danişîna tacirekî çekan de hat dayîn, -ku wî ji bo ku kurd bi awayeke girseyî bêne kuştin gazên jahrê firotibû û alîkariya Enfala rejima Saddam kiribû- rehên Enfalê yên di wîcdanê min de careke din ketin tevgerê.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues