La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II


Éditeur : Neșîreta AU R'SS Ermenîê Date & Lieu : 1962, Êrêvan
Préface : Pages : 202
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x220 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II
Versions

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - I [Kurdî, Êrêvan, 1961]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II [Kurdî, Êrêvan, 1962]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - III [Kurdî, Êrêvan, 1969]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV [Kurdî, Êrêvan, 1980]

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - V [Kurdî, Êrêvan, 1988]

Hikyatên cimeta kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2011]

Hikyated cimeta Kurda [Kurdî, Yêrêvan, 2005]



H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II

Heciyê Cindî

Neșîreta AU R'SS Ermenîê


Wextêke qîzeke ze'f bedew hebû. P'adșa rokê r'abû nav șeherê xwe ger'ya, ç'e'v wê qîzikê k'et. Veger'ya cîê xwe, gazî wezîrê xwe kir, go:

- Flan k'ûçê, flan nomêrê qîzeke baș heye, gere tu ji minr'a bixwezî.

Wezîr  r'abû çû mala bavê wê qîzê, ji bavê wêr'a go:

- Gere tu qîza xwe bidî p'adșê!

Bavê go: -Ez qîzê qurbana p'adșê dikim, lê gereke ez ji qîza xwe pirskim.

 ...


Serecem

Pêșgotin / 5

P'êșe / 7
Qîza aqil / 10
K'îjan ç'e'la hevala bik'ole, xwe dik'evê / 15
Xûșk û bra / 19
Sorê ç'e'vhêșîn / 24
Gavan / 29
Kalê aqil / 32
Benda aqila / 34
Ah'medê kur'ê pîrê / 36
Mh'emedê Zîndanî / 41
Necer / 50
Șîrê ˆer e'yarê șêrda / 55
Kur'ê p'adșê û r'ûvî / 61
E'lo E'cêvî 65
Nav û namûs / 72
Gavan û qîza p'adșê / 79
Gur / 81
Ç'îr'oka dorçî / 84
Qsa aqilmenda / 93
Gulbarîn / 97
Qsa xortekî û r'ûvîkî / 108
H'elalî / 112
Serhatîya mîrê e'reba / 118
Jin jî hene, jinkok jî hene / 123
Brê ç'ûk / 127
Mîrze meh'med 133
Qereqiz / 147
Qereman / 153
H'emzî p'elewan / 153
Xalli E'hmed / 177
Mîrze Meh'med û teyrê sîmir' / 169
Sndirnebat / 177
Xewn / 187

Nvîsarnasî / 191



PÊȘGOTIN


Eva berevoka h'k'yat'êd (çîrokêd) cmae'ta k'urdaye dudane, wekî tê hazirkirinê1.

H'k'yatêd vê k'têbê çend cara ya berevoka pêșin ze'ftirin. Berevoka pêșinda t'enê h'k'yat'in, lê di virda h'k'yat'ar'a t'evayî usa jî mesele, qse û mjûlî hene. Evêd pașin bi çapa xweva ç'ûkin. Bi vî teherî eva berevoka bi van șûr'êd xweva dha ze'fnavîye û dewletîye, ne ku ya pêșin.

Wê șûnda herçê h'k'yat'êd vê berevokê hatine nvîsarê ji gelek meriva-ahil û cahila, ji jin û mêra, xort û qîza, xwendî û nexwendya, gundî û bajarvana. Pașê ew h'k'yat', mesele, qse û mjûlîêd vê berevokê ne ku tenê ji h'k'yat'bêjêd r'espûblîka me hatine nivîsarê, lê usa jî ji h'k'yatbêjêd r'espûblîkêd dinê, çawa ku ji h'k'yat'bêjêd k'urdê Gurcistanê.

Frqîbûnêr'a t'evayî herdu berevok h'îmlî mînanî hevdune. Qnyatêd berevoka pêșin jî, ya duda jî çara e'wline, wekî têne nvîsarê û cara e'wil dispêrin nesirê.

Ya duda ewe, wekî t'emamîya h'k'yata bi zaravê kurmancî hatine nvîsarê: frqîya zmanê h'k'yat'bêja gelekî hindike, ew ku ewana gelek cîya-gund, neh'î û bajarêd cuda-cudada dijîn.

Hema ser vê yekê jî me h'k'yat n'aravekirine ser k'oma, awa, srêcîkirina h'k'yata'a berê e'wil bi nefsa h'k'yat'bêjar'a hatîye girêdanê. Gotinêd her h'k'yatbêjekî pey hev hatiye danînê. wê șûnda gotinê h'k'yatbêjêd gundkî, ê neh'îkê dîsa li pey hevdu hatine danînê. Mesele, h'k'yatêd h'k'yatbêjêd gundîêd nehîya Aparanê (Ag'baranê) bi carekêva li du hevdû hatine danînê, usa jî ê neh'î û bajarêd dinê çawa ê Aștarakê, ê Êrêvanê û êd mayîn.

Pey têk'stêd h'k'yat'ar'a nvîsarnasî hatîye danînê, çika k'îjan h'k'yat' k'ê gotîye, çika h'k'yatbêj çi she'tê (p'êșekî) dike û glîêd dinê.

12. 12. 59.

1 Dereqa cûr'êd h'k'yat'ada hûrglî k'têba pêșinda hatîye gotinê, lê li vra me tenê nvîsîye derheqa wê pirsêda , çika eva berevoka çawa hatîye nazirkirinê.



P'êșe

Wextêke qîzeke ze'f bedew hebû. P'adșa rokê r'abû nav șeherê xwe ger'ya, ç'e'v wê qîzikê k'et. Veger'ya cîê xwe, gazî wezîrê xwe kir, go:

- Flan k'ûçê, flan nomêrê qîzeke baș heye, gere tu ji minr'a bixwezî.

Wezîr  r'abû çû mala bavê wê qîzê, ji bavê wêr'a go:

- Gere tu qîza xwe bidî p'adșê!

Bavê go: -Ez qîzê qurbana p'adșê dikim, lê gereke ez ji qîza xwe pirskim.

Ji qîzê pirsî, qîzê go:

- H'eta p'adșa sinh'etekî hîn nebe, ez p'adșê nastînim.

Wezîr go: -Qîza qenc, go p'adșayê, go, wê çi p'êșeyî hîn be?

Go: -Na, wezîr, h'etanî ew hînî p'êșekê neve, ez t'u cara wî nastînim.

Wezîr veger'ya çû p'adșêr'a go: "h'al-h'ik'yat ev". P'adșa r'abû k'et r'êza șeher, çû cem h'edada-lênihêr'î, go: "H'eyran, ew çakûçê hana ku hiltînin, datînin, go, carekê belkî min șaù kir yekî xist, yan yekî min xist, welê ez vî p'êșeyî hîn navim". Gele cî ger'ya, çû r'astî livûdçîya hat. Go: "Welle eva p'êșa r'h'ete". Ostê livûdçîar'a got, go:

...


Heciyê Cindî

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II

AU R'SS Ermenîê

Neșîreta AU R'SS Ermenîê
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - II
K'it'êba II
Bernivîsar, pêșxeber û nivîsarnasî ya
Heciyê Cindî

Êrêvan - 1962

Akademîa Ulma ya R'SS Ermenîê
Sêktora r'ohilatzanîê

R'edaktorê Q. Mrad
Șikilk'êș - R'. Navasardyan
R'êdaktorê têxnîkîê H. L. Goroyan
Korêktorêd kontrool Gar. Hakobyan, L. E'mer

VF 06097 / Rîso 768 / Tembe 935 / Tîraj 600

K'ag'ez 60X92 1/1 Belgêneșirê mengenê 12,5
Belgneșirê neșîretê 9,37
Bona neșirê hatîye spartinê 15/VI s. 1962
Bona çapkirinê hatye qolkirinê 3/X s. 1962
Bha 57 k.

Neșirxana 1-ê ya Îdara Haypolîgrafhratê
Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan n°65



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues