La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mem û Zîn


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2013-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 304
Traduction : ISBN : 978-9944-360-71-5
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 6595Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mem û Zîn

Versions

Mem û Zîn

Ehmedê Xanî

Nûbihar


Mem Û Zîna Ehmedê Xanî, divê ne tenê bi çavê çîrokekê an destanekê lê bê nêrîn; lewra Ehmedê Xanî, ev kitêba xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser zeviya dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ku ji şekirîstana zimanê wî ev rêzikana rijiyane:

Şer'ha 'xemê dil bikem fesane
Zînê û Memê bikem behane

Ne'xmê we ji perdeyê derînim
ZÎnê û Memê ji nû vejînim

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, ji bilî vegotina reçeteyên derd û dermanê Kurdan, herweha ramana xwe ya felsefî, tesewifî û eqîdevî jî ji me re pêşkêş dike û bi zimanekî hîkmetane pend û şîretan li me dike: Eger tu bi kûrebînî li vê kitêba min binêrî, tu yê bibînî ku hemî mînak û mîsalên wê pend û şîret û hîkmet in;

Her qisse ji 'hisse behremend in
Her emsîle ger bizanÎ pend in

Em vê şahesara seydayê Xanî, careke din bi hevberkirina şeş nusxeyan, ravekirina peyvên biyanî û bi.ngehgirtina desxeta herî kevn ya Ezîz kurê Şîrbarê Mamzêdî, pêşkêşî xwendevanên hêja dikin.


Table des Matières


Naverok

Pêşgotin / 9
Ji bo sûdwergirtina ji vê xebatê / 10
Ferhenga Mem û Zinê / 10
Nusxeyên ku min ji wan sûd wergirtine / 13

Destpêk / 15
Te'dad nî'metşumarî - û tekrar şukurguzariya Barî - di sûretê ayînedarî û perdeberdariya perwerdigarî da - digel îxtîtama bi munacatek muxteserê kurdî / 20
Di ne'ta qelemê mesnû'at - û serdefterê mewcudat - û 'eqlê me'qulat û pêş destê mexluqat: hezretî - seyidus-sadat - muhemmedul-mustefa - 'eleyhî efdelus-selewat / 26
Îstîd'ayê şefa'et û îstîşfa'ê mexfiretê ji cenabê sahibê serîrê şefa'etê di sûretê mî'racê da bi bal hezretê 'izzetê / 33
Eş'ara medîheta tewai'fê di kurdan e - bi şeca'et û xîretê Îzhara - bedbextî û bêtalî'ya wan e - digel hinde semahet û hemiyyetê / 36
Sebebê nezma kîtabê bi vî ezmanî - di sûretê şekwayaji dewranî - û giliya ji ebnayê di zemanî - ku libal wan yeksan e hunera danayî digel 'eyba nadanî / 41
Fêhristê seraxazê kîtabê exbar û eş'ar - û ne'tê elqab û asar e - di sûretê î'tirafû îqrara bi 'ecz û înksarê - digel î'tîzara guftarê / 47
Mebdeê meqal e di ne 'ta hakimê bohtanê xudan-îqbal emîr - Zeyneddîn îbnî Emîr Ebdal - digel wesfa herdu hemşîreê di wî, di sahibcemal - zîn û sitî yê di bê mîsal / 55
Tehsîna qumaş û kalayê walayê husna hebîban e 'umûmen te'rîza - cewherê buhayê cemala Sitî û Zînan e mexusûsen / 62
'Etfê 'enan û licam - Bi serencamê kelam / 64
Dastana beyana Newroza sultanî - tesmiyeyê mewsimê surûr û şadimanî - bi mersûmê qedîmê Kurdsitanî - ku wan digotê: "sersal" 'ed dikirin bi 'îdê wîsal / 67
Bideriketina şehriyane bi deştê -  ji bo seyrana sersal û geştê / 70
Murexesbûna wuşaqan bi gulgeşta sersalê - Rexbetkirina wan e bi bazara husn û cemalê / 72
Mulaqîbûna Tacdîn û Memê ye bi Sitî û Zînê - Mustexreqiya wan e di behra 'eşq û evînê / 74
Hişyariya Memê û Tacdîn e -  Ji bêhişî û mexmûriya şeraba 'eşqê - Agahî û xeberdariya wan e -  Ji sebeb û wasîteyê wemqê / 81
Mu'awedeta Sitî û Zînê ji sersal û geştê - ÎstîtIa'a dayeê li macera û serguzeştê / 86
Tekrar îstîxbara dayeê ji kunhê macerayê - Tesrîh û teqrîra wan e ji keyfiyeta Te'sîr a hewayê / 91
Tefehus û tefe'ula Dayeyê ji Remmalî -. ji keşfa heqîqeta wî ehwalî / 95
Dewlet û teqrîra Remmalî ye ji bo Pîrê - muwafiqê mafizzemîr û muxalifê teqrîrê / 97
Hemsuhbetiya wuşaqan, bi hemxelwetiya muştaqan waqifiya wê ye li ser weqtê 'uşşaqan / 103
Vegeryana dayeê vi ba dildaran - Agehkirina wan e ji îsm û resmê birîndaran / 106
Şîfabexşiya tebîbeê li derdê 'elîlan şefeqet û merhemeta Mîr e lihalê zelîlan / 111
'Erûsiya Sitiyê ji bo Tacdînî -  tehiyeê esbabê şahiyê ye ji bo tehniyyeya xemgînî / 120
Meqalê îşt'alê şem'ê cemalê mehbûb e meqamê întiqalê îştxalê wîsalê metlûb e / 130
Wusûlê ke'beyê murad û tewaf e - û husûlê meqsed û meramê zufaf e / 134
Hîleperdazî û fitneengîziya Bekir e ji hesedwerziya li Tacdîn ku bûyî sebebê Mîr neda Memê, Zîn / 139
Naumîdiya Zînê ye -  ji dewleta weslet û hezretê Derdmendiya wê ye -  ji kurbeta firqet û hesretê / 147
Hemdemiya Zînê digel xeman bi sebebê nîfaq û naî'tîmadiya hemdeman / 153
Mu'atibiya Zînê digel Sitiyê -  Gazinda hûriyê ji periyê / 155
Mukalemeê hemrazê şem' e -  Mudawemeê xûnrêzê dem' e / 156
Bilbliya Zînê ye digel perwaneê - Perwaniya wê ye digel dîwaneê / 158
Mecnûniya Memê ye ji 'eşqa Leylayê û Wamiqiya wî ye ji derdê 'Ezrayê / 160
Muxatebeya Memê ye digel şetê Cizîrê Mucawebeyaji 'eşqa bênezîrê / 162
Mebahisiya Memêye digel bayê -  Hewadariya digel hewayê / 164
Mucadeleya Memê ye bi dilê 'kul ra Muharebeya perwaneê bi bulbul ra / 167
Çûna Mîr Zînedîn e bi seyd û nêçîrê - azadiya Memê û Zînê ye ji qeyd û zincîrê / 173
Dastanê bostanê cennetnîşanê mîra ne - ku bûye mecme'ulbehreyna 'eşqa herdu dilefigaran - û metle'un-neyyireyna şewqa husuna herdu gul'êzaran / 177
Rehayiya Zînê ye -  ji qeyda te'elluqa exyaran tenhayî ûtekelluma wê ye -  digel belg û daran / 179
Teqazayê da'iyeyê dîdarê dildar û mulaqat e ji bo Memê jar ji cenabê wahibu-l meram û qaziyu-l hacat / 184
Vegeryana mîr û mîrzan e ji şikarê - Serxweşiya Memê û Zînanê ye bi meya dîdarê - Bêxeberiya wan e ji serdahatina Mîr e di weqtê êvarê / 190
Rabûna Tacdîne ji dîwanê di wê demê da - sohtina mal û mulkan e di riya Memê da / 195
Agahiya Mîr e li 'eşqbazî û yariya Mem û Zînan - bi îfşa ûîlqaya neyaran û muzebzebînan / 199
Şetrencbaziya Memê û Mîr e bi şertê dilxwaz - vedana damê tezwîr e ji bo keşfê raz / 203
Xulûsiyet û xelasiya Memê ye - di xelweta zindanê da, ji sifatêd heywanî - muşareket û muşakeleta wî ye -  bi exlaqêd rûhanî / 210
Me'yûsiya Zînê ye -  Bi sebeb mehbûsiya Memê - Me'nûsiya wê ye -  Bi xem û derd û e1emê / 216
Tehewurra Tacdîn e ji xîreta birayî - meşwerta digel biran e li xelasiya bênewayî / 220
Te'essub û tedareka Tacdîn û biran e bi emrê xîretê siwariya wan e li hespê hemiyetê / 224
Tedbîra Bekir e ji bo defa mezennet û 'înadê Tezwîra wî ye ji tirsa fitne û fesadê / 227
Nesîheta sahibxerezê pirrmerezê dilkul - ji bo Mîrê bêtemîzê sadedil / 231
Ruxsetdana Mîr eli dîtina dildarê - Bêhişbûna Zînê ye ji zewq û şewqa dîdarê / 235
Tewsiye Û tedareka Zînê ye ji bo sefera axîretê - Tehiyyeê esbabê cîhaz e ji bo 'erûsiya cennetê / 244
Peşîmaniya Mîr Zînedîn e limehebbeta Mem û Zînan - merhemeta wî ye lihalê nazenînan -
mirina Memê ye bi axiftina birînan / 251
Te'ziye û matem û mersiye û şîwena Memê şehîd e - Mirina Bekirê şeqî bi destê Tacdînê se'îd e / 260
Îltîmas û istid'aya Zînê ye ji bo Bekirê mufsid ra - 'Uzurxwahiya wê ye ji bo ewê mulhid ra / 264
Techîz û tekfin û tedfina Memê mehrûmê xemgîn e - Hemnefes û hemqefesbûna bi fewta - Zîna nazenîn û xemrevîn e / 267
Teswîlê tefawit û îxtîlafê xilqet e - Temsîlê teqazayê siriştê tînet û fitret e / 275
Mîsalê serencamê benîadem û mealê - ne bi heseb zahirê sûretê hal e - Belkî mute'elliqê batinê me'na û mewqûfê meşiyyetê zulcelal e / 277
Îsbatê xewas û kemalê cewherê 'eşq e - ku kîmiyayê ekber û gûgirdê ehmer e - ji bo xudanî, lewra behîmî û dirrindî û şeytaniyê dikete melek di nefsa însanî / 283
Beyanê meratib û medaricê sulûk -  û wisûlê îlellah e û merasimê fenayê fi Ellah -  û beqayê bîllah e / 286
Xatemiya kîtab û nameê -  di sûretê xîtaba digel xameê herçend xerez xetmê kelam e - Lakîn lî mutekellmî îham e / 296




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues