La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 115


Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2011, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 115

Nûbihar, jimar 115

Süleyman Çevik

Pak Ajans yayıncılık ltd. şti

Şiroveya Mem û Zînê ya Perwîz Cîhanî

Zana Farqînî

Ehmedê Xanî, berhemên wî, ramanên wî, bir û baweriyên wî û kesatiya wî ya wêjeyî û ramanî nemaze di van dehpazdeh salên dawî de hîn bêhtir tên nirxandin û li ser van waran jî xebat, lêkolîn û berhem tên amadekirin. Bi taybetî derbarê ramanên Ehmedê Xanî de angaştên ji hev cuda tên derpêşkirin. Bi gotineke din ku em bibêjin; nivîskar û lêkolîner li ser Xanî û şahesera wî Mem û Zînê xwedî hizir û fikirên cihê ne. Ev yek jî tiştekî gelek balkêş û girîng e ku divê bala meriv lê be.

Îcar ez bi xwe hez nakim ku li ser vê rewşê rawestim û van cudahiyan diyar bikim. Daxwaza min tenê ew e ku ez bi çend xalan li ser xebata birêz Perwîz Cîhanî bisekinim ku bi navê "Mem û Zîn, Ehmedê Xanî; şîroveker: Perwîz Cîhanî" bisekinim ku Weşanên Nûbiharê ev berhema navborî ya balkêş û girîng çap kiriye.

.....



Beriya her tiştî samîmiyet

Süleyman Çevik

Di van demên dawîn de piştî ku ji hêla dewletê ve li welatê me hinekî zemînê rehetiyê hate meydanê, em dibînin ku gelek ji derdor û cemeatên îslamî ji di vê bazarê de dezgehên xwe ava dikin.

Ev kesên berê tu heqên Kurdan qebûl nedikirin û daxwazên Kurdan bi "nîfaq"ê nav dikirin, îro meriv bi xebatên wan ên li ser Kurdan şaşmayî dimîne...

Di navbera gotin û kirinên wan yên berê û îro de ferqeke mezin heye. Helwesta gelekan a berê li hemberî Kurdan û xwedîderketina wan a îro, tev bi hesab in.

Hem wê demê hem jî îro hinek hêzên serdest di meseleya Kurdan de li gor şertan û demê ji van kîjan helwestek dipan, ewan jî helwest nişan didan û îro ji didin.

Di guhertina meselên esasî de heta ku dewlet tiştekî neke, xelkê Tirkiyê hinek tiştekî nakin, hinek naxwazin bikin û hinek jî jixwe newêrin tiştekî bikin. Berê dewlet pêşî li tiştan vedike, di meseleyên esasî de gavjî davêje hê wê wextê xelk ji radibe li pey wan guhertinan dimeşe...

Di meseleyên wiha de dibêjin, gelo dewlet li vê meselê çawa dinêre; yanê “meşrûbûn” yan jî “nemeşrûbûna” tiştekî bi nêrîna dewletê kifş dibe. Ev sîstem li ber çavê însanan dewletê miqedes dike, xwedî derdikeve û însanan dike qurbana nêrîna xwe...

Ji roja ku ev dewlet ava bûye kesên ku dixwazin sîstema vê dewletê biguherînin û kesên muxalîf gelek kêm in Ekseriyeta xelkê vî welatî rejîm çikgas îznê bide ewqas li hemberî neheqiyan derdikeve û nerazîbûna xwe dibêje. Binêrin, bi sedan neheqiyên ku dewletê li Kurdan kirine hene lê di civaka Tirkan de kêm kesan rabûye ev nexweùiyana anîne ziman. Lê dema dewlet pêşiya tiştekî vedike, tu mêze dikî hema herkes li dora wê meselê dicive û lê xwedî derdikeve.

Meseleya me û van derdoran jî bi vî şiklî ye. Piştî ku ji hêla dewletê ve çend gav hatin avêtin, di meseleya Kurdan de sekna wan guheriye. Heta dewlet tiştekî neke tu qîmeta kirinên derdorên sivîl tuneye. Meselên li universîteya Mêrdînê vebûna beşa Kurdî, weşana televîzyona TRT6ê û hinek tiştên din li ber çavê gelek kesan zimanê Kurdî “meşrû” kiriye.

Li pey van hemleyên dewletê ew kesên ku newêrîbûn yan ji nedixwestin xwe nêzîkî Kurdî bikin û li hemberî Kurdî derdiketin îro yek bi yek dikevin piyasa Kurdî jî...

Hevalên ku teqîp kirine dizanin; ji sala 1992yan virde heta îro em kovara Nûbiharê û kitêbên Kurdî diweşînin.

Teqrîben 20 sal berê, hê kesek di piyasa îslamî de tunebû, Nûbiharê aveke berdabû coyekê. Wê demê tenê ji Kurdên îtaetkar re tehemûl hebû. Em li ber çavên kesên ku îro li Kurdan xwedîtiyê dikin jî "meşrû" nebûn.

Îro qismen ev nêrîn guheriye, lê ji vî welatî civatên meqbûl ew in yên ku doza tu tiştî nakin.

Di wan salên 1990î de em li ber çavê gelekan "nijadperset" û "maceraperest" bûn... Her merivên ku biqasî ji dewleta xwe hez dikirin, ewqas jî ji her xebata ku li ser navê Kurdîniyê dihate kirin nefret dikirin...

Îro dewlet û rayedarên wê, bi îmkanên dewletê ji bo Kurdî zemînê xeberdanê ava dikin. Di vê rêya ku dewletê vekiriye de hinek derdorên sivîl jî dimeşin... Eger di vê rêyê de hinek kes ji bo xelkê me yê ku ji her alî ve mexdûr bûye tiştên baş bikin elbet emê pê kêfxweş bibin.
Lê eger di vê sjyasetê de hesabên din hebin, eger ev siyaset tenê ji bo tetmînkirina hisiyatên "Kurdên nav xwe" be, wê demê bivê-nevê ew kirinên wan wê di teraziya samîmiyetê de mehkûm bibin.

Yan dilê wan çawa ye bila xwe wisa nişan bidin, yan ji rûyê wan çawa ye bila wisa dilê xwe ji paqij bikin...

Helbet emê nebin ji wan kesên ku ji bilî avakirinê tim xirab dikin; di derxistjna pûçên hinek cemaetan de feydeyek jî tuneye. Lê xuyaye ku ev tevger tev bi hesab tên kirin. Lewra di nav wan de Kurdan nikaribû bi rehetî zimanê xwe xeber bida. Eger bi rastî jî li gor şertên biratjyê bi me re muamele bikirana, tehemûla wan biqasî "Tirkbûna" wan ji "Kurdbûna" me re jî hebûya heqê me tunebû ku em îro rabin wan bixin teraziya samîmiyetê.

Qiyasa berê û îro karekî zehmet e. Li gor resmiyetê di nav Tirkan de, li welatê Tirkiyê Kurd tunebûn. Zimanê wan, çanda wan û tarîxa wan welhasil her tiştê wan înkar dibû lê ji xeynî çend însanên xwedîwîcdan pê ve tu kesî ji vê bêwîcdaniyê re dengê xwe dernexist...

Misliman bêdeng man, hinekan bi zaneyî hinekan jî bi nezanî gotin, em bira ne û xwestin ku bi rêya biratiyê Kurd doza heqên xwe yên insani nekin... Gelek Kurdên me jî bi rastî wisa fikirîn ku eger Kurd bibin xwediyê statûyekê wê misliman zerarê bibînin...

Xwedêgiravî maleke mislimanan hebû, Kurdan ew mala xirab dikirin; dema faydeyek bigihana Kurdan wê ew mala wan xirab bibûya... Di "wekhevbûna" Kurdan û milletên din de gelo çi ze-rara milletên din hebû?

Her ku Kurdan doza heqê xwe dikirin ewan cubbeyê biratiyê li xwe dikirjn... Kurdân xwe li cihên taybet yan jî li cihên resmî nikaribûn îfade bikirana.

Di nava van derdoran de cihekî îfadekirjnê tunebû.

Li welatekî ku li ser navê Kurdî her tişt tehlîke yan jî dijmin bête dîtin, bi navê Kurdayetjyê meriv nikare xebatan bike.

Di salên 1990î de li ber çavê herkesî kesên li ser Kurdî dixebitîn tehlûke bûn û her merivî bi vê nezerê li Kurdan mêze dikir.

Dewletê Kurdî wekî tehlîke didît û her merivê civata Tirkan di dunyaya xwe de bi çavê rejîmê li Kurdan mêze dikirin.

Kurdê meqbûl ew kes bû ku doza heqê xwe nedikir; Kurdê doza heqê xwe dikir çawa li ber çavê dewletê merivê bi tehlûke bû li ber çavê hezkarên vê rejîmê jî wisa bû...

Heta ku dewletê ew perdeya qedexekirinê li ser Kurdî hinekî ranekir, mislimanên Tirkiyê ji bo Kurdan, zimanê Kurdî tu xebatên wan nebûn.

Bi xebatên ku me di wan salan de dikirin em li ber çavên wan "meşrû" nebûn. Loma Nûbihar li gor wan "nijadperest" bû. Tiştê ji xwe re "meşrû" didîtin, dema me bikira dibû "nîfaq". Ne ku em problem bûn, nêrîna wan, mêjiyê wan problem bû.

Îro em çiqas serbiljnd bin heqê me ye... Lewra ji wê demê heta îro bi kirinên xwe me samîmiyeta xwe îspat kiriye.
Her hevalê ku xwe nêzîkî Nûbiharê dibîne, serbilind be...

Serbjlind be, lewra piştî bîst salan gotina te derket...



Şiroveya Mem û Zînê ya Perwîz Cîhanî

Zana Farqînî

Ehmedê Xanî, berhemên wî, ramanên wî, bir û baweriyên wî û kesatiya wî ya wêjeyî û ramanî nemaze di van dehpazdeh salên dawî de hîn bêhtir tên nirxandin û li ser van waran jî xebat, lêkolîn û berhem tên amadekirin. Bi taybetî derbarê ramanên Ehmedê Xanî de angaştên ji hev cuda tên derpêşkirin. Bi gotineke din ku em bibêjin; nivîskar û lêkolîner li ser Xanî û şahesera wî Mem û Zînê xwedî hizir û fikirên cihê ne. Ev yek jî tiştekî gelek balkêş û girîng e ku divê bala meriv lê be.

Îcar ez bi xwe hez nakim ku li ser vê rewşê rawestim û van cudahiyan diyar bikim. Daxwaza min tenê ew e ku ez bi çend xalan li ser xebata birêz Perwîz Cîhanî bisekinim ku bi navê "Mem û Zîn, Ehmedê Xanî; şîroveker: Perwîz Cîhanî" bisekinim ku Weşanên Nûbiharê ev berhema navborî ya balkêş û girîng çap kiriye.

Perwîz Cîhanî demeke dûr û dirêj li ser berhema nemir a Ehmedê Xanî xebitiye û gelek nusxeyên wê vekolane. Nivîskar bi awayekî klasîk pêşî malikên (beytên) berhemê dide, dûre bi sernavê "hevberkirin" jî cudahiyên heyî yên di navbera nusxeyan de nişan dide. Piştî vê bi navê "peyvnasî" îcar peyv, têgih û qalibên berhemê rave dike. Di pey vê re jî di bin sernavê "Ciwankarî" de hunerên wêjeyî yên di berhemê de diyar dike û nimûneyên vê yekê dide xuyakirin. Piştî van hemlyan îcar nivîskar bi navê "şîrove" li ser malikên pêşkêşkirî şîrove û nirxandinên xwe dike. Bi awayekî giştî hêja Cîhanî bi vê rêbazê berdewamî bi xebata xwe daye û pê de çûye. Li dawiyê berhemeke xwedî qewareyeke 1048 rûpelî derxistiye holê.

Min bi xwe ji seri heta bini ev berhem xwend û jê tiştin not girtin. Herweha min ji xwe re ji aliyê bêje û biwêjan ve jî, jê nêçîr kir. Heta min hin peyvên ku ji min re biyan bûn, ji birêz Perwîz Cîhanî re şandin da ku ji min re wateya wan aşkera bike. Mala wî ava, daxwaza min jî bicih ani.

Min daxuyand ku ezê bi çend xalan li ser vê xebata balkêş û ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues