PÊŞEKÎ ÇAPÎ YEKEM
Ekrem Cemîl Pașa em yadewerîyaney xoy Kurtey Jiyanim le salî 1973 da nûsîwe ber lewey koçî dwayî bikat be salêk her wekû diwatir derdekewêt nûser yekcar be kurtî zanyariyekanî xoy pêșkêș kirduwe sebaret be rûdawe giringekanî salekanî yekemî sedey bîstem, hîç gumanî tê da niye ke jiyanî pirr le xoșîw derebegayetî nûser karîkirduwete ser têrrwanînî ew bû jiyan, bo nimûne le seretayî û derebegayetî zorî Binemaley Cemîl Pașa dekat, înca dête ser basî meselekanî gelî Kurdistan bedîdêkî bawkane. Êmey xwêner le baweredayîn ke be çawî emrowe nerrwanîne rabirdû, têkoșerekanî ew serdeme begwêrey helûmercî xoy helbisengênîn. ..... |