PÊŞGOTIN Bi rastî ne hewce bû ku ez pêşgotinê binivîsim, lê dîsan jî min pêwîstiya çend rêzikan dît. Carinan nivîsandina pêşgotinekê ji nivîsandina pirtûkekê jî dijwartir dibe. Nemaze gava ku mirov pêşgotinê ji bo xwe û li ser xwe binivîse. Yek ji dijwariyên pêşgotina ji bo xwe nivîsîn jî, lêkolîna li ser xwe û li ser hunera xwe kirin e. Lê di vir de ez dê tu lêkolînan li ser çîrokên xwe, an jî li ser uslûb û zimanê xwe nekim. Ez hêvîdar im, ku dê çîrok bi xwe tiştekî bide we; lêkolîn û rexne jî ez dê bispêrime we. Weke ku Cervantes di pêşgotina romana xwe ya bi navê Don Ouijote de dibêje: "Ku hun bi nebaşî behsa vê pirtûkê bikin, kes we ceze nakin. Hun bi başî behs bikin kes tu xelata bi we venakin. Yên ku dinivîsin bi dijwariya nivîsandinê zanin. Nemaze nivîsandina bi kurdî... Îcar, di gel van dijwariyan me ev ji xwe re kiriye kar û em li ser vê riyê dimeşin. Em dixwazin, ziman, huner û edebiyata xwe ya li ber mirinê ye, rakin; bi jiyan û bi giyan bikin, pê neyaran rûreş û xwe serbilind û bi rûmet derxin.Ji rûreş derxistina neyaran jî, piştgirî û alîkariya yaran pêwîst e. Weke ku hun dibînin, ev pirtûk ji çîrokan pêkhatiye. Bi gorî zanebûn û tê gihîştina min çîrokê n nûjen... Ev çîrokan, ji sala 1980 yî û vir de hatine nivîsîn. Hema hema nêviyên wan di kovarên kurdî, mina Berbang, Organa Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêd; Hêvî, Kovara Instîtuta Kurdî li Paris; Têkoşer, Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîqa; Beyan, Kovara Kurdî li Iraqê hatine weşandin. Min ji mêj ve dil hebû ku ez van çîrokan di pirtûkekê de bigihînim hev û çap bikim, lê ne firsend, ne mecal, ne ji îmkanên min yên aborî hebûn. Nexasim îmkanên aborî... Lê, min di ber xwendin û nivîsandina xwe re kar kir, hin pere gihande ser hev û pê ev pirtûk çap kir. Di warê aborî de ez bi çapa vê pirtûkê hebekî êşiyam; lê, ji ber ku ez zanim ev êşa min dê ji hin birînan re bibe derman û wan bikewîne, ez niha bextiyar û kefxweş im. |